Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin

  • rojane
  • 16:14 19 Mijdar 2022
  • |
img
AMED/ÊLIH - Di hefteya 719’emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de çîroka jinên ku ji sala 1990’an vir ve hatine windakirin hatin xwendin. Li Êlihê jî aqûbeta Gulistan Dokû hate pirsîn. 
 
Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 719’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî de çîroka jinên hatine windakirin hatin xwendin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosayê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) tev li bûn. Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Jiyan Ormanli çîroka jinan xwendin. 
 
Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr a beriya daxuyaniyê axivî, bi wesileya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî Xwişkên Mîrabel ên ji bo azadiya jinan têkoşiyan û Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Rêjîma Îranê ve hate qetilkirin bi bîr anîn. 
 
 
Demîr, bi lêv kir ku li Bakurê Kurdistanê tundiya li ser jinê pir aliye û wiha got: “Ji bilî tundiya li ser jinê ya di nava malbatê de di qada civakî de jî tundiyeke gelek cidî heye. Bi dehan jinên ku ji ber neheqî û bêadeletî, binpêkirinên mafan anîn ziman, hatin binçavkirin, rastî tacîza darazê hatin, hatin hedef girtin, gef lê hatin xwarin, bi salan di girtîgehê de man hene. Gelek jinên ji bo azadiya jinê têdikoşin neçar dimînin ku hem bi tundiya mîkro hem bi tundiya makro re têbikoşin.” 
 
Demîr, da zanîn ku têkoşîna jin 40 sal in zêdetir didin bi mînakên bêhejmar ên fedakarî û berxwedanê tejî ne û wiha berdewam kir: “Têkoşîna dayikên Şemiyê ku lêgerînerên ewil ên bi hezaran kiryarên nediyar in, weke mînaka herî berbiçav a israr û baweriya Însîyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji bo avakirina aştiyê niha weke şênber li pêşberî me ye”
 
‘DAYIK HÊZÊ DIDIN ME’
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî, têkoşîna edalet û mafê ku bi salan belav bûye slav kir û wiha axivî: “Bi minasebeta 25’ê Mijdarê dayikên ku vê têkoşînê dimeşînin, rastî tundiya cur bi cur a dewletê hatin. Lê tu carî dev ji têkoşîn û lêgerîna xwe bernedan. Têkoşîn û berxwedana xwe mezin kirin heta vê rojê hatin. Ev têkoşîna bi nirx hêzê dide me. Ev têkoşîn her wiha têkoşîneke aştiyê ye. Di destpêkê de divê mafê wan bê dayîn, edalet cihê xwe bibîne û bingeha aştiyê bê avakirin.”
 
Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Asya Cemre Işik jî destnîşan kir ku ew ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin û ji bo bi dayikan re bibin dengek hatin cem hev û wiha got: “Cihê ku em daxwaza edaletê dikin diguhere, kes diguherin. Lê belê daxwaza me her tim heman e. Me îro li vir ji bo Meryem Sevîm daxwaza edaletê kir. Kesên ku hatine windakirin em daxwaza edaletê dikin. Daxwaza me dê tu carî bi dawî nebe. Heta ku jiyanek wekhev, edilane û  azad bi dest bixin têkoşîna me dê bidome.”
 
ÇÎROKÊN WAN HATIN XWENDIN
 
Piştî axaftinên hatin kirin, parêzer Jiyan Ormanli navên jinên ku hatine windakirin wiha rêzkirin:  
 
“* Em ji bo Makbûle Okden a ku hestiyên wê di sala 1991’ê de li Cizîrê piştî 18 salan di xebatên çêkirina rê de hatin dîtin edaletê dixwazin.
 
*Em ji bo Bedriye Gumuş a ku di 17’ê Sibata 1992’an de hat xwestin ku gelê Nisêbînê bibin cerdevan qebûl nekirin, polîsan gulebaran li ser wan reşand a jiyana xwe ji dest da edaletê dixwazin.
 
* Em ji bo Ayten Ozturk a ku di 27’ê Tirmeha 1992’an de li Dêrsîmê hat binçavkirin û piştî 8 rojan cenazeyê wê di 14’ê Tebaxa 1992’an de li Kartepe ya Xarpêtê definkirî hat dîtin, edaletê dixwazin.
 
* Em ji bo Ridda Yavûz a ku piştî li Dêrîka Mêrdînê bi tevî 2 kesan hat binçavkirin şûnde êdî agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.
 
* Em ji bo Sedîka Dal a ku di Îlona 1993’an de li Taxa Selahaddîn Eyyûbî ya Nisêbînê ji aliyê Hîzbûllah ve bi kîsik ve hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.
 
* Em ji bo Hamîde Şarli a ku di 24’ê Kanûna 1993’an de li gundê Bedlîs/Tetwan û Wanê ji malê xwe ji aliyê leşkeran ve bi birayê xwe Raman re ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin, careke din agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.
 
*Em ji bo Hatun Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn ên ku piştî operasyona leşkeri ya 24’ê Îlona 1994’an li gundê Mirikê ya Dersîm hat kirin şûnde, careke din agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.
 
* Em ji bo Lutfiye Kaçar a ku di 5’ê Cotmeha 1994’an de li Stenbolê hat binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.
 
* Em ji bo Gulnaz Tatu û Kadriye Tatu yên ku di 17’ê Cotmeha 1994’an de li gundê Ortaç a navçeya Dêrxasê ya Mûşê ku xwestin biçin sewalên xwe bidoşin di nava operasyona leşkerî de mabûn careke din agahî nehat girtin, edaletê dixwazin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
LI ÊLIHÊ AQÛBETA DOKÛ HATE PIRSÎN
 
Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 556’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist û daxuyanî dan. Di çalakiyê de wêneyên xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ya 3 sal in agahî jê nayên girtin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Baroya Amedê, rêxistinên bajêr ên DBP’ê û HDP’ê, Platforma Ked û Demokrasiyê, Platforma Jinan a Êlihê, malbatên windakiriyan û endam û rêveberên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Êlihê Rûmeysa Denîz Kaya çîroka xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsimê winda bû û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin xwend û aqûbeta wê pirsî. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 

Sernavên din

20/11/2022
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!
10:20 Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir
10:17 Jinên SKM û OGKî hatin berdan
10:01 KON-MED: Divê li dijî sûcên şer xeta têkoşînê bê avakirin
09:59 'Ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li pêş çav e ‘
09:23 Dayika girtiyê nexweş Mûtlû: Berî bimirim dixwazim berdana kurê xwe bibînim
09:01 Birayê girtiyê nexweş ê 74 salî: Ev îşkence ye
09:01 ‘Kurd divê li dijî bêhiqûqîtiya li girtîgehan deng derxînin'
09:00 OHD'ê bang li rêxistinên hiqûqî kir: Li hemberî tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:54 Li Mûglayê erdhej
08:49 Ji binçavkiriyên teqîna Stenbolê 17 kes jê hatin girtin
17/11/2022
23:08 Têkildarî teqîna li Taksîmê 17 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
21:48 Li Silêmaniyeyê teqîn: 3 xanî xera bûn
21:43 Li Kadikoyê polîsan avêt ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê
19:51 Platforma Jinan a Şahmaranê qert şandin ji girtiyan re
19:15 Di doza malbata Dedeogûllariyê de li tetikkêş Mehmet Altûn 7 caran cezayê muebeda giran hat birîn
18:38 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Heya niha 342 kes hatine qetilkirin
17:04 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger hate destpêkirin
17:01 Di danişîna doza komkujiya Dedeogûllari de parêzer ji eywanê hatin derxistin
17:00 Albashir got ku ne ji Efrînê lê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bûye
16:44 Xwendekarên welatparêz ‘Meclisa Xwendekarên Demokratîk’ ragihand
16:28 Baroya Enqereyê dê destûra ‘reglê’ bide xebatkarên xwe
15:58 Meclisa Jinan a DBP’a Wanê damezrandina xwe ragihand
15:43 ‘Divê Iraq li NY’ê giliyê Tirkiyeyê bike’
15:39 Di şer de leşkerek hat kuştin
15:38 Wezîrê Karên Derve dê ji ber êrişên Tirkiyeyê vexwînin Parlamentoya Iraqê
15:26 Nobeta Edaletê: Doza gelê kurd, doza demokrasî û azadiyê ye
15:02 ÎHD: Mûxalefeta ji hedefgirtinê re bêdeng ma jî hevkarê sûc e
14:59 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak hat berdan
14:27 Danişîna xebatkarê ÎBB’ê Başkapan hat taloqkirin
14:05 Ji ber parvekirinên hesabeke din cezayê hefsê dan rojnameger Canozer
13:44 Dayikên Aştiyê çûn serdana Malbata Şenyaşar
13:12 ‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’
12:51 Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan
12:08 Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî
11:48 MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin
11:39 Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê