Hêrsa kurdan a li dijî komployê

  • rojane
  • 10:21 1 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên wan 26 sal in li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan li ber xwe didin. Pêvajoya berxwedanê ya ku bi çalakiya "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" dest pê kir, îro jî bi kampanyaya "azadî"yê dewam dike.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi hevkariya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin.
 Pêvajoya komploya navneteweyî heta ku 15'ê Sibata 1999'an Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê dewam kir.
 
 
Piştî ku Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Tecrîda li ser Ocalan 26 sal in bênavber didome. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve, ji dema hevdîtina wî ya bi birayê wî Mehmet Ocalan re, tu agahî jê nayê girtin.
 
Piştî komploya ku Abdullah Ocalan wekî "Operasyona NATO-Gladio", "Destpêka Şerê Cîhanê yê 3'yemîn", "Komploya herî mezin a sedsala 21'ê" û "Pêngava yekemîn a destwerdana li Rojhilata Navîn" bi nav kir, hêrseke mezin derket holê. Kurd û dostên wan çar aliyê cîhanê, bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê veguherandin qada çalakiyê. Ji destpêka komployê heta niha zêdetirî 100 kesî bedena xwe da ber agir. Bi milyonan kes di 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê de reş girêdan û hêrsa xwe li kuçeyan dan der.
 
Vê berxwedana kurdan û dostên wan jî planên komplogeran pûç kir. “Qirkirina” li dijî Abdullah Öcalan pêk nehat. Ocalan di nirxandina xwe de ku di 10'ê Sibata 2010'an de di hevdîtina bi parêzeran re kir, diyar kir ku komplo bi berxwedanê hatiye pûçkirin û got: "Berxwedana gelê me komployê pûç kir. Ji ber vê yekê ez careke din spasiya gelê me dikim. Armanca komployayê tunekirina min bû, eger ev yek pêk bihata, dê alozî û pêvajoyeke xwîndar pêk bihata."
 
BERTEKA EWIL A LI DIJÎ KOMPLOYÊ
 
Berteka yekemîn a li dijî komployê çalakiyên “Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin” bû ku li girtîgehan dest pê kir. Girtiyan li dijî komployê bedena xwe dan ber agir. Berxwedana li girtîgehan piştre gav bi gav belav bû. Piştî ku Mehmet Halît Oral di 9'ê Cotmeha 1998'an de li girtîgeha ku lê dihat girtin bedena xwe da ber agir, çalakî belav bûn. Oral got: “Êrişên li dijî we û gelê me êrişên li dijî mirovahiyê ne. Hêrs, kîn û tolhildana min mezin e. Lêbelê, ez nikarim vê yekê li hember dijminê di zindanê de vereşînim. Bi vê çalakiyê ez careke din soza xwe ya ji bo we nîşan bidim. Wê baş bibînin ku ger zirarek bigihê we wê gelê me cîhanê bi ser serê wan de bîne xwarê." 
 
ÇALAKIYÊN 'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN'
 
Çalakiyên "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" li dijî komployê bû xeleka yekemîn a xeleka berxwedanê. Di çalakiyan de herî kêm 66 kes birîndar bûn û 53 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çalakiyên bi vî rengî paşê jî hatin lidarxistin. Navê kesên ku ji destpêka komployê heta niha bedena xwe dane ber agir wiha ye : “Mehmet Halît Oral, Mehmet Gul, Bulent Bayram, Hasan Îsa Hasan, Selamet Menteş, Aynûr Artan (Rotînda), Mîrze Sevîmlî, Berzan Ozturk (Mûrat), Mehmet Aydin, Erdal Çeçen, Kadrî Îlhan, Adnan Karataş, Emrullah Damlaci, Cemîl Ozalp, Yavuz Guzel, Hatîce Falay, Taylan Ozgur Kahraman, Kahraman Denlî, Serpîş Polat, Mûrat Yeşîlgoz, Yavuz Guzel, Hûkmiye Seyhan (Rûken Bêrîtan), Mahmût Yener, Nesrîn Teke, Esen Aslan, Fatoş Saglamgoz (Sema), Erdogan Kahraman (Yekta), Serdar Ari, Aynûr Yaşli, Leyla Walî Hasan, (Viyan Soran), Veysî Kaya, Elefteriya Fortulaki, Ebû Muslum Dogan, Mûstafa Malçok, Evrîm Demîr, Firat Îzgîn, Mehmet Şerîf Sakali, Mehmet Yalçin, Serdal Yektaş, Abdulkadîr Atîlla, Mahsun Ozen, Hadîka Dogru (Hêvîdar Serhed), UmîtAcar, Bubo Taş û Mehmet Akar."
 
BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Di çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû destpêkirin gelek girtî û kesan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Navê kesên di sala 2019’an de li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn wiha ne: “Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek û Mahsum Pamay.”
 
DI NEWROZAN DE BERTEKA LI DIJÎ KOMPLOYÊ
 
Di pîrozbahiya yekemîn a Newrozê ya piştî komployê de hêrseke mezin xwe da der. Di Newroza 1999’an de li gelek bajaran rewşa leşkerî hat sepandin. Tevî vê yekê jî li bajarên Tirkiye û Kurdistanê gelê ku guh neda qedexeyan, komploya li dijî Ocalan protesto kirin. Di her pîrozbahiya 21'ê Adarê ya piştî salên 2000'î de, li dijî komploya li dijî Ocalan hêrseke mezin çêbû. Li gel komployê daxwaza sereke azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bû.
 
JI GIRTIYAN KAMPANYA
 
Di 10'ê Kanûna 2001'ê de li girtîgehan kampanyaya "Xwedîderketin û parastina Rêbertiyê" hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyan dest bi grevên birçîbûnê yên berbelav kirin û çalakiyên wekî derneketina hevdîtinên vekirî û neçûna nexweşxaneyê li dar xistin. Li bajarên Tirkiye û Ewropayê paralelî protestokirina girtiyan meşên mezin hatin lidarxistin. Kampanya heta 15'ê Sibata 2003'yan dewam kir.
 
PEYAMA EWIL JI BO MEQAMÊN FERMÎ
 
Kampanyaya "Ji Ocalan re Azadî" di sala 2004'an de hat destpêkirin. Tevgera Ciwanên Serbixwe (BAGEH) pêşengiya kampanyayê kir. Bi sed hezaran îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de hatin komkirin radestî Meclisê hatin kirin. Di daxwaznameyên ku hatin kirin de hat xwestin ku Ocalan wekî "Rêberê Gel" bê qebûlkirin.
 
Di navbera 1'ê sibat û 1'ê Gulana 2004'an de li her bajarî komîte hatin avakirin îxabarên wekî "Abdullah Ocalan rêberê gelê kurd e. Aştî tenê bi wî dikare pêş bikeve. Em Ocalan in, Ocalan gel e. Îradeya me hatiye girtin. Bêyî îradeya min, ez ne tu tişt im. Ez dixwazim bigihêm îradeya xwe" hatin kirin. Di çarçoveya kampanyaya bi navê "Ji Rêbertiyê re Azadî" de li Merdînê 3 hezar û 500, li Nisêbînê 3 hezar û 600, li Êlihê 11 hezar û 180, li Amedê 30 hezar û 600, li Wanê 6 hezar û 500, li Agirî 951, li Edeneyê 8 hezar û 600, li Fransayê hezar û 500, li Silopiyayê 6 hezar û 85, li Colemêrgê 2 hezar, li Bismilê 11 hezar û 541, li Farqînê 7 hezar û 867, li Kopê 10 hezar û 17 serlêdan daxwazname hatin dayîn. Der barê beşeke mezin a serlêdanan de lêpirsîn û doz hatin vekirin. Girtî jî ji bo biçin cem Ocalan serlêdan kirin.
 
MEŞÊN AMARAYÊ
 
Bi armanca pîrozkirina 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan, di sala 2004'an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) meş hatin destpêkirin. Bi sed hezaran kes ji bo rojbûna Ocalan berê xwe dan Amarayê. Di meşa 2009’an de ku tevî astengî û êrişan hat lidarxistin jî, Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag hatin qetilkirin. Di meş û çalakiyên salên piştre de azadiya fizîkî ya Ocalan hat qîrîn. Di salên paşê de her sal di 4’ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve meş hatin lidarxistin.
 
3 MILYON ÎMZE
 
Di navbera Tîrmeha 2004'an û Nîsana 2006'an de ji aliyê Tevgera Welatiyê Azad ve kampanyeyeke nû ya ni navê "Ocalan Vîna Min a Siyasî ye" hat destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de 3 milyon û 243 hezar kesan got "Ez wekî Kurdistaniyekî Abdullah Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî dibînim û qebûl dikim" û îmze dan. Di çarçoveya kampanyayê de bi sedan kes hatin binçavkirin. Îmzeyên hatin berhevkirin di 20'ê Cotmeha 2006'an de li Otêla Dedeman a Enqereyê bi civînekê bi raya giştî re hatin parvekirin. 
 
MEŞÊN GEMLÎKÊ
 
Meşên Gemlîkê di vê pêvajoyê de yek ji çalakiyên herî berbiçav bûn. Meşa Gemlîkê di 4’ê Îlona 2005’an de li dijî tecrîda li ser Ocalan hat lidarxistin. Li navçeya Înegol a Bûrsayê piştî meşa bi hezaran kesî ya ji bajarên cuda ji aliyê leşker û polîsan ve hat astengkirin, çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Meşên Gemlîkê di demên pêş de jî berdewam kirin. Di sala 2012'an de bi pêşengiya DOKH'ê jinan li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê di çarçoveya kampanyaya "Ji Ocalan re azadî, dawî li qirkirina siyasî"çalakiya rûniştinê li dar xistin.
 
Di 9'ê Cotmeha 2011'an de bi pêşengiya TUHAD-FED'ê duyemîn "Meşên Gemlîkê" hatin destpêkirin. Daxwaza sereke “Azadî ji Ocalan re” bû. Di 12'ê Hezîrana 2022'yan de bi dirûşmeya "Em li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" "Meşa Gemlîkê" ya nû hat destpêkirin. Dema ji gelek bajaran ji bo biçin Gemlîkê daxuyanî hatin dayîn, gelek wesayît li ser rê hatin sekinandin û bi sedan kes hatin binçavkirin. Li Kadikoya Stenbolê dema ku destûr nehat dayîn gel biçe Gemlîkê, azadiya Ocalan li her kolanan hat qîrîn.
 
Bi wesîleya 24'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê, di 6'ê Sibata 2023'yan de bi dirûşmeya "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" meşeke ji du aliyan ve ber bi Gemlîkê ve hat lidarxistin.
 
'TENDURISTIYA WÎ TENDURISTIYA ME YE'
 
Parêzerên Ocalan di 1'ê Adara 2007'an de li Romayê bi civîneke çapemeniyê ragihandin ku muwekîlê wan bi awayekî sîstematîk hatiye jehrîkirin. Piştî daxuyaniyê Kurdistanî û dostên wan li her derê cîhanê çalakiyên protestoyî li dar xistin. Bi sed hezaran kes bi dirûşmeya "Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye" dest bi kampanyayeke nû kirin. Xwepêşandan li bajarên Ewropayê jî belav bûn. Kurdistaniyên ku tu bersiv negirtin, piştre dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
 
Di 11’ê Nîsana 2007’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 18 kesan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Piştî ku Ocalan peyama "Bi jiyanê li ber xwe bidin" ji çalakgeran re şand, çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'an de bi dawî bû.
 
ÎMZE JI CPT'YÊ RE HATIN ŞANDIN
 
Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya wê demê Feleknas Uca û 7 parlamenterên din ji bo Ocalan ji aliyê komîteyeke serbixwe ve bê kontrolkirin, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. 103 hezar û 417 îmzeyên ku piştî hefteyekê hatin komkirin, di 11'ê Gulana 2007'an de radestî Sekreterê Lijneya Rêveber a CPT'yê hatin kirin. Kampanyayê li Tirkiyeyê jî baleke mezin kişand. Li Êlih, Amed, Bazid, Şirnex û Stenbolê grevên birçîbûnê yên dewreyî hatin lidarxistin. Ev çalakî hem li Ewropayê hem jî li Tirkiyeyê gihaştin armancên xwe. Heyetek ji CPT’yê çû Îmraliyê û rewşa Ocalan lêkolîn kir.
 
PÊNGAVA 'ÊDÎ BES E'
 
Di çarçoveya kampanyaya ku di 15'ê Kanûna 2007'an de li Amedê dest pê kir û bi 900 nameyên bi daxwaza başkirina rewşa Ocalan dest pê kir, ji gelek bajar û navçeyan bi sedan kes ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, Konseya Ewropayê, Komisyona Mafên Mirovan (KE) û Komîsyona Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) name şandin. Di sala 2007'an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) li bajarên herêmê mîtîngeke beşdariya bi sed hezaran û bi dirûşmeya "Ji Bo Jiyaneke Birûmet, Êdî Bes e" li dar xist. Di mîtîngê de bi sed hezaran kes li hev civiyan û daxwazên xwe yên ji bo azadiya Ocalan berz kirin.
 
KAMPANYAYA 'BIRÊZ OCALAN'
 
Di 23'yê Gulana 2009'an de ji ber ku peyva "Birêz" a ji bo Abdullah Ocalan ceza hatin birîn û doz û lêpirsîn hatin vekirin, kampanyaya "Eger bilêvkirina birêz Ocalan sûc be, ez vî sûcî dikim û giliyê xwe dikim" hat destpêkirin. Bi vê kampanyayê ku di dîrokê de wekî çalakiya herî mezin a "îxabarê" derket holê, bi sed hezaran kes li bajarên Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê yên wekî Amed, Şirnex, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Agirî, Mûş, Bedlîs, Çewlîg, Dêrsim û Rihayê giliyê xwe kirin. Hejmara kesên ku di 48 rojan de "giliyê" xwe kirin gihaşt 36 hezaran.  495 kes hatin binçavkirin û der barê hezar û 350 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji bo pêşî li çalakiya girseyî bê girtin, serlêdan ji aliyê dozgeran ve nehatin qebûlkirin û welatiyan bi rêya posteyê daxwazname yên ji bo "xwegilîkirinê" ji dozgeriyê re şandin. Piştî berxwedanê, êdî peyva "birêz" a ji bo Ocalan wekî sûc nehat hesibandin. 
 
JI 715 SAZIYÊN SIVÎL SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ
 
Heyeta ku ji aliyê 715 saziyên sivîl ên herêmê ve ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hat avakirin, di 30’yê Mijdara 2011’an de ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji Wezareta Edaletê randevû xwest.
 
Di çarçoveya kampanya "Azadiya Ocalan" ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk (DOKH) hat lidarxistin de, di 19'ê Îlona 2011'an de li Enqereyê bi dirûşmeya "Bila şer bi dawî bibe û aştî bê vê erdnîgariyê” meşek hat lidarxistin. 100 hezar îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin pêşkêşî Meclisê hatin kirin.
 
Di 9'ê Cotmeha 2011'an de ji bo protestokirina komployê rêxistinên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên bajar û navçeyên Stenbolê ji bo şermezarkirina komployê çelengên reş danîn ber avahiyên AKP'ê yên li taxên Fatîh, Bagcilar û Kartalê.
 
10 MILYON ÎMZEYÊN 'AZADIYÊ'
 
Di 6’ê Îlona 2012’an de bi organîzasyona “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Înîsiyatîfa Aştiyê” kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” li cîhanê hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ku li paytexta Belçîka Brukselê dest pê kir, zêdetirî 10 mîlyon îmze hatin komkirin. Îmzeyên hatin berhevkirin pêşkêşî Konseya Ewropayê hatin kirin. Kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” di 15’ê Sibata 2014’an de bi îmzeya 127 kesan ku di nav wan de rewşenbîr, nivîskar, rûspî, akademîsyen û hunermend jî hebûn, hat destpêkirin. Bi milyonan îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de hatin komkirin ji cihên têkildar re hatin şandin.
 
TIŞTÊN PIŞTÎ HEWLDANA LEŞKERÎ QEWIMÎN
 
Piştî hewldana leşkerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an ji Ocalan agahî nehat girtin û îdiayên der barê jiyana wî de di raya giştî de bûn sedema fikarên mezin. Li gelek bajar û navçeyên Amed, Edene, Riha û Hatayê nobeda "Ji Ocalan re Azadî" hatin destpêkirin. Dîsa ji ber agahî ji Ocalan nehatin girtin, di vê demê de girtîgeh jî di nav de, gelek çalakî, protesto, meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
 
Di Îlona 2016’an de li Amedê bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê bi beşdariya 50 dildaran greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ya bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat destpêkirin. Mehmet Ocalan di roja 8'an a greva birçîbûnê de çû Îmraliyê. Piştre çalakî bi dawî bû.
 
GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 200 ROJÎ
 
Di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin. Bi hezaran girtî beşdarî grevê bûn. Çalakî di roja 200'emîn de piştî hevdîtina parêzeran û peyama Ocalan bi dawî bû. Girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di 27’ê Mijdara 2020’î de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Zêdeyî 2 hezar girtî li 107 girtîgehan beşdarî çalakiyê bûn û yên li Kampa Lavrîo û Mexmûrê ya Yewnanîstanê dimînin jî piştgirî dan çalakiyê. Greva birçîbûnê ya girtiyan a ku 290 rojî berdewam kir, di 12’ê Îlona 2021’ê de bi dawî bû.
 
JI HIQÛQNASAN KAMPANYA
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di 25’ê Gulana 2021’ê de bi tevlîbûna 768 parêzer û pisporên hiqûqê dest bi kampanyaya daxwaznameyê kir. Di çarçoveya kampanyayê de bang hat kirin ku rê li pêşiya hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re bê vekirin. Di dema pêş de bi sedan parêzerên ji Ewropa û Rojhilata Navînê jî serlêdanên bi vî rengî kirin. Herî dawî di 16'ê Îlonê de ji 35 welatan zêdetirî hezar û 500 parêzer û saziyên hiqûqî ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re bê kirin, ji Wezareta Dadê re name şandin.
 
ÇALAKIYÊN NAVNETEWEYÎ
  
Piştî sala 1998'an welatên Ewropayê bûn cihên bingehîn ên ku xwepêşandan û çalakî lê hatin lidarxistin. Çalakiyên "Nobeda Ji Abdullah Ocalan re Azadî" di 25'ê Hezîrana 2012'an de li qada ku avahiya Konseya Ewropayê (KE), Parlamenta Ewropayê (PE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPT lê ne, li Strasboûrga Fransayê hatin destpêkirin. Çalakiya ku hefteyê 7 rojan di navbera saet 08.30-17.00’an de pêk tê, bi tevlîbûna gelek beşên civakê dewam dike. Daxwaza sereke ya çalakiyê rakirina tecrîda li ser Ocalan û misogerkirina azadiya wî ye. Çalakiya navborî hê jî didome.
 
Di sala 2015’an de li bajarê Palermo yê Îtalyayê ji Ocalan re hemwelatiya rûmetê hat dayîn. Piştî Palermoyê, Napolî jî di çarçoveya piştevaniya bi gelê kurd re welatîbûna rûmetê da Ocalan. Sendîkayên herî mezin ên Ingilistanê Unite The Union û GMB di Nîsana 2016’an de kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” dabn destpêkirin.
  
Di 20’ê Îlona 2016’an de endamên Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî ku parêzerê Nelson Mandela Essa Mossa jî di nav de ye, ji CPT’yê xwestin ku bi lezgîn biçe Îmraliyê. Di 21’ê Îlona heman salê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li paytexta Belçîka Brukselê li ber avahiya PE’yê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya bi dirûşmeya "Jin ji bo Rêbertiya xwe û azadiya xwe di nava çalakiyan de ne" de bi sedan jin li ber PE'yê hatin cem hev û ji Ocalan re azadî xwestin.
 
Di 23’yê Cotmeha 2017’an de li ber CPT’yê çalakiya rûniştinê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Daxwaza çalakiya ku bi desteka 63 saziyên gel û baweriyên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dest pê kir, ew bû ku CPT biçe Îmraliyê û li cihê cih rewşa Ocalan lêkolîn bike.
 
'DEMILDEST TEVBIGERE'
 
Koma Xebatê ya Kurdên Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Afrîkaya Başûr (COSATU) di 11’ê Çileya 2021’an de bi dirûşmeya “Dema Hatiye: Li Tirkiyeyê ji bo aştiyeke adil, ji Abdullah Ocalan re azadî" kampanya dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya bi armanca seferberkirina Neteweyên Yekbûyî (NY) de, li gelek welat û bajarên Ewropayê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres re bi hezaran name û e-mail hatin şandin û banga "Demildest ji bo Ocalan tevbigerin" hat kirin.
 
Ev înîsiyatîfa ku li Afrîkaya Başûr dest pê kir, çend roj şûnde Komeleya Hiqûqnasên ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH), New World Summit (Lûtkeya Cîhana Nû) û Hevbendiya Parastina Maf û Azadiyan a Navneteweyî (AIDL) tevlî vê pêngavê bûn. Dû re, Ghanaian ACCP (Projeya Civaka Afirîner a Hevbendiyê) jî bi şandina nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re beşdarî kampanyayê bû. Li Fînlandiyayê jî Tevgera Ciwanên Çepgir (Vasemmistonuorte) tevlîbûna xwe ya kampanyayê ragihand.
 
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê di 25’ê Çileya 2021’ê de li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê dest pê kir. Di 15’ê Sibata 2021’ê de zêdetirî sed hunermend, rojnamevan û nivîskarên navdar ên cîhanê bi sernavê “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” deklerasyonek weşandin. Rojnameger û nivîskar Janet Biehl, hunermend û nivîskarê pirtûkên zarokan Leon Rosselson, muzîkjen û nivîskar David Rovis, senarîst Atiha Sen Gupta û hunermendê grafîkê Jonathan Chadwick jî gotin, "Zêdetirî 20 sal derbas bûn û divê êdî Abdullah Ocalan bigihê azadiya xwe." 
   
Slavoj Zizek, Norman Peach û Noam Chomsky jî di nav de bi sedan nivîskar, rojnamevan, hunermend û parêzvanên mafên mirovan ên bi nav û deng, kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ku salên dawî dabûn destpêkirin îmze kirin.
 
Sibe: Kampanyaya 'azadiyê' ya navneteweyî

Sernavên din

12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 Koçyîgît geşedanên di rojevê de dinirxîne
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’