Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’

WAN - Ûgûr Bayraktar ê DBP’î anî ziman ku ew ê bi hezaran kesan ve tev li mitînga “azadiyê” ya ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê were lidarxistin bibin û wiha got: “Dema azadiya birêz Ocalan hatiye. Ocalan tê wateya aştiyê û pêşîlêgirtina rijandina xwînê."

Platforma Saziyên Demokratîk dê di 13’ê mehê de bi diruşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên ba hev” dê mitîngekî mezin li dar bixe. Amadehiyên mitînga ku dê di çarçoveya kampanyaya pêkanîna azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demoratîk a pirsgirêka kurd were lidarxistin, li gelek bajaran berdewam dike. Tê payîn ku dê ji Wanê hezaran kes tev li mitînga li Amedê tê lidarxistin, bibin.  
 
‘DIVÊ FAŞÎZM WERE SEKINANDIN’
 
Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ûgûr Bayrak ê li Wanê amadehiyên xwe yên mitîngê didomîne, hemû Waniyan vexwend mitîngê. Bayrak bi bîr xist ku 9’ê cotmehê 26’emîn salvegera komploya sala 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin e û wiha got: “Polîtîkaya tecrîdekî giran a ku ev 42 meh in ser birêz Ocalan tê meşandin heye. Destûrê nadin bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Em ji rewşa tenduristî ya birêz Ocalan biguman in. Nijadperestiyekî ku ev 26 sal in her ku diçe zêde dibe heye û divê ev nejadperstî were sekinandin.” 
 
Ûgûr Bayraktar
 
‘DI SEDHEZARAN KES TEV LI BIBIN’
 
Bayrak sedema xitimandina siyasî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê wek tecrîda girankirî nişan da. Bayrak diyar kir ku Abdullah Ocalan serokekî girîng e wiha got: “Birêz Ocalan tenê rêbertiya tevgera kurd nake. Parêzname, nirxandinên wî rêbertiya Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Li Rojhilata Navîn xitimandinek heye û yek ji sedemên vê yekê jî birêz Ocalan ê ev 25 sal in dîl hatiye girtin e. Lewma riya derketina ji vê krîzê, pêkanîna hevdîtinên birêz Ocalan a bi parêzer û malbata wî ye. Hevdîtina bi Ocalan re tê wateya dîtina riyekî û diyarkirina nexşerêyekî ye.” 
 
‘DIVÊ BI MÎLYONAN KES BIHERIKIN’
 
Bayrak, da zanîn ku mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê were lidarxistin gelek girîng e û axaftina xwe wiha domand: “Îro azadiya birêz Ocalan tê wateya azadiya welat û mirovan. Azadkirina Ocalan tê wateya azadiya gelê kurd, şoreşger, demokrat, nasnameyên ku cihêkarî li wan hatine kirin. Ji ber wê em dibêjin divê demildest tecrîda ser birêz Ocalan were rakirin û azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn. Lewma tev li bûna sed hezaran, herwiha bi mîlyonan kesan gelek girîng e.”
 
KOMÎSYON DIXEBITIN
 
Bayrak di mijarên behsê xebarê de bal kişand ser rol û rista Wanê û derbarê xebatên li Wanê ya ji bo mitînga Amedê tên kirin wiha got: “Bajarekî ku di hilbijartinan de ji 14 navçeyên hemûyan stendî ye. Li dijî xespkirina îradeyê bi 2 rojan serhildan kir û mazbatayê girt. Lewma çavê her kesekê li Wanê ye. Li Wanê berdewariyekî mezin heye. Em jî dê bi tev li bûna hezaran kesan li Amedê bin. Me ji bo vê yekê li tax û navçeyan komîsyon ava kirin. Em vê xebatê jî bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re didin meşandin. Em amade ku ji 7 saliyê heya 70 saliyê hemû welatiyên xwe bibin mitîngê. Ji bo vê jî serlêdana rêxistinên me yên navçe û navenda bes e.”
 
‘EM JI BO BIRÊZ OCALAN DI REWŞA REXNEDAYÎNÊ DE NE’
 
Bayrak di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê heya roja mitîngê li Wanê kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û wiha derbirî: “Gelê Wanê dê tevlibûnekî ku layikê xwe pêk bîne. Dema azadiya birêz Ocalan hatiye. Di vê mijarê de hem siyaseta kurd û hem jî şoreşger û demokratên li Tirkiyeyê di rewşa rexnedayînê de ne. Ji ber birêz Ocalan tê wateya aştiyê û sekinîna xwîna diherike. Ocalan li vê axê tê wateya aştî, azadî, biratî û jiyana bi hev re. Tê wateya avakirina civakekî nû. Lewma divê Ocalan demildest azad be. Ji bo vê yekê çi bikeve ser me, divê êm bi zêdetir pêk bînin.”  

Sernavên din

11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da | HATE NÛKIRIN
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye