AGIRÎ – Bavê Hêlîn Ozdemîr ê ku li Girtîgeha Patnosê ji ber lêdanê sewqî girtîgeheke din hat kirin, Tekîn Ozdemîr bertek nîşanî sewqkirinan da û diyar kir ku armanc tunekirina delîlan e.
Girtiyên bi navê Hêlîn Ozdemîr, Rumeysa Bozkurt û Hayriye Goksû yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê ya Agiriyê dimînin di 18'ê kanûnê de di serdegirtina gardiyanan de hatin derbkirin. Girtiyan di 19’ê kanûnê de bi rêya telefonê mijar ji malbatên xwe re vegotin. Malbatên 3 girtiyên jin di serdana xwe ya duh de hîn bûn ku zarokên wan şandine girtîgeheke din. Hate hînbûn ku Helîn Ozdemîr şandin Tîpa L ya Erzînganê, Rumeysa Bozkurt şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê û Hayriye Goksu jî şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.
‘ARMANC TUNEKIRINA DELÎLAN E’
Bavê Hêlîn Ozdemîr Tekîn Ozdemîr bertek nîşanî sirgûna keça xwe da û got, “Li girtîgeha Patnosê rastî îşkenceya fizîkî hatin. Li şûna ku rêveberiya girtîgehê der barê bûyerê de lêpirsîneke bi bandor bide destpêkirin, zarokên me sirgûn kirin. Li vir armanc ew e ku delîlan veşêrin. Ji bo veşartina bûyerê û parastina berpirsyaran e. Armanca sirgûnkirinê ew e ku hem zarokên me ceza dikin û hem jî me ceza dikin. Em ê tu carî serî li ber van zextan netewînin. Ne tenê keça min bi hezaran kes di girtîgehê de ne. Ez bang li hemû raya giştî dikim ku li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi hestiyar bin."