Dayika Medenî Yildirim: Ceza nadin kujerê wî didin me

  • rojane
  • 09:03 27 Hezîran 2022
  • |

AMED - Dayika Medenî Yildirim ku di dema şermezar kirina çêkirina kalekolên li navçeya Licê de bi gule berdana leşkerekî hatibû qetilkirin, Fahriye Yildirim wiha got: “Ceza nadin kesên kurê min qetil kirin, ceza didin me û naxwazin em biaxivin.”

 
Di 28'ê hezîrana 2013'an de li gundê Hêzan ê navçeya Licê ya Amedê, di dema şermezarkirina çêkirina qaleqolan de, cendirmeyên Qereqola Hezanê xelk gulebaran kiribûn. Di dema gulebaranê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û 9 kes jî bi giranî birîndar bûbûn. Tevî rapora pêş lêkolînê ku piştî qetilkirina Medenî Yildirim ji aliyê Mufetîşên Mulkiyeyê yên Wezareta Karê Hundir ve hate amadekirin û pêşkeşî Serokatiya Lijneya Teftîşê hate kirin jî Serdozgeriya Komarê ya Licê di lêpirsîna têkildarî bûyera dihat rêvebirin de biryara bêpeywîrtî da û dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. 
PIŞTÎ DU SALAN KEŞF KIRIN
 
Di gulana 2014’an de dîmenên aydê kuştina Yildirim ên cihê bûyerê jî derketin holê lê piştî du salan li cihê bûyerê keşf hate kirin. Îdianameya piştî keşfê hate amadekirin ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hate qebûlkirin. Dû re derbarê leşker Adem Çîftçî yê gule berda de bi sûcê “di bin tehrîka neheq de bi zanebûn gule berda û bû sedemê kuştinê” doz hate vekirin. Di doza hate dîtin de tevî hemû delîlan û îfadeyên bi nakok ên bersûc jî dadgehê di danişîna 6’emîn a di 8’ê Mijdara 2016’an de hate dîtin, derbarê faîl de biryara beraetê da. 
 
JI LEŞKERÊ FAÎL RE BERAETA DÛYEMÎN DAN
 
Parêzeran li dijî biryara beraetê serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê da. 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê bi yek dengî doz xera kir û dadgeha herêmî jî di 21’ê Kanûna 2017’an de ji nû ve dest bi darizandinê kir. Di danişîna di 8’ê Tîrmehê de hate dîtin de dadgehê bi hinceta Yildirim bi gule berdanê jiyana xwe ji dest daye, li cihê bûyerê gelek kalikên vala hatine dîtin û berika fîşekê ku bûye sedemê mirina Yildirim nehatiye dîtin, nehatiye tespîtkirin ku gule ji kîjan çekê derketiye û ji ber vê yekê cara duyemîn biryara beraetê da. Parêzeran li dijî biryarê dîsa serî li dadgeha îstînafê dan û îtîraz kirin. 
 
LI BIRAYÊ WÎ JÎ CEZAYÊ ‘HEQARET LI ERDOGAN KIRIYE’ BIRÎN
 
Biryara beraetê dan faîlên Medenî Yildirim. Li birayê wî Mehmet Yildirim jî bi hinceta “Heqaret li Erdogan kiriye” salek û 2 meh cezayê hefsê hate birîn. 
 
RESMÊ KU KURÊ WÊ XÊZ KIRIYE VEDIŞÊRE
 
Fahriye Yildirim a di 9’emîn salvegera kurê xwe de qala wî kir, resmê ku hêj Medenî 9 salî bû xêz kiribû û di Roja Dayikan de diyarî wê kiribû di çarçoveyekê de vedişêre. Dayik Yildirim bi lêv kir ku zarokatiya Medenî hêj li ber çavên wê ye û anî ziman ku dema kurê wê ji ezmûnên zanîngehê re xwe amade dikir di dema şermezarkirina kalekolan de hate qetilkirin. 
 
‘ME HÊJ DI SERÊ DOZÊ DE FÊM KIR KU DÊ BERAET BIKIN’
 
Dayik diyar kir berî ku kurê wê Yildirim were kuştin li birayê xwe yê biçûk geriyaye û piştî jê re gotiye “Ev der tevlihev dibe, heke tu û dayik nehatibin, neyên” telefon hatiye girtin û piştî 4 saniyeyan hatiye qetilkirin. Yildirim, da zanîn ku kurê wê bi guleyeke ji nîzamiyeya leşkerî hate berdan hate qetilkirin û wiha qala doza di encama zextên mezin hate vekirin kir: “Kesên ku kurê min kuştin qebûlnekirin ku ew qetilkirine. Danişîna ewil di 2 deqiqeyan de bi dawî bû. Danişîna duyemîn jî 5 deqîqeyan berdewam kir. Me hêj di serê dozê de fêm kir ku wê doz bi beraetê encam bigire.”
 
BI BÊCEZATIYÊ ENCAM GIRT
 
Yildirim, bi lêv kir ku hêvî dikin ku bi biryara xerakirinê ya dadgeha îstînafê wê faîl bên cezakirin û wiha berdewam kir: “Ev darizin jî bi bêcezatiyê encam girt. Kesên ku kurê min kuştin mafdar derketin, ji ber em axivîn em neheq hatin îlankirin. Li dijî me her tim fîrewn hene. Naxwazin em biaxivin. Hemû kesên dizî û bênamûsiyê dikin tên berdan ji ber ku em axivîn ceza li me birîn.”
 
Yildirim, destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomîne û anî ziman ku wê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). 
 
‘EM QET JI BÎR NAKIN’
 
Dayik Yildirim, bi bîr xist ku di 6’êmîn salvegera kuştina Medenî Yildirim de kêlên gora wî hatin şikandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me Medenî ji bîr nekir, em ji bîr nakin jî Çiqas wext derbas bibe bila derbas be êşa wî her sal mezin dibe, em ê qet ji bîr nekin.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

29/06/2022
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
17:04 ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin
16:18 Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê
16:08 Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
16:07 Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir
16:03 Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike
15:10 Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn
15:04 Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin
15:01 Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin
14:57 Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin
14:56 HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
14:29 Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin
14:20 Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:10 Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket
13:42 Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin
12:56 Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin
12:39 Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye
12:22 Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an
11:59 Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet
11:52 Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê