Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek

  • jin
  • 09:13 22 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li Şirnexê jinên ku li hemû qadan li dijî hişmendiya serdest a mêrî têdikoşin gotin: "Jin, jiyan û azdî ye. Divê em li dijî neheqî û tundiya mêran bibin yek." 
 
Li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP’ê heta niha bi hezaran jin rastî tundiyê hatine û gelek ji wan jî hatine qetilkirin. Kujer jî ji aliyê desthilata heyî ve tim tên parastin û xelatkirin. Zilamên ku ji polîtîkayên bêcezakirinê sûd û hêz digirin her carê serî li tundiyê didin. Jin jî li dijî tundiyê ku di qada perwerde, tendûristî û siyasetê de û li malê rastî her cure tundiyê tên têdikoşin. Li Şirnexê jinên ku li dijî tundî, kedxwarî û tunehesibandinê li ber xwe didin axivîn.
 
'JI JINAN RE STATÛYÊN JÊR TÊN DAYIN'
 
Sekretera Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxa Şirnexê hemşîre Mîhrîban Şensesê bi lêv kir ku ew di qada tendûristiyê de rastî neheqiyên mezin tên û wiha axivî: "Ez wekî jineke xebatkar a tenduristiyê rastî gelek zehmetiyan têm. Beriya her tiştî, pergala xebatê ya nobedê ku ji aliyê pergalê ve hatiye ferzkirin, jinê ji mal û malbata xwe dûr dixe. Ji bo kedkarên ducanî hefteya 32’yemîn gelek zehmet e. Û 8 hefte betlaneya piştî zayînê jî ji bo dayik û zarok demeke pir kurt e. Daxwazên ji bo kreşxaneyên li cihên kar nayên bicihanîn û jinên kedkar zehmetiyan dikişînin ku ev dibe sedema destjêberdana ji kar."
 
Şensesê da zanîn ku ji sedî 90'ê rêvebir û çavdêrên saziyan ji mêran pêk tên û ev tişt gotin: "Ji jinan re statûyên jêr tên danîn û zîhniyeta serdest a mêrî hem di qada tenduristiyê de hem jî di hemû qadên jiyanê de derdikeve pêşberî me. Bi giştî jin kêm tên dîtin. Di hegemonyayeke bi vî rengî ya zîhniyeta mêrî de têkoşînkirin zehmet e. Ji ber ku ji serî heta binî bi vê pergalê tevdiger in. Li hemberî vê yekê sendîkaya me ji bo van pirsgirêkên karkerên jin xebatên xwe didomîne. Meclîsên jinan ji bo çareseriya pirsgirêkan xebatên xwe didomîne."
 
JI BO TÊKOŞÎNÊ BANG LI JINAN KIR
 
Şensesê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku li her derî bitêkoşin û wiha got: "Pêşî divê jin zanibin ka ew çi qasî bihêz in. Şoreşa jinê ya li Îranê ku welatekî cîran e, bi wefata Mahsa Jina Emîniyê dest pê kir û dengê xwe li hemû cîhanê belav kir. Her wiha dayika me Emîne Şenyaşar ku ev sal û nîv e nobeda edaletê digire, hêza jinê nîşan dide. Dema jin li hev kom bibin û dest bi têkoşînê bikin, encam teqez serketin e. Ez bang li hemû jinên kedkar dikim ku ji bo azadiya jinê û civakê têbikoşin." 
 
'EM HEQÊ KEDA XWE NAGIRIN'
 
Ji Egitîm-Sen a Şirnexê mamoste Dîlan Olgûn Mîrhanê diyar kir ku ew di qada perwedehiyê de ne tenê ji bo jinan, di heman demê de ji bo nifşeke azad jî têdikoşin û got: "Amûrên dibistanê; nebûna germkirinê, sarbûn, amûrên teknolojîk, kêmasiya alîkariyê... Ji van ya herî girîng jî ew e ku kesên di rêveberiyê de cih digirin nahêlin ku li ser mijarekê bixebitin."
 
Mîrhanê bilêv kir ku ew di civaka serdest a mêrî de rastî zehmetiyan tên û axaftina xwe wiha domand: "Baweriya min bi hêza hevgirtinê heye. Wekî jinekê haya min ji hêza me jinan heye. Her çi qas em jin wekî zindiyên hestiyar bên pênasekirin jî, em jin zindiyên herî afirîner, hestiyar û avaker ên xwezayê ne. Ji ber ku hemû çalakiyên me ji bo jiheqderketina zehmetiyan û serrastkirina xeletiyan e, ji bo me ne zehmet e ku em hevkariyê bikin. Ji bo jiheqderletina van zehmetiyan faktora herî mezin ev e. Em kedê didin, lê em heqê keda xwe nagirin. Em ji bo xwendekarên xwe û pêşeroja wan têdikoşin. Em bi tena serê xwe vî şerî dikin. Maeşên ku em di vê heyamê de distînin hinekî di ser sînorê birçîbûnê re ye. Ji ber vê yekê em di warê aborî de jî zehmetiyan dikişînin. Em mamoste ku di warê aborî de zehmetiyan dikişînin, nikarin perwerdehiyeke baş bidin. Dema em di peydakirina hewcedariyên xwe yên herî bingehîn de jî zehmetiyan dikişînin, nayê hêvîkirin ku em jîngeheke perwerdehiyê ya baş biafirînin. Em dixwazin ji aliyê manewî ve bên xelatkirin û rûmetkirin. Ji bo vê jî divê di serî de jin bibin yek û têbikoşin." 
 
'EM RASTÎ TUNDIYA POLÎSAN TÊN'
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Meryem Eşkarayê jî anî ziman ku li herêmê ew rastî her cure astengiyê û tundiya dewletê tên û wiha got: "Jin li her qadê rastî tundiyê tê. Di nava 2-3 mehan de nêzikî 10 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Pergala mêrperest û baviksalarî û yên bi vê hişmendiyê tevdigerin li dijî vê tundiyê xwe bêdeng dikin. Heta niha tu carî nehatiye dîtin ku zilamek ji aliyê jinekê ve hatiye qetilkirin. Em dixwazin ku bibin dengê jinên herêmê û li hemberî tundiya mêrî a li dijî jinê, jin xwe birêxistin bikin. Daxuyaniyên ku em dixwazin li ser tundiya mêr bidin û li ser qetilkirina jinan bidin rastî astengiya tên. Her xebateke me û çalakiyên me rastî êrîşan tên. Bi her awayî tundiyê didin meşandin. Ji 7 saliyan heya 70 saliyan hemû jin rastî êrişan tên. Ew çi qasî êrîşî me bikin û tundiyê li me bikin jî em ê her tim wê tundiyê teşhîr bikin. Jin be, êrîş dikin. Wekî TJA'yê me xwest ku starta 25'ê Mijdarê bidin, lê careke din em rastî tundiya wan hatin. Bêtemûliya wan a li hemberî jinê pir e. Di şexsê jinê de her cureyê tundiyê dikin. Dewlet dizane jina birêxistin, civaka birêxistin e. Bi taybetî jinên kurd ê têkoşer rastî tacîz, êrîş û tundiya dewletê tên. Em ê bi têkoşîna xwe fikrê azad li her derê belav bikin." 
 
'JIN HEM LI MAL Û HEM JÎ LI DERVE DIXEBITE'
 
Ji jinên bajêr Sahîle Aslanê ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin û niha di nava malê de li hemberî hişmendiya desthilatdar têdikoşe jî diyar kir ku ew di nava malê de heqê keda xwe bi dest naxe û wiha axivî: "Ez di 14 saliya xwe de zewicîm. Ez ji Edeneyê hatim Şirnexê. Wê demê debar li ser pezxwedîkirinê bû. Di navbera jiyana niha û ya berê de ferq û cudahî heye. Jinan bi her awayî zehmet kişandiye. Dema ku mêr diçin derve kar dikin jî dibêjin, 'jin li malê rûniştine.' Lê ew jin heta êvarî dixebite û ji wî bêtir dixebite. Ji xwedîkirina zarokekî heta karê malê hemû li ser milê jinê ye. Min gelek jin dîtine bi hevjînê xwe re serê sibehê diçin kar û êvaran jî tên li malê dixebitin. Lê keda jinan nabînin. Jin çi qasî biweste jî lazim e ku dengê xwe dernexîne. Ji jinan re axaftin tune ye. Divê wekhevî hebe. Ji jinên ku serê xwe radikin hez nakin. Ez bi xwe hem li derve dixebitim hem jî li malê dixebitim. Jin ax e, jin jiyan e û her tişt e. Bê jinê jiyan nabe. Çiqasî jin bên kuştin dinya xwe ker dike. Dinya ji jinan re ker e. Lê dema ku tiştek tê serê zilamekî dinya hildiweşe. Jin gelek tên perçiqandin. Lazim e ku jin bibin yek û li ber xwe bidin. Divê jin bibin yek ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Heger em xwedî li hev dernekevin kesek xwedî li me dernakeve. Divê her jinek rabe ser pêyan û li ber xwe bide. Jin, jiyan, azadî ye. Bila bes jin bên kuştin, bila bes jin rastî tundiyê bên. Em naxwazin jin êdî bigirîn. Divê em dest bidin hev û li hemberî zordestiyê serî rakin." 
 
'DI ŞAREDARIYÊ DE WEKHEVÎ TUNE YE'
 
Endama Meclisa Şaredariya Şirnexê ya HDP'ê Gûrbet Guleşê jî anî ziman ku şaredariya ku bi aqlê mêr ve tê birêvebirin îradeya jinê nas nake û ev tişt gotin: "Em endamên meclîsê yên şaredariya Şirnexê yên HDP'î 4 jin û 4 mêr in. Lê belê yê AKP'ê 16 zilam in û 2 jin in. Em li hemberî hişmendiyeke mêrperest têdikoşin. Heta niha ji bo jinan yek xebateke berbiçav nehatiye meşandin. Heger di qada jinê de bîrimek yan jî xebatek kiribin jî ev ji aliyê zilaman ve hatiye birêvebirin. Me her carê îtîrazî vî tiştî kir. Lê her carê ji me re digotin, 'bila zilam be.' Gelek bîrimên wan û midûriyetên wan jî hene, lê hemû zilam in. 2 cîgirên şaredariyê Şaredariyê hene. Li şûna ku yek ji van jin be, her dû jî mêr in. Li gorî serê xwe biryarê didin. Wekhevî tune ye. Heta niha jî me tu wekhevî di şaredariyê de nedîtiye. Me zêde wekî îrade nabînin. Cîgirê şaredariyê bi rihetî dikare ji hevaleke me ya jin re bibêje, 'tu neaxive.' Em dixwazin ku qadên jinan vekin. Lê belê ji ber ku şaredarî ji aliyê mêran ve hatiye dagirkirin, jin nikarin heta şaredariyê bên derdê xwe û pirsgirêkên xwe bînin zimên. Di bin çend lêgerînan de derbas dibin heta ku bi şaredar re hevdîtinê dikin. Jin ji ber wê rehet nayên şaredariyê û daxwaziyên xwe nayanin zimên. Divê di şaredariyê de wekhevî hebe. Ji bo pergala wekheviyê û avakirina qadên jinan, em têdikoşin û li ber xwe didin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

22/11/2022
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist
14:30 'Şer ekolojiyê talan dike’
14:20 Platforma Jinan a Rihayê çû serdana Emîne Şenyaşar
14:09 Erdogan gefa êrişa bejahî li Rojava xwar
14:04 Baroyên Kurdistanê ji bo çareseriya siyasî bang li hikûmetê kirin
13:50 Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmed Kaymaz hatin bibîranîn
13:48 Li Qerqamişê roket tên barandin lê nayê zanîn kî diavêje
13:17 Li Egeyê di 9 mehan de 573 binpêkirinên mafan qewimîn
13:16 Derbarê parêzer Aryen Turan de îdianame hat amadekirin
12:55 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji bo mafên zarokan têbikoşin
12:13 Elbeşîr îdia kir ku ew ji aliyê YPG’ê ve bi îdiaya endama OSO’yê ye hatiye girtin
12:12 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:12 Bi nivîsên ser dîwaran êrişên Tirkiyeyê protesto kirin
11:56 Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Stenbolê dan
11:53 Welatiyê li Dêrsimê hatibû binçavkirin hat berdan
11:39 Rojnamevana amerîkî Bodette: Hêzên garantor çavên xwe li êrişên Tirkiyeyê digirin
11:38 Di rêveberiya 23 baroyan de ku ji 228 kesan pêk tê tenê 59 jin cih digirin
11:35 Girtiyê nexweşê penceşêrê 19 roj in li nexweşxaneyê bi kelemçekirî tê tedawîkirin
11:06 Jinan li pêşiya Girtîgeha Sîncanê got: Dê serkeftin a jin, jiyan, azadî be
10:48 ‘Dem bi giyanê seferberiyê dema bilindkirina têkoşîna azadiya neteweya kurd e’
10:13 TJA: Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê biherikin Tunela Taksîmê
10:06 Aldar Xelîl: Têkoşîna me bi êrişan lawaz nabe û divê kurdistanî xwedî li berxwedanê derkevin
09:19 Rejîma Îranê dîsa êrişî baregehên partiyên Rojhilat kir
09:18 TJA wê biryarên konferansê bi komîsyonên ku ava bike bixe meriyetê
09:15 ‘Jin çareseriyê di paradîgmaya Abdullah Ocalan de dibînin’
09:09 Qeyûmê Sêrtê mal û milkê şaredariyê derxistiye ber firotinê
09:03 Doza Malbata Dedeogûllari: Xalên têkildarî sûcê li dijî mirovahiyê esas nehatin girtin
09:02 Girtiyê ku milê wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:55 Li dijî qehwexaneyeke Amedê êrişa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
20/11/2022
22:54 Rojavayê Kobanê careke din hate bombekirin
22:30 Roket avêtin Deriyê Sînor ê Oncupinarê
22:19 Erdem ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
22:00 Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Bêdengî hevkariya sûcê şer e
21:12 Xelkê rojavayê Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya ye
19:50 Amedspor di lîgê de ket rêza yekemîn
19:37 Di şexsê Jîna û Nagihan de jinên qetilkirî hatin bibîranîn
18:47 Li Artûklûyê pirsgirêkên jinan hatin gotûbêjkirin
18:11 ‘Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye’
17:17 Encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere bû
16:53 HRE: Di êrişên hewayî de 5 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
16:52 Navên 3 leşkerên rejîmê yên di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin eşkere bûn
16:51 Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e
16:15 Bertekên li dijî êrişan: Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin
15:56 Ji Mêrdînê ber bi sînor ve sewqiyata leşkerî hat kirin
15:55 Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir
15:33 ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin
15:31 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan
14:47 Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin
14:31 HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin
14:14 Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin
13:13 Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin