ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN

img
 
* Esma Seydaoglû gava ku zarok bûye çîroka Newrozê ji pîra xwe guhdar kiriye û gava mezin bûye kêlî bê kêlî ew çîrok bi çavê xwe dîtiye. Seydaoglû got: "Em bi saetan dimeşiyan ji bo em biçin qada Newrozê. Em diçûn Qada Fûarê ya li ser rêya Erxeniyê. Me gelek ked da, em gelekî têkoşiyan." 
 
* Îro bi sedhezaran kes li dora agirê Newrozê ku komeke ciwanan di sala 1991’an de li Wanê vêxistibû tên ba hev. Bêyî ku guh bidin baran, herî, qedexe û astengkirinan, xelkê bajar dê îsal jî li qontara kelehê bê ba hev. 
 
* Ercan Kûrkût ê ku birayê wî Kemal Kûrkût di Newroza Amedê de hat kuştin got: “Meha adarê mehek bi êş û xem e, lê dîsa jî rastiya Newrozê heye.”  
 
* Amadekariyên Newroza ku dê li bajarên Egeyê di 19'ê Adarê de bê pîrozkirin temam bûn. Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Aydin Çetînkaya got: "Ji bo em desthilat bişînin ser sergoyê dîrokê, em ê li qadan bin." 
 
* Li Meletiyê ji ber barana bi lid konên mexdûrên erdhejê di bin avaê de man. Şehrîban Dogan got: "Em çûn AFAD'ê me konteyner xwest, lê ji me re gotin 'hûn dikarin bikirin.'" 
 
* Li Islahiyeyê cotkar, ji bo makîne û ekîpmanên xwe yên wêran bûne li benda alîkariyê ne. 
 
* Tirkiye amadekariyên hilbijartina 14'ê Gulanê dike. Lê siyaseta mêrserwer li ser maseyê destkeftiyên jinan ji xwe re kiriye mijara bazarê. Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Meryama Aslan bertek nîşanî vê da û got ku xurtbûna têkoşîna jinê hem desthilatê hem jî dewletê çavtirsandî dike. 
 
* Li Botanê kelecana Newrozê dest pê kir. Botaniyan anîn ziman ku ev Newroz, Newroza hesab pirsinê ye û wiha bang kirin: "Li hemberî Dehaqan dê berxwedana Kawayan jî bidome. Divê em qada Newrozê tije bikin." 
 
* Li Îzmîrê Cahît Gunay ê 70 salî û ji 13’ê salî vir ve Newrozê pîroz dike, diyar kir ku Newroz hêvî, berxwedan û pêşeroj e û anî ziman ku heta ku azadî were welat wê mezinbûna agir bidome. 
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 725’an de berdewam bike. 
 
* Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bi boneya 40’emîn roja erdhejên navenda wan Mereşê dê li Hatay, navçeyên Antakya, Samandag û Îskenderûnê serdana mexdûrên erdhejê bikin. (12.30-16.30) ZINDÎ
 
* Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan wê serdana taxên Suleymaniye û Sîgorta yên Rihayê ku lê lehî rabûn bike. (13.00-14.00) ZINDÎ
 
* Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan ji ber roja 40’emîn wê li gelek bajaran çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. (13.00-19.00)
 
* Meclisa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê wê li navçeyên Kartal, Fatîh û Esenyûrtê bi awayekî hemwext agirê Newrozê pêxe. (20.00)
 
 

Sernavên din

18/03/2023
15:03 Nisêbîna rengîn xwe ji Newroza azadiyê re amade dike
14:34 Dayikên Şemiyê: Bi kujerên salên 90’î travmayên me der nekin
14:05 Xizmên Windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn
13:55 Li Hatayê bekçiyan tundî li mexdûrên erdhejê kir
13:46 Sibê wê li Antalyayê agirê Newrozê bê pêxistin
13:15 Kujêrê malbata Şenyaşar li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da
12:55 Ji partiyên Kurdistanî peyama Newrozê: Em bi ruhê yekitiya neteweyî qadan tije bikin
12:03 Li Semsûrê avahiya 3 qatî ya bixesar xwe bi xwe hilweşiya
11:54 Li Serhedê amadekariyên Newrozê temam bûn
11:40 Derbarê Pûtîn de biryara girtinê hate dayîn
11:31 Li Geverê mirinek bi guman
11:30 Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê peyameke sersaxiyê weşand
11:17 Malbata Şenyaşar: Yên zilmê dikin wê axir û dinyaya wan wêran bibe
11:16 Ji bo Newroza Mêrsînê bang kirin: Werin em serhildana xwe bikin yek
10:44 Li Êlihê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn: Em li qada Newrozê hesab bixwazin
10:27 Qoser ji Newrozê re amade ye: Em qesra Dehaqan bi serê wan ve hilweşînin
10:26 Qeymeqamtiyê xizmên AKP’î û MHP’iyan wergirtin kar
10:09 Parêzer Dînç: Divê CPT demildest rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bike
09:57 Qada Yenîkapiyê ji bo agirê Newrozê amade ye
09:30 Nexweşxaneya Elkê tevî rapora “Ji erdhêjê re ne qayime” jî nayê valakirin
09:21 Dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:02 Onlîk ê ji konebajar hat derxistin: Piştî erdhejê, lehiyê li me da!
09:01 Banga ji bo Newrozê: Em tecrîdê bişikînin
09:01 'Girtîgeha Amedê divê bibe muzeya hevrûbûnê'
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2023'YAN
17/03/2023
20:20 Rêveberiya Xweser: Em ê bi ruhê Newrozê civaka xwe rizgar bikin
19:51 Ciwanan li Wanê agirê Newrozê gur kir
19:47 Li Cizîrê ji bo Newrozê belavok hatin belavkirin
19:43 Kiliçdaroglû hevdîtin bi Turkan Elçiyê re kir
17:40 QSD: 9 şervanên me di qezaya helîkopterê de şehîd bûn
17:36 Rojnamevanên ku li Rihayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:34 Li Şirnexê 12 herêm hatin qedexekirin
16:54 Bûldanê li Rihayê serdana welatiyên ku bandor ji lehiyê girtin û malbat Şenyaşarê kir
16:53 Ji bo Newroza Wanê banga tevlibûnê hate kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 18 kesan
16:36 Agirê Newrozê wê li 39 navendan were vêxistin
16:21 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Em soz didin wê hesabê bidin
16:12 Girtiyê nexweş ê rewşa wî xedar e dîsa hat girtin
15:23 Ji bo Newrozê bang li ciwanan hate kirin: Em ruhê serhildanê belav bikin
15:13 Li Dîlok û Mereşê bîranînên çilrojê
14:38 Cizîra Botan wê li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bike
14:37 Dosyayên parêzbendiyan ên 3 parlamenteran şandin Meclisê
13:33 Buldan: Derfet heye ku em vê feraseta dizî, talan û nelirêtiyê têk bibin
13:07 Sancar: Em ê bi avakirina jiyana nû re hesab ji berpirsiyarên felaketê bixwazin
12:57 Rojnamevan Yildirim hate berdan
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere