Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin

  • rojane
  • 15:04 27 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Şandeya dadgehê di Doza Kobanê de biryar da ku bêyî agahî bidin siyasetmedar û parêzerên wan li şahidan bê guhdarîkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Berê Sebahat Tuncel jî bertek nîşanî vê biryarê da û wiha got: “Li vir hiqûq tune ye. Hûn şandeyeke wisa nînin ku bikarin nûnertiya pergala hiqûqeke demokratîk bikin.” 
 
Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 14’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Di danişîna dozê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de li gel parlamenterên HDP’ê, her wiha gelek parêzer û kes amade bûn. 
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin berdewam kir. Serokê dadgehê biryar da ku şahid Cem Tekel bi rêya SEGBÎS’ê bê guhdarîkirin. Di vê navberê de parêzer Kenan Maçoglu diyar kir ku derheqê guhdarîkirina şahid Tekel de tu agahî ji wan re nehatiye şandin û îtîraz kir. Serokê dadgehê da zanîn ku wan “ji bîr kiriye” ku îfadeyê şahid di nava biryara navberê ya berê de bi cih bikin û bi hinceta “sererastkirinên qanûnî” jî îtîraz red kir. 
 
TUNCEL: LI VÊ DERÊ HIQÛQ TUNE YE
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Berê Sebahat Tuncel di danişînê de axivî û got ku heta rapirsîn neqede, serokê dadgehê nikare dest bi guhdarîkirina şahidan bike. Bi domdarî jî Tuncel ev tişt anî ziman: “Baş e lê çi eleqeya îfadeyên şahidan ên beriya sala 2014’an di vê dosyayê de heye? Dev ji darizandina adilane berde, mirov weke însanî jî nikare tiştekî wiha qebûl bike. Ji kesek me re negotin ku dê şahid bên guhdarîkirin. Piştre jî dê rabin û bibêjin ‘Em li vê derê bi awayekî serbixwe didarizînin.’ Ev, tenê çîrok e. Ji bo ku zextê li HDP’ê bikin, hûn tenê ji hêla desthilatdariya siyasî ve hatine peywirdarkirin û ewqas. Li vê derê hiqûq tune ye. Hûn ne şandeyeke wisa ne ku bikarin nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin.” 
 
Bi domdarî Tuncel biryara “bisînorkirina parastinê ya ji bo rojekê” bi bîr xist û wiha domand: “Hûn hem mafê min ê parastinê asteng dikin û hem jî bêyî ku agahiyê bidin şahidan tînin. Bi la ev sepanên ne li rê bên qeydkirin. Dibe ku di demên pêş de di dersan de bên dayîn.” 
 
Piştre jî endamê MYK’a HDP’ê yê berê Nazmî Guler axivî û xwest ku ji biryara guhdarîkirina Tekel vegerin. 
 
'DADGEH BELGEYAN JI ME VEDIŞÊRE’
 
Parêzer Kenan Maçoglu da zanîn ku divê roja guhdarîkirina şahidan bi hemû aliyan re were ragihandin û wiha pê de çû: “Me tu belgeyeke ku dê şahid bê guhdarîkirin nedît. Dadgeha we ji me belgeyan vedişêre. Amadekirina şahidan bêusûlî ye.” 
 
Siyasetmedara kurd Aynûr Aşan jî destnîşan kir ku şahid bi awayekî derhiqûqî tê guhdarîkirin û wiha pê de çû: “Dozger Ahmet Altun îdianameyeke weke ‘heqîbê etar’ amade kir û piştre jî bû wekîlê serdozgerê Enqereyê. Hûn jî vê didomînin. Ez vî şahidî nas nakim û li dijî rêbaza rêvebirina dozê me. We şahidên di dosyayên berê de anîn û li ser me tevekan îfade jê girtin. Ev rêbaz, niyeta we aşkera dike.” 
 
KIŞANAK: DIXWAZIN BO SIYASETÊ AMÛRAN ÇÊBIKIN
 
Piştre jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin li ser SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû û wiha got: “Dixwazin dosyayê tevlihev bikin. Ev, hewldaneke taybet e. Ji bo astengkirina mafê me yê parastinê û ji bo ku bikarin biryarên derhiqûqî bidin, çi tiştê derheqê dosyayê yan jî ne têkildarî xistine nava dosyayê. Dosyaya şahidê behsê xeberê di sala 2012’an de hatiye vekirin û li gel ku bi ser re 10 sal derbas bûne jî ji min tenê îfadeyek an jî parastin nehatiye xwestin. Baş e lê hûn çima kesekê ji wê dosyayê tînin vê derê û bêyî ku parastina min guhdarî bikin hewl didin ji wî agahiyan bigirin? Xuyaye ku derdê te ne darizandineke adilane ye. Tekane derdê we ew e ku bû siyasetê amûran çêbikin. Guhdarîkirina vî şahidî, binpêkirina qanûnan e. Ev doza kompasê ya qesrê ye.” 
 
Piştre jî serokê dadgehê biryara navberê ava kir û îtîrazên ji bo guhdarîkirina şahid Tekel red kir. Serokê dadgehê ji bo ku îfadeyê nivîskî yê Tekel ji hêla siyasetmedaran ve were xwendin, biryar da ku Tekel piştî nîvro were guhdarîkirin. 
 
AKAT: TIŞTÊN KU WÊ DEMÊ NESÛC NIHA BÛNE SÛC 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata jî da zanîn ku di Komîsyona Makeqanûn û Mafên Mirovan a KCD’ê de dixebitî û ev tişt anî ziman: “We îfadeya Menderes Oner kir hinceta girtina min. Oner çi gotiye? Gotiye ‘Di KCD’ê de xebitî ye.’ KCD, di sala 2021’an de hate krîmînalîzekirin. Rêya çareseriya demokratîk, hebûna van saziyan e. Lê belê tiştên ku wê demê nesûc, niha bûne sûc. Dadgeha Bilind dibêje ‘KCD îllegal e.’ Dadgeha Makeqanûnê jî dibêje ‘îllegal nîne.’ Hûn niha kesekî ji rêzê nadarizînin, hûn siyasetmedarên ku li pey kirinên xwe disekinin didarizînin. Hûn hakem in. Heke îdiayek li holê hebe, bila bê îspatkirin. Ez dibêjim ku kesek nikare xebatên KCD’ê îllegalîze bike. Em saziya jinê ava dikin. Lê hûn bi îdiaya avakirina rêxistinê sûcdar dikin. Hûn nikarin vê pêvajoyê bi twîtekê bigirin dest. Tiştek di destê dozger Ahmet Altun de tune bû. Lewma sê şahidên nepen anîn. Hewl dan wisa nîşan bide ku di dosyayê darizandinek heye. Helwesta dadgeha we, rêgazên hiqûqê binpê dike. Biryarên navberê yên ku we derheqê min de ava kirin, vê rastiyê radixe ber çavan.” 
 
Şandeya dadgehê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

29/06/2022
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
17:04 ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin
16:18 Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê
16:08 Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
16:07 Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir
16:03 Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike
15:10 Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn
15:04 Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin
15:01 Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin
14:57 Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin
14:56 HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
14:29 Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin
14:20 Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:10 Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket
13:42 Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin
12:56 Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin
12:39 Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye
12:22 Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an
11:59 Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet