Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn

  • rojane
  • 09:10 20 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Rojnameger û nivîskar Hurşît Baran Mende ku çîroka jiyana dengbêj Meryem Xanê kelî bi kelî lêkolîn kiriye û wekî pirtûk çap kiriye, got: "Min xwe nêçar dît ku vê pirtûkê binivîsim. Nenaskirina Meryem Xanê jî nîşaneya xwedî derneketina li nirxên me ye. Heger em xwedî lê derketana dê me bizaniba ku Meryem Xan ne ji Dêrgûlê ye." 
 
Rojnameger û nivîskar Hurşît Baran Mende, li pey şopa jiyana Meryem Xanê ketiye ku di dengbêjiya kurdî de xwedî cihekî girîng e. Meryem Xan ku heta niha dihat zanîn ji bajarokê Dêrgûlê ye, bi pirtûka Mende re derdikeve holê ku ji gundê Kêrxwerî yê girêdayî navçeya Basayê ya Şirnexê ye. Rojnameger û nivîskar Hurşît Baran Mende piştî lêkolîneke du salan di sala 2019’an de çîroka jiyana rast a Meryem Xanê di pirtûka xwe ya bi navê “Huner û Stranên Jiyana Meryem Xan” de berhev kiriye. Meryem Xan, li gorî salnameya hicrî di 20.06.1330'an de li gundê Kêrxwerê yê girêdayî navçeya Basayê  ya Şirnexê ji dayîk bûye. Ev dîrok li gorî salnameya mîladî sala 1912’an e.
 
Mende, ji strana “Hêlî Delal” dest bi lêkolîna çîroka jiyana Meryem Xanê kiriye. Dema ku li şopa malbata Eliyê Remo ya ku di stran de derbas dibe geriyaye, dîtiye ku malbat li gundê Çêlga Eliyê Remo yê Kerboranê dijî. Mende ku bi vî rengî dest bi serpêhatiya dike di sala 2017'an de li gund bi keça Meryem Xanê ya 90 salî Hecî Ferxê û her kesên ku wê nas dikin re hevdîtin kiriye. Rojnameger û nivîskar Mende ku çîroka Merxem Xanê ya ku tê îdiakirin li bajaroka Dêrgûl a Şirnexê ji dayik bûye û mezin bûye nivîsandiye. Mende diyar kiriye ku Meryem Xan ne ji Dêrgûlê ye bi lêkolînekê têkoşîna Meryem Xanê derxistiye holê. 
 
Di pirtûkê de tê gotin ku zarokên wê yên ne ji wê Fatma, Nûcuda û Tûrhan jiyana xwe ji dest dane û Hecî Fexrê jî 90 salî ye. Meryem Xan piştî ku Halîl Aslan terk diçe û diçe  3 salan ûnde bi Eya Seyîd re dizewice. Ji aliyê din ve di pirtûkl de tê gotin ku keç û 2 kurên Heciyê Hemo hene û Meryem Xan zaroka herî mezin e û birayê wê yê bi navê Huseyîn bi guleya leşkeran hatiye qetilkirin. 
 
JI DÎROKA KERBORANÊ BER BI ŞOPA MERYEM XANÊ
 
Rojnameger û nivîskar Hurşît Baran Mende, diyar kir ku wî bi refleksa rojnamgeriyê dest bi lêkolînkirina jiyana Meryem Xanê kiriye û wiha axivî: "Ev nêzî 25 sal in ku ez rojnamevaniyê dikim. Dema ku min li aliyê Kerborana Mêrdînê rojnamegerî dikir min dîroka wir jî nivîsand. Dema ku min dîroka wê derê lêkolîn dikir em rastî şopa dengbêja herî navdar Meryem Xanê hatin. Li wir ji Merxem Xanê re digotin, 'Meryemok', nedigotin Meryem Xan. Kesên wê heremê ku emrê wan 70-80'ê salî di vegotina jiyana Meryem Xanê de digotin, 'Ew her tim di nava me de bû. Di dawetan de, şahiyan de her tim bi me re bû, miroveke pir keyfxweş bû.' Wê demê ew daxwaza min a lêkolînkirina jiyana wê zêdetir bû û ez gihiştim encamekê. Me dest bi lêkolînan kir û dit ku jiyana Meryem Xanê di nav çiyayên Botan û Torêyê de derbas bûye. Wexta ku me dit hatiye li Kerboranê bi cih bûye me lêkolînên xwe hin zêdetir kirin. Çimkî di malperên medyaya civakî de, dihat nivîsandin ku Meryem Xan ji bajaroka Dêrgûl ya Şirnexê ye. Piştî ku me lêkolîn kir me dît ku jiyana wê di navbera çiyayê Botanê û navbera Sêrt û Basayê de derbas dibe. Basa bi xwe jî navçeyeke girêdayî Şirnexê ye. Me dît ku Meryem Xan li gundê Kêrxwer yê Basayê hatiye dinê. Qîza Heciyê Hemo û Eyê ye. Digotin Meryem Xan ji Dêrgûlê ye, 12 salan li Zaxoyê maye û bûye bûka Bedirxaniyan. Lê bi vê lêkolînê ev tev vala derketin. Me dît ku Meryem Xan ne wekî ku hatiye nivîsandine. Em pir keyfxweş bûn ku me jiyana wê ya rast derxist holê."
 
TÊKOŞÎNA MERYEM XANÊ
 
Mende, bi lêv kir ku Meryem Xan li tevî hemû zext û zordariyê jî dev ji dengbêjiyê bernedaye û wiha domand: "Meryem Xan li gundekî ku wekî hêlîna teyra dijî. Di zarokatiya xwe dest bi dengbêjiyê dike. Dengbêjî bûye jiyana wê. Piştî ku bavê wê Heciyê Hemo û dayika wê Eyê wefat dikin ew tên derbasî Kerboranê, gundê Toriyan dibin. Li wir eşîra erebiyan heye û ji wê re dibêjin mala Eliyê Remo. Çend salan li mala wan dimînin. Mala Eliyê Remo pir qîmet dide Meryem Xanê. Ji ber dengê wê û sekna wê pir bedew e. Meryem Xan di dîwanên mala Eliyê Remo de distirê. Keyfa gel pir ji wê re tê. Piştî demekê mala Eliyê Remo Meryem Xanê bi ciwanê bi navê Xelîl Aslan re ku ji gundê Zivingê ye dizewicînin. Di wê navberê de jî dengbêjiya xwe jî didomîne. Lê hevjînê wê dibêje, 'ez qebûl nakim ku tu Dengbêjiyê bikî.' Jê re dibêje, 'heger tu dengbêjiyê bikî ez ê te berdim.' Wê pir aciz dike û heta ku carinan rastî tundiyê jî tê. Lê Meryem Xan jê re dibêje, 'Dengbêjî jiyana min e ez bimrim jî ez dev jê bernadim, tu bixwazî min berde.' Nîqaşên bi vî rengî di navbera wan de didomin. Meryem Xan carekê biryara xwe dide û xwe berdide Çemê Dîcleyê û derbasî Mûsilê dibe. Çend salan li wir dimîne û piştre bi yekî ereb re dizewice. Pitştre hevjînê wê yê pîlot di qezayeke hewayiyê de jiyana xwe ji dest dide. Nêzî 10 salan li Mûsilê dimîne. Piştre dibihîze ku şandeyek hatiye dengê hunermendan qey dike. Ew jî biryara xwe dide û berê xwe dide Bexdayê û li wir jî dengbêjiyê dike û piştre jî dengê wê bi nav û deng dibe." 
 
'MIN XWE NÊÇAR DÎT KU BINIVÎSIM'
 
Mende anî ziman ku wî nivîsandina jiyana Meryem Xanê wekê berpirsyariyekê dîtiye û ev tişt gotin: "Min xwe nêçar dît ku vê pirtûkê binivîsim. Ez lê dinêrim dengbêjên me bê qedir û bê qîmet in. Min jiyana çend dengbêjan xwendiye gelek zehmetî dîtine. Yên wekî Elmas Xanê, yên wekî Eyşe Şan û Şakiro bi feqîrî û jariyê jiyana xwe ji dest dane. Ev li zora min çû. Ez dixwazim ku gel xwedî li van dengbêjan derbikeve. Nimûne Meryem Xan ku cara yekem dengê wê ket plakan. Ez dixwazim, gel xwedî li nirxên xwe derbikevin. Di wê navberê de me dît ku Meryem Xan nirxa me ya herî girîng e. Di wextê wê de kesekî nedikarî dengbêjiyê bike. Meryem Xan ev zehmetî hemû derbas kirine û dengbêjî kiriye. Mal daniye aliyekî, bav daniye aliyekî, bira daniye aliyekî. Her tiştê xwe daniye aliyekî û dengbêjî kiriye. Ev tiştekî gelek girîng e. Dengbêjî di heman demê de hebûn û nebûna zimanê kurdî ye. Divê em qedir û qîmetê wan bizanin."
 
'NENASKIRINA MERYEM XANÊ NÎŞANEYA XWEDÎ NEDERKETINÊ YE'
 
Nivîskar Mende heya niha nenivîsandina çîroka jiyana Meryem Xanê jî rexne kir û wiha got: "Em li nirxên xwe xwedî dernakevin. Ji ber ku em li nirxên xwe xwedî dernakevin em wê rewşê de ne. Divê em li dîrok û çanda xwe xwedî derkevin. Nenaskirina Meryem Xanê jî nîşaneya xwedînederketina li nirxên me ye. Heger em xwedî lê derketana dê me bizanibûya ku Meryem Xan ne ji Dêrgûlê ye. Divê em bi her awayî xwedî li nirxên xwe derkevin. Ez ne amade bûm ku pirtûkê bi kurdî binivîsim. Lê em ê di demeke nêz de bi kurdî çap bikin. Di heman demê de min jiyana Miradê Kinê jî nivîsandiye û nêzikî 600 rûpelan e. Min jiyana wî bi kurdî nivîsandiye. Ji vê saetê pê ve em ê bi kurdî binivîsin û bidomînin." 
 
HURŞÎT BARAN MENDE KÎ YE?
 
Di sala 1976'an de li Cizîrê ji dayik bûye, dibistana seretayî, navîn û amadeyî li navçeya Hezexê qedandiye. Di sala 1992'an de di rojnameyên Çagda Urla û Yarimada yên ku neçar maa wan biterikînin û li navçeya Urla ya Îzmîrê dest bi qunciknivîsê kir. Pirtûka wî ya yekem a helbestan di sala 1996'an de hatiye çapkirin, beşek ji pirtûkê helbest e. Di sala 2000'an de li Hezexê rojnameyeke herêmî ya bi navê Guney Expressê derxist. Her wiha di saziyên cuda de serokatî kir. Di gelek ajansên nûçeyan û rojnameyan de xebitî. Di sala 2010’an de bû Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Şirnexê. Di sala 2011’an de li navçeya Kerboranê rojnameya Dargeçît Haber derxist. Niha di navbera Turabdin û Botanê de xebatên berfireh dide meşandin.
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/11/2022
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!
10:20 Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir
10:17 Jinên SKM û OGKî hatin berdan
10:01 KON-MED: Divê li dijî sûcên şer xeta têkoşînê bê avakirin
09:59 'Ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li pêş çav e ‘
09:23 Dayika girtiyê nexweş Mûtlû: Berî bimirim dixwazim berdana kurê xwe bibînim
09:01 Birayê girtiyê nexweş ê 74 salî: Ev îşkence ye
09:01 ‘Kurd divê li dijî bêhiqûqîtiya li girtîgehan deng derxînin'
09:00 OHD'ê bang li rêxistinên hiqûqî kir: Li hemberî tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:54 Li Mûglayê erdhej
08:49 Ji binçavkiriyên teqîna Stenbolê 17 kes jê hatin girtin
17/11/2022
23:08 Têkildarî teqîna li Taksîmê 17 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
21:48 Li Silêmaniyeyê teqîn: 3 xanî xera bûn
21:43 Li Kadikoyê polîsan avêt ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê
19:51 Platforma Jinan a Şahmaranê qert şandin ji girtiyan re
19:15 Di doza malbata Dedeogûllariyê de li tetikkêş Mehmet Altûn 7 caran cezayê muebeda giran hat birîn
18:38 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Heya niha 342 kes hatine qetilkirin
17:04 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger hate destpêkirin
17:01 Di danişîna doza komkujiya Dedeogûllari de parêzer ji eywanê hatin derxistin
17:00 Albashir got ku ne ji Efrînê lê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bûye
16:44 Xwendekarên welatparêz ‘Meclisa Xwendekarên Demokratîk’ ragihand
16:28 Baroya Enqereyê dê destûra ‘reglê’ bide xebatkarên xwe
15:58 Meclisa Jinan a DBP’a Wanê damezrandina xwe ragihand
15:43 ‘Divê Iraq li NY’ê giliyê Tirkiyeyê bike’
15:39 Di şer de leşkerek hat kuştin
15:38 Wezîrê Karên Derve dê ji ber êrişên Tirkiyeyê vexwînin Parlamentoya Iraqê
15:26 Nobeta Edaletê: Doza gelê kurd, doza demokrasî û azadiyê ye
15:02 ÎHD: Mûxalefeta ji hedefgirtinê re bêdeng ma jî hevkarê sûc e
14:59 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak hat berdan
14:27 Danişîna xebatkarê ÎBB’ê Başkapan hat taloqkirin
14:05 Ji ber parvekirinên hesabeke din cezayê hefsê dan rojnameger Canozer
13:44 Dayikên Aştiyê çûn serdana Malbata Şenyaşar
13:12 ‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’
12:51 Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan
12:08 Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî
11:48 MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin
11:39 Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê