Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin

  • rojane
  • 13:21 29 Hezîran 2022
  • |
img
AGIRÎ - Zulkuf Kaya yê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, dema biribûn revîrê 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence lê kiribûn. Parêzerê wî derbarê îşkenceyê de gilî kir. 
 
Zulkuf Kaya yê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, dema di 21’ê Hezîranê de biribûn revîrê 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence lê kiribûn. Parêzerê wî Sertaç Çelîkkalelî ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Panosê da, derbarê îşkenceyê de gilî kir. Çelîkkalelî bi lêv kir ku piştî gardiyanan îşkence li muwekîlê wî kirine bêyî ku were dermankirin dîsa paş ve birine qawişa wî. 
 
‘2 SAETAN ÎŞKENCE KIRIN’
 
Çelîkkalelî, bi bîr xist ku Kaya di 21’ê Hezîranê de ji ser hişê xwe çûye û wiha got: “Piştî muwekîlê min ji ser hişê xwe diçe, ew birine revîrê gardiyan li vir jê re dibêjin ‘tu ji xwe wisa dikî’ û hewl dane dermankirina wî asteng bikin. Muwekîlê ku xwestiye mafê xwe ye tenduristiyê biparêze ji aliyê 20 gardiyanan ve bi qasî 2 saetan îşkence lê hatiye kirin. Gardiyanan li muwekîl dane, heqaret lê kirine û bikaranîna mafê wî yê tenduristiyê astengkirine. Ev jî têra wan nekiriye ji bo ku îşkenceya wan li muwekîl kirî dernekeve holê bêyî ku muwekîl derman bikin careke din birine qawişa wî. Hemû hevalên wî yên qawişê bûne şahid ku îşkence li muwekîlê min hatiye kirin û hevalên wî ew pansuman kiriye.”
 
PARÊZER GILÎ KIR
 
Çelîkkalelî gotinên Kaya yên “Bila herkes bizane ku li Girtîgeha Panosê îşkence û zilm heye” bi telefonê bi malbata xwe re axivî, bi bîr xistin û wiha berdewam kir: “Me derbarê gardiyanên ku îşkence li muwekîlê min kirin de gilî kir. Em dixwazin ku derbarê gumanbaran de lêpirsîn bê destpêkirin û bên cezakirin. Me ji bo ku dozger lêpirsîna pêwîst bide dest pêkirin û derbarê gumanbaran de doza cemaweriyê veke li dozgeriyê serlêdana sûc kir.”
 
ÇI QEWIMÎ BÛ?
 
Zulkuf Kaya yê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê tê ragirtin diyar kir ku dema ew di 21’ê hezîranê de birine revîrê 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence li wî kiribûn. Kaya yê ku bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû, tiştên jiyan wiha vegotibûn: “Bila herkes bizane ku li Girtîgeha Panosê îşkence heye. Îşkenceya ku li min kirin li ber çavên bijîşkê revîrê kirin. Em dixwazin parêzer bên serdana girtîgehê û tiştên diqewimin bibînin.” Li aliyê din malbata Kaya banga hestiyariyê li parazvanên mafên mirovan kiribû. 
 
 
 
 

Sernavên din

29/06/2022
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
17:04 ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin
16:18 Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê
16:08 Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
16:07 Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir
16:03 Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike
15:10 Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn
15:04 Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin
15:01 Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin
14:57 Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin
14:56 HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
14:29 Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin
14:20 Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:10 Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket
13:42 Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin
12:56 Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin
12:39 Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye
12:22 Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an
11:59 Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet
11:52 Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê