Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk

ŞIRNEX - Nivîskar Hurşît Baran Mendeş piştî xebateke sê salan serpêhatiya jiyan û hunerê ya “Mîrê Ribabê” anku hunermend Miradê Kinê kir pirtûk. 

Miradê Kinê an jî di nav gel de bi navê din Mirado, di sala 1943’yan de li gundê Gera Cafer ê bi ser navçeya Kercewsa Êlihê ve ji dayik dibe. Miradê Kinê ku dengbêjî, stranbêjî û çîrokbêjiyê dike, bi navê “Mîrê Ribabê” jî tê naskirin. Bi jêhatîbûn û şîroveyên xwe yên li ser şer, evîn û bûyerên cuda stran gotine, navdar bûye. Miradê Kinê yê ku di heman demê de karmendê dewletê bû jî tevî hemû astengiyan jî dev ji dengbêjiyê bernade û di 17'ê Kanûna 1984'an de li Sêrtê koça dawî dike. Miradê Kinê heta 4 saliya xwe bi malbata xwe re dijî. Birayên wî Halîl û Cemîl hene. Piştî bi salan Miradê Kinê û malbata xwe koçî navçeya Kerborana Mêrdînê dikin. Li navçeya Kerboranê dest bi muzîkê dike. Bavê wî jî yek ji hosteyên kemençeyê ango ribabê ye û dengbêj e. Miradê Kinê, li ber destê bavê xwe Ferhat û apê xwe Reşît hînî ribabê dibe. 
 
Nivîskarê kurd Hurşît Baran Mendeş vê carê jî berê xwe da serpêhatî û jiyana  hunerî ya Mirado. Mendeş pirtûka ku qala jiyana hunermendê navdar Mirado dike, amade kir û pirtûk der çû. Pirtûka ku ji 500 rûpelan pêk tê ji aliyê weşanxaneya Nûbihar ve hate çapkirin. Mendeş bi salan kêlî bi kêlî jiyana Miradê Kinê lêkolîn û berhev dike. Bi hevalên wî, zarok, hevjîn û koçerên ku wî nas dikin re hevdîtin dike. Yek bi yek li wan guhdar dike û di encama xebata sê salan de pirtûka ku qala stran, jiyan û hûnera Mirado dike, pêşkêşî xwînerên xwe kir. 
 
'MIRADÊ KINÊ XIZÎNE YE’
 
Mendeş der barê naverok û girîngiya pirtûkê de axivî. Mendeş anî ziman ku Miradê Kinê ji bo çand û hûnera kurd xîzîneyek bûye û wiha got: “Min di serî de jiyana dengbêj Meryem Xanê nivîsand. Piştî ku wextek bi ser re derbas bû, min li ser jiyana Miradê Kinê ketim nava lêkolînê û berheviyê û paşê min nivîsand. Her kes Miradê Kinê nas dike. Stranbêjek û dengbêjek navdar e. Pîranî ji di nav xelkê me yê Herêma Torê û qismek jî Herêma Xerzanê de Miradê Kinê gelek tê hezkirin. Her mala ku teyb têde hebû, bandên Miradê Kinê lê hebûn û bandê wî li ser teyibê bû. Heta ku di zarokatiya min de jî wiha bû. Miradê Kinê di nav koçeran de jî gelek dihat hezkirin. Dema ku ez di nav Toriyan de geriyam min jiyana wî kifş kir. Piştre min dest bi nivîsandina jiyana Miradê Kinê kir. Min xwe gihand malbata wî û hezkiriyên wî. Her ku min li ser jiyana Miradê Kinê lêkolîn kir, min dît ku Miradê Kinê ji bo çanda kurdî, zimanê kurdî bi tena serê xwe xizîneyek e. 
 
JI BO NIFŞÊN NÛ 
 
Min jî got ji bo nifşên nû û hûnermendên nû û ji bo siberojê pêwîst dît ku jiyana Miradê Kinê binivisînim. Nêzikî 2 salan li herêma Torê û cihê ku wextekî Miradê Kinê lê karmendiya dewletê kiriye li Sêrtê, li Kerboranê û li gundên Kerboranê bi hevalên wî re hevdîtin kir û bi vî awayî min dest bi lêkolînkirina Miradê Kinê kir. Di encama lêkolînkirina jiyana wî de min pirtûka ku ji 500 rûpelan pêk tê nivîsand û çap kir. Xebateke pir baş û serkeftî ye."
 
‘BI GEWRÎ, DEVOK Û RIBABA XWE MÎNAK E’
 
Mendeş diyar kir ku armanca wî bi derxistina vê pirtûkê re ew bû ku hûnera Miradê Kinê bê naskirin û wenda nebe û wiha domand: “Min zehmetiyeke mezin bi lêkolînkirina jiyana Miradê Kinê re dît lê hêja bû. Çimkî Miradê Kinê bi tena serê xwe xîzîneyek e. Hûnermendeke bêhempa ye. Bi gewriya xwe ve, devoka xwe ve û ribaba xwe ve bi her awayî ve mînak e. Ji bo wê min xwest ku gelê me jî Miradê Kinê nas bike. Miradê Kinê li gundê Gera Cafer yê bi ser Kercewsê ve tê dinê û sala 1984'an mixabin di temeneke ciwan de li navçeya Tiloyê jiyana xwe ji dest dide. Min pîranî jî li cihê ku lê hatiye dinê û jiyana xwe ji dest daye lêkolîn kir. Min bi hevjîna wî re hevdîtin kir. Di xebateke 2 salan de min li herêma Torî û Xerzanê û heta bajarê Êlihê lêkolîn kir. Tiştê ku der heqê Miradê Kinê de bê mereqkirin min hemû komkirin. Pirtûk di encama xebateke sê salan de çap bû.” 
 
116 STRANÊN WÎ BERHEV KIRIN
 
Mendeş da zanîn ku wî di encama lêkolînên ku kiriye de 116 stranên Miradê Kinê peyda ango berhev kiriye û wiha got: “Miradê Kinê tevî hemû zehmetiyan jî dev ji stranbêjiyê bernade ye. Stranên Miradê Kinê pîranî li ser herêmê, şeran, evîndariyê û govendê ne. Her wiha çîrokên wî hene berfireh behs dikin. Ji xwe di dema xwe de bi ribaba xwe diçû dewatan. Tişta ku min di encama vê lêkolînê de dît, aliyekî Miradê Kinê şoreşger bû, welatparêz û girêdayî axa xwe bû. Wextê karmendiya dewletê dike jî gelek tiştên nebaş tên serî û ji bo ku stranbêjiyê neke jî astengiyan jê re derdixînin. Jê dixwazin ku dev ji dengbêjiyê berde lê ew bernade û her devera ku diçê jî lê stranên xwe dibêje. Li herêma Torê ji Miradê Kinê re dibêjin ‘Mîrê ribabê’. Ji ber ku ribabê pir xweş lê dide û tu kes nîne ku weke wî lê bide. Hûnermendên niha wî ji xwe re dikin mînak û bi wî rêbazî hûnera xwe pêş de dibin. Li gorî lêkolînê jî 116 kilamên wî hene. Lê mixabin hin stranên wî winda ne û hin hunermendên din weke stranên xwe nîşan dane. Min xwe negihand wan. Lêkolîna min a li ser çanda û hunera kurdî û hunermend û dengbêjan dê bidome. Min bi Meryem Xanê dest pê kir û bi Miradê Kinê domand. Çima dengbêj? Çimkî dengbêj jiyan e, zimanê kurdî ye, dîroka kurdî ye. Heke ku dengbêjî nebûya wê gelek tiştên me winda bibûna. Me gelek şer, dîrok, êş û çîrokên berê nedizanibû, lê em bi saya dengbêjan dizanin. Ji ber wê divê ku em li dengbêjên xwe xwedî derbikevin û em bigihînin nifşên nû.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da | HATE NÛKIRIN
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye