ENQERE - Bi sedan parêzerên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li AYM’ê dabûn, ji ber ku derheqê serlêdana wan de biryar nedaye, AYM’ê protesto dikin.
Bi sedan parêzerên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Enqereyê, ji ber ku serlêdana wan a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nebersivandiye, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) protesto dikin.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî tev li protestoya parêzeran bûn.
Berfirehiya nûçeyê tê...