WAN - Dayika Makbûle Ozer a 80 salî li Wanê hatibû girtin. Ji bo ku Ozer “cezayê xwe li malê xelas bike” serlêdan hate kirin lê 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ev serlêdan red kir.
Dadgeha herêmî bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê hefsê dabû dayika Makbûle Ozer a 80 salî. Cezayê Ozer hate erêkirin û li gel ku ji sedî 53 astengdar e jî di 9’ê gulanê de hate girtin. Ji bo ku Ozer “cezayê xwe li malê xelas bike” li Dadgeriya Înfazê ya Wanê serlêdan hatibû kirin û piştî redkirina serlêdanê, parêzeran serî li dadgeha jor da. 1’emîn Dadgeha Giran a Wanê îdia kir ku rapora ji Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê hatiye girtin derbasdar nîne û biryar da ku rewşa girtî ya Ozer bidome. Dadgehê her wiha daxwaza “bila cezayê xwe li malê xelas bike” jî bi hinceta ku rapora tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê bi têrî nirxandina wan nake, red kir.
DÊ BIBIN AYM’Ê
Piştî biryara 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê dê parêzerên Ozer dê mijarê bibin Dadgeha Makeqanûnê.