Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin

img
EDENE - Nûnerên HDP, HDK û DBP'ê ku bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê, anîn ziman ku ji bo Meşa Gemlîkê ku dê di 6'ê Sibatê de li dij tecrîdê bê lidarxistin, pêşwazî bikin dest bi amadekariyan kirine. 
 
Ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji ber vê çalakiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê bênavber didomin. Di salvegera komploya navdewletî ya 15'ê Sibata 1999'an ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin, dê di 6'ê Sibatê de ji navçeya Qoser a Mêrdînê û Colemêrga Geverê bi dirûşma "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ji du milan ve ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin. 
 
Li Edeneyê nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin. 
 
'TECRÎD LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E'
 
Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş, anî ziman ku Ocalan 24 sal in bi pêkanînekê re rû bi rû ye ku di normên hiqûqa gerdûnî de tu beramberiyeke wê tune ye û got ku tecrîda li ser Ocalan li dijî mafên mirovan e û divê di çarçoveya sûcê li hemberî mirovahiyê de bê nirxandin. 
  
TECRÎD Û POLÎTÎYA ŞER
 
Karakiş destnîşan kir ku sedema kotromiya Tirkiyeyê polîtîkayên şer û tecrîdê ne û got: "Sedema krîza aborî, polîtîkayên şer û tecrîdê ne. Tirkiye di qada navneteweyî de, bi bêîtibariyeke dîplomatîk re rû bi rû ye. Sedema vê jî polîtîkayên şer û tecrîdê ne. Sedema xizanî û nelirêtiyê jî polîtîkayên şer û tecrîdê ne. Di warê demokrasî û aboriyê de pêşketina Tirkiyeyê bi bidawîbûna polîtîkayên şer û tecrîdê pêkan e." 
 
‘EM Ê MEŞA GEMLÎKÊ PÊŞWAZÎ BIKIN'
 
Karakiş bilêv kir ku meşa ku dê ji du milan ve bi beşdarbûna parlementeran û hevserokên giştî di 6'ê Sibatê de bê lidarxistin watedar e û wiha got: "Şandeyek dê di 14'ê Sibatê de li Edeneyê be. Ev meşeke demokratîk û rewa ye. Meşeke ku dê ji bo siberoja mafên demokratîk ên gelên Tirkiyeyê bê lidarxistin. Em HDP'a Edeneyê jî, em ê bi awayekî herî baş şandeya ku bê bajarê me pêşwazî bikin. Em bang li hemû kesên baweriya wan bi demokrasî, edalet û mafên mirovan heye dikin ku li dijî tecrîdê tevlî çalakiyên demokratîk bibin." 
 
FIKAR
 
Hevberdevkê DBP'ê yê Herêma Çûkûrovayê Enver Guler jî diyar kir ku nêzî 2 sal in tu xeber ji Ocalan nayê girtin û wiha axivî: "Heya niha çi li nava welêt çi jî ji derveyî welêt bi sedan serlêdan hatine kirin ji bo hevdîtinê, lê hemû jî bê bersiv mane. Xebernegirtin û fikarin ji bo jiyana birêz Ocalan ne tecrîdeke ji rêzê ye. Bi awayekî sade polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd bi xwe ye. Ji aliyê desthilatê ve nebersivandina serlêdanan û esas negirtina daxwazan tê wateya ku di meseleya kurdî de di rêbazên xwe de israr dike. Tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan û xebernegirtina jê li bara civakê bûye cihê fikarên mezin. Li Îmraliyê hiqûq hatiye hilawistin." 
 
BANGA JI BO MEŞÊ
 
Guler bal kişand ser meşa ku dê di 6'ê Sibatê de ber bi Gemlîkê bê lidarxistin û got ku dê milê meşê di 14'ê Sibatê de li Edene û Mêrsînê be. Guler ev tiş gotin: "Em ê jî bi awayekî girseyî şandeya xwe pêşwazî bikin. Ji niha ve me dest bi xebatan kiriye." Guler bang li gel kir ku daxilî nava xebatên ji bo meşê bibe. 
 
Hevberdevka Meclisa HDK'ê ya Edeneyê Saniye Seçgîn jî ku got "Tecrîdê sûcê li hemberî mirovahiyê ye, tecrîd êrişeke berdewamî û pergaleke îşkenceyê ya ji bo şikandina vînê ye" anî ziman ku êrişên li ser Başûr û Rojava ji bo jiholêrakirina destkeftiyên kurdan hatine sêwirandin. Seçgîn ji bo meşê jî got: "Banga me ji bo hemû bindestan, jin, ciwan, karker û kedkaran e. Tenê têkoşîna me dikare vê tarîtiyê bişikîne. Êdî dem hatiye ku em dengê xwe bikin yek." 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

02/02/2023
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê
10:04 Ma Muzîkê konsera roja yekemîn û duyemîn diyarî Egîdê Cimo û Mahmut Kizil kir
09:37 Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!
09:04 Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:01 Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'YAN
31/01/2023
21:02 Di êrişa li Pakistanê de hejmara miriyan zêde dibe
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
14:07 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin
14:06 Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin
13:57 Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin
13:17 Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin
13:05 Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin
12:57 Ji ber mija zêde ya li Şirnexê welatiyan zehmetî kişandin
12:47 Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin
12:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Berxwedana gel a li Îranê didome
12:12 Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû
12:02 Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin
12:01 Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin
11:44 Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin
11:26 Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî