* Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut ji bo mitînga 16’ê mijdarê ya li Kolnê bang kir û got ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk tê dê têkoşîna wan bidome.
* Endama MYK’a SODAP’ê Fatma Înce tayînkirina qeyûman weke xespkirina îradeyê pênase kir û wiha got: “Divê gel li dijî vê bikeve nava tevgerê. Ji ber ku qeyûm, dikare bi yekitiya muxalafeta civakî were têkbirin.”
* Welatiyên Îzmîrê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û wiha gotin: “Qeyûm, di serî de hedefgirtina destkeftiyên jinan e. Em ê rê nedin qeyûman û bi têkoşîna xwe wan bişînin.”
* Di serdema ewil a Donald Drump de di navbera Tirkiye û DYA’yê de gelek krîzên mezin qewimîn. Têkiliyên di serdema duyemîn de tên mereqkirin.
* Li gelek bajaran dê tayînkirina qeyûman bê protestokirin. (15.00-18.00)
* Deklarasyona “Mitînga Demokrasî û Azadiyê” ku dê di 17’ê mijdarê de li dijî xespkirina îradeyê û tecrîdê bê lidarxistin, bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir li eywana Sendîkaya Petrol Îşê bê ragihandin. (11.00) ZINDÎ
* Li Êlihê dê bi tevlibûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ji Parka Yilmaz Guney ber bi Xaçerêya Basinê ve meş bê lidarxistin. (13.00) ZINDÎ
* Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê dê rûniştina ewil civîna Meclisê ya piştî tayînkirina qeyûm li pêşiya şaredariyê li dar bixin. (13.30)
* TJA dê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê daxuyaniyê bide. (14.00)