DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin

  • rojane
  • 11:38 17 Çile 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - DBP’ê bal kişand ser hevdîtinên di navbera aliyên Kurd ên li Herêma Federe ya Kurdistanê û got: “Yekitiya Kurdan, temînata pêşeroja azad û hevpar a gelan e. Hêvî dikin ku Kurd di navbera xwe de yekitî û pêwendiyên xwe pêş bixin.” 
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî duh li Hewlêrê bi Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, bi Serokê Giştî yê Yekitiya Niştimanî Kurd (YNK) Bafel Talabanî û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn, Sûriye û hevdîtinên li başûrê Kurdistanê bi sernavê “Yekitiya Kurdan temînata pêşeroja azad û hevpar a gelan e” daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
GEŞEDANÊN LI HERÊMÊ YEKITIYÊ FERZ DIKIN
 
Daxuyanî wiha ye: “Li Rojhilata Navîn bi destê hêzên kurewî guherînên dîrokî pêk tên. Di pêvajoyeke bi vî rengî de pêkhatina yekitiya netewî ya gelê Kurd, di warê hebûn û têkoşîna mafên Kurdan de xwedî cihekî dîrokî ye. Gelê Kurd ê ku di her kêliyên dîrokî de rastî polîtîkayên înkarê hatine, îro di warê avakirina pêşeroj û parastina destkeftiyên xwe de derfetên dîrokî dijîn. Geşedanên ku îro li Rojhilata Navîn pêk tên, nîşan dide ku divê gelê Kurd çima yekitiya xwe ava bike û hêzên xwe bi awayekî hevpar mezin bike. 
 
Li ser esasên yekitiya netewî, pêkhatina yekitiya Kurdan li hember gefên ku destkeftiyên netewî hedef digrin, pêdiviyeke dîrokî ye. Ji ber vê yekê, di navbera Kurdan de yekitî, di navbera hêz û siyaseta Kurdan de avakirina tifaqan û pêşxistina têkiliyan hem ji bo armancên hevpar û hem jî ji bo diyarkirina stratejiyeke netewî wê derî ji derfetan veke. 
 
EM HEVDÎTINÊN LI BAŞÛR PIR GIRÎNG DIBÎNIN
 
Di vê çarçoveyê de em wek Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hevdîtina ku duh li başûrê Kurdistanê di navbera hêzên Kurd de pêk hatî gelek girîng û qedirbilind dibînin. Di vî warî de hêviya me ew e ku li ser esasên yekitiya netewî hêzên Kurd di navbera xwe de pêwendiyên erênî ava bikin û van pêwendiyan bi pêş bixin.
 
Gelê Kurd sed sal in bêstatu hatiye hiştin. Ji bo ev rewş xwe dubera neke û dîrok car din şahida têkçûyîna Kurdan neke, divê yekitiya gele Kurd, tifaq û hevkariya gelê Kurd bi her awayî li ser esasên nirxên netewî pêş bikevin. Ev yek wê hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelên herêmê deriyên jiyaneke azad, demokratîk û aştiyeke bi rûmet veke. 
 
YEKITIYA NETEWEYÎ DÊ BI XWE RE JIYANEKE NÛ AVA BIKE
 
Yekitiya ku wê di navbera gelê Kurd de pêk were, ne tenê di warê yekitiya hêzan de, wê di warê dîrok, çand û pêşerojeke hevpar de jî jiyaneke nû ava bike. Ji ber vê yekê jî avakirina yekitiya netewî ya Kurd li gel qada siyasî di warê çand û civakî de jî berpirsyariyeke dîrok ye. Parastina destkeftiyên gelê Kurd, ne bi perçebûn û têkçûyînê, wê bi yekitî û aştiya di navbera gelê Kurd de pêk bê. 
 
Tifaqa di navbera hêzên Kurd de, wê hem ji bo îro û hem jî ji bo avakirina pêşeroja Kurdan bibe gaveke bingehîn. Bi vê mebestê ji bo li Kurdistan û Rojhilata Navîn jiyanake azad, wekhev û demokratîk ava bibe, wek DBP em ê bi ruhê yekitiya netewî bangawazî û hewldanên xwe bidomînin.”

Sernavên din

22/01/2025
12:39 Navên 45 kesên di şewata hotêlê de mirin diyar bûn
12:38 Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin
11:37 Ciwanê polîsan bi wesayîta zirxî dabû ser: Hatim derbkirin lê bijîşk muayene nekir
11:18 Rojnameger Eylem Babayîgît hate binçavkirin
10:56 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:54 Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin!
10:33 Ji ber bêdengiyê bertek nîşanî rojnameger û rêxistinên pîşeyî dan
10:03 Rojnameger Koyluoglû: Du kes nahêlin hikûmeta nû were avakirin
09:37 Jina filistînî gihişt pitika xwe ya ‘dîl’ hatibû girtin
09:23 Xizmên girtiyan: Pirsgirêk li ser maseyê çareser dibe
09:22 Raphaëlle Primet: Di çareserkirina meseleya Kurd de Ocalan kesayeteke bêhempa ye
09:17 Şandeya DEM Partiyê îro diçe Îmraliyê
09:03 Iraqê guherîna di ‘Qanûna statûya şexsî’ de erê kir
09:02 Xizmên windayan ji bo gengeşeyên meseleya kurd çi dibêjin?
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin