* Serokê ÎHD a Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re bike bang li Wezareta Dadê kir û got: "Pergala Îmraliyê divê bê betalkirin."
* Koray Turkay ê ji ber ku tev li Meşa Gemlikê bû û hat girtin diyar kir ku di hedefa wan de azadkirina Ocalan heye û got: "Divê azadiya Ocalan bibe rojeva muxalefetê jî."
* Hevserokê Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê Celal Ekîn bal kişand ser êrişên dawî yên li ser komeleyê û got, huner guh li tu astengiyan nas nake û dê paş de gav neavêjin.
* Rêxistinên çapemeniyê anîn ziman ku Qanûna Dzenformasyonê "qanûna sansurê" ye û gotin, bi vê qanûnê re dê azadiya çapemeniyê ber bi hêleke hîn tarîtir ve biçe.
* Parêzer Rezzan Gezer diyar kir ku “qanûna sansûrê” dê rê li ber bêdengkirina çapemeniya muxalîf veke û wiha got: “Em di pêvajoya hilbijartinê de ne. Desthilatdarî hewl dide hêdî hêdî her tiştekî bi dest bixe.”
* Hevserokên bajêr ên herêma Egeyê anîn ziman ku ji bo Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an a HDP'ê amade ne û gotin, ew ê tevî bi hezaran kesî biçin kongreyê.
* HDP'iyan ji Şaredarê Hezoyê Ayhan Eren ê ku bêyî îhale bê çêkirin û biryara meclîsê hebe xurdeyên hêjayî 600 hezar TL'yî firotin pirsî. Eren jî got: "Min ew firotin. Lê ez ê tu tiştî ji were nebêjim."
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 479’emîn de berdewam dike.
* Danişîna doza derbarê rojnamevan Abdûrrahman Gok ê di dema pîrozbahiyên Newrozê de wêneyên kêliya qetilkirina Kemal Kûrkût kişandibûn, wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)
* Danişîna doza derbarê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan de hatiye vekirin, dê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê bê dîtin. (09.30-19.00)
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)
* Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Amed, Stenbol, Îzmîr û Wanê dane destpêkirin dê berdewam bikin. (11.00-16.00)
* Parêzerên ku li pêş Edliyeya Stenbolê Nobeta Edaletê digirin wê çalakiya xwe ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamevanên li Amedê hatine girtin pêk bînin. (11.30)
* Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê wê têkildarî binçavkirinên di çalakiya hefteya 900’emîn a Dayikên Şemiyê xwest pêk bîne de hatibûn kirin wê li Dadgeha Stenbolê gilî bikin. (12.30)
* Ekolojîst wê li Meletî û Stenbolê, têkildarî teqîna boriya siyanurê ku li gundê Çopler ê navçeya Îlîç a Erzinganê de pêk hatibû dê daxuyaniyê bidin. (13.00-19.00)
* Danişîna doza derbarê 19 parêzerên ji ber jêrzemînên Cizîrê çalakî kiribûn de hatibû vekirin wê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.45)
* Rêxistinên ciwanên sosyalîst li Îzmîrê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li pêş Saziya Tiba Edlî daxuyaniyê bidin. (15.30)