Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!

img
ÎZMÎR - Bi girtîgehên ku piştî komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin avakirin, tecrîd kûrtir bû. Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Hacay Yilmaz ku di gelek girtîgehan de maye got: "Armanca van tîpên nû, ew e ku girtî nefikirin. Lewma ne şaş e ku mirov bibêje her girtîgeheke tîpa S'yê, Îmraliyek e." 
 
Li seranserê cîhanê yek ji welatên ku herî zêde mirov lê girtî ne, Tirkiye ye. Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Dadê, niha 314 hezar û 502 girtî hene. Piraniya vê hejmarê jî girtiyên kurd ên siyasî ne. Her ku hejmara girtiyan zêde dibe, bi navê cuda girtîgehên nû tên avakirin. Bi vê re binpêkirinên mafan jî zêde dibin. Piştî girtîgehên tîpa A'yê ku di navbera 1950-1960'î de hatin avakirin, gelek girtîgehên bi tîpên cuda hatin avakirin. 
 
Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê, girtîgehên bi tîpa F'yê hatin avakirin. Piştî girtîgehên tîpa F'yê, bi dorê girtîgehên bi tîpa S û Y'yê hatin avakirin. Her ku nav diguherin, tecrîda li ser girtiyan û binpêkirinên mafan jî zêde dibin. 
 
GIRTÎGEHÊN TÎPA F'YÊ
 
Xebatên ji bo çêkirina girtîgehên tîpa F'yê bi Giştînameya Tîrmeha 1997'an dest pê kirin. Di vê giştînameyê de, bi awayekî sergirtî, dihat diyarkirin ku dê dest bi pêkanîna odeyên biçûk bikin. Lê piştî ku rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê bertek nîşan dan, dest ji vê yekê hat berdan. Lê di sala 2000'î de li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Kocaeliyê dest bi çêkirina girtîgehên bi awayê hucreyan hat kirin ku paşê ev wekî girtîgehên tîpa F'yê hatin binavkirin. 
 
Piştî van amadekariyên veşarî, girtî ji girtîgehên tîpa E'yê sewqî girtîgehên tîpa F'yê hatin kirin. Lê di 20'ê Cotmeha 2000'î de li dijî pergala hucreyê ya bi tîpa F'yê li 20 girtîgehan greva birçîbûnê û rojiya mirinê dest pê kir. Desthilata wê demê ku guh li van çalakiyan û berteka civakê nekir, di 19'ê Kanûna 2002'yan de di bin navê "Vegera Li Jiyanê" êriş bir ser girtîgehan. Di van êrişên bi çekên giran de 30 girtî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan girtî jî birîndar bûn. Piştî vê komkujiyê girtî birin girtîgehên tîpa F'yê yên li Sîncan, Kiriklar, Kandiraû Sîlîvriyê. Paşê li gelek deverên Tirkiyeyê girtîgehên tîpa F'yê hatin avakirin. 
 
BERXWEDANA LI DIJÎ BINPÊKIRINA MAFAN
 
Bi girtîgehên tîpa F'yê re girtî di hucreyên 3 kesî de hatin girtin û bi vî awayî hat xwestin wan pêwendiya di navbera wan de û rêxistinbûyîna wan ji holê bê rakirin. Pişt vê zextên li ser girtiyên siyasî zêde bûn û bi rêzikname û qanûnên tim tên guherandin şert û mercên girtiyan girantir bûn. Li dijî van şert û mercên giran û binpêkirinên mafan gelek girtiyan jiyana xwe ji dest da.
 
GIRTÎGEHÊN TÎPA S'YÊ
 
Piştî girtîgehên tîpa F'yê, vê carê jî girtîgehên bi tîpa S'yê bûn rojev. AKP'ê di sala 2021'ê de li Antalya, Manavgat, Îdir, Bodrûm û Samsûnê 5 girtîgeh çêkirin. Kapasîteya girtîgehên tîpa S'yê, li gor ên F'yê hat zêdekirin û ji xeynî qawîşên 3 kesî, gelek hucreyên yekkesî hatin avakirin. Bi vê tecrîd li girtiyan tê ferzkirin. Girtîgehên tîpa S'yê bi piranî li deverên dûr ên bajaran tên çêkirin. Bi vî awayî îzolasyona li hemberî girtiyan bêtir tê kûrkirin. 
 
GIRTÎGEHÊN TÎPA F'YÊ
 
Di sala 2022'yan de jî girtîgehên bi tîpa Y'yê bûn rojev. Sê girtîgehên bi tîpa Y'yê hatin avakirin: Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa Y'yê, Girtîgeha Eregliyê ya Hejmara 1 a Tîpa Y'yê û Girtîgeha Eregliyê ya Hejmara 2'yan a Tîpa Y'yê. Ev girtîgeh 3 qatî ne. Bi awayekî ku li her qatî girtiyek bimîne û girtî hev nebînin hatine sêwirandin. Bertekên li hemberî van girtîgehên ku dê girtiyên cezayê muebeda girankirî li wan hatiye birîn lê bimînin, didomin. 
 
DI HER GIRTÎGEHÊ DE MAYE
 
Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hacat Yilmaz têkildarî girtîgehan û tecrîdê axivî. Yilmaz ku ewilî piştî derbeya 12'ê Îlona 1980'yî hatiye girtin, ji wê çaxê heya niha hema bibêje di hemû tîpên girtîgehan de maye. Yilmaz di navbera 1982-1987'an de di Girtîgeha Leşkerî ya Metrîsê û Girtîgeha Çanakkaleyê ya Tîpa E'yê de maye û di navbera 1993-1995'an de di girtîgehên vekirî yên Ûrla û Bûcayê de maye. Yilmaz, di 1999-2000'î de di Girtîgeha Bergama ya Tîpa M'yê, di 2016-2019'an de di Girtîgeha Kiriklar a Tîpa F'yê û Girtîgeha Şakranê ya Tîpa T'yê de maye. 
 
'TECRÎD LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR'
 
Yilmaz ragihand ku piştî komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi demekê, dewlet dest bi girtîgehên bi tîpa F'yê kiriye û got: "A rast ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin polîtîkaya wê ya girtîgehan li ser esasê îşkence, îzolasyon û bêîtibarkirinê ye. Ev polîtîka di 12'Ê Îlonê û di salên 1990'î de dijwartir bû. Ji bo derbasî girtîgehên tîpa F'yê bibin komkujî rû dan. Niha jî bi komployê re tecrîda li ser birêz Ocalan li tevahiya girtîgehan tê pêkanîn." 
 
SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ
 
Yilmaz destnîşan kir ku di girtîgehên tîpa F'yê de armanc girtî ji jiyanê bên îzolekirin û dewletê qîma xwe bi vê jî neaniye û dest bi çêkirina girtîgehên tîpa S û Y'yê kiriye. Yilmaz bilêv kir ku li van girtîgehan girtî mehkûmî mirinê tên kirin û wiha axivî: "A rast dewlet bi van girtîgehên nû polîtîkaya 'ez dikarim çi qasî îşkenceyê bikim', 'çawa wan bêîtibar bikim' û 'wan çawa bikujim' pêk tîne. Li girtîgehên tîpa S û Y'yê şensekî te yê ku tu pêwendiyê bi kesî re deynî tune ye. Armanca van girtîgehan, girtiyan bi temamî bi tenê bihêlin û bikin ku girtî nikaribin bifikirin. Mirov, heyîneke ciakî ye û pêdiviya wî bi axaftinê heye. Îzolasyoneke wiha tê çêkirin ku mirovên dîlgirtî peyvan jibîr bikin. A rast ev bi her awayî sûcê li hemberî mirovahiyê ye." 
 
HER DER ÎMRALÎ YE
 
Yilmaz destnîşan kir ku dewlet dixwaze tecrîda girankirî ya li Îmraliyê li girtîgehên tîpa S û Y'yê jî pêk bîne û wiha got: "Yanî ne şaş e ku mirov bibêje her girtîgeheke tîpa S'yê, Îmraliyek e. Îmralî, tecrîd û îzolasyon e. Girtîgehên tîpa S'yê jî mînaka herî dawî ya vê tecrîd û îzolasyonê ne. Bi tîpên S'yêdixwazin Îmraliyê nû ava bikin. Rabûna li ber van girtîgehan peywira her kesî ye." 
 
MA / Tolga Guney
 
Sibê: Ji çalakiya ewilî heta çalakiya dawî her tim heman biryardarî 

Sernavên din

05/02/2023
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne