AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê diyar kir ku ji serlêdana wan a ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatiye kirin tu bersiv nehatine dayin û xwest ku di vê mijarê de gav were avêtin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin bînin bakurê Kurdistanê, serlêdan hate kirin. Şaxa ÎHD’a Amedê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal a X’ê ragihand ku heta niha tu bersiv ji bo serlêdana wan nehatine dayin.
‘BERSIV NEDANE SERLÊDANA ME’
ÎHD’ê wiha got: “Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dan. Malbatên rojnamegeran, ji bo karûbarên definkirinê û cenazeyên wan bînin Tirkiyeyê, serî li komeleya me dan. Şaxa me jî di çarçoveya serlêdana hatiye kirin de di 24’ê Kanûna 2024’an de serî li Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a TBMM’ê û di 5’ê Çileyê de jî serî li Konsolosxaneya Hewlêrê da û xwest cenazeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bên anîn û radestî malbatên wan were kirin. Tevî ku bi ser re dem derbas bûye jî heta niha tu saziyan têkildarî serlêdanê bersivek nedaye me.
Ji bo ku heman daxwaz were cîbicîkirin, şandeyeke ji endamên malbatên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, parlamenter, hiqûqnas û rojnamegeran pêk dihat, di roja 6’ê Çileya 2025’an de xwestin derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibin û cenazeyan bînin Tirkiyeyê. Lê belê şande, li deriyê sînor bi îdiaya cîhazên X-Rayê naxebitin hate astengkirin û nehiştin şande ji Tirkiyeyê derkeve.
BILA EV PÊVAJOYA VEGUHERIYE ÎŞKENCEYA PSÎKOLOJÎK BI DAWÎ BIBE
Weke Şaxa ÎHD’a Amedê, em dibêjin ku mafê her welatiyekî ye ku li gorî bawerî û çanda xwe were definkirin, mafê welatiyên xizmên xwe winda kirin ê şînê jî heye û em dixwazin ev pêvajoya veguheriye îşkenceya psîkolojîk di demekî herî kin de were bidawîkirin. Ji bo ku cenazeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bînin Tirkiyeyê, em dixwazin meqamên têkildarî bikevin nava liv û tevgerê.”