NAVENDA NÛÇEYAN - Di 2’yemîn salvegera erdhejên Mereşê de li gelek bajaran ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayin bîranîn hatin lidarxistin. Di bîranînan de hate xwestin ku kesên berpirsyartiya wan heye bên darizandin û pirsgirêkên mexdûrên erdhejê bi awayekî mayinde bên çareserkirin.
Di erdhejên Mereşê yên 6’ê Sibata 2023’yan de li 11 bajaran wêraniyeke mezin çêbû. Li gorî daneyên fermî, 53 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û rêxistinên civaka sivîl bi boneya 2’yemîn salvegera erdhejan li gelek bajaran daxuyanî dan.
HATAY
Yek ji bajarê di erdhejan de herî zêde hilweşiyayî û mirin lê çêbûyî jî Hatay bû. Şaxa ÎHD’a Hatayê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de kesên jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn. Hevserokê Şaxê Mursel Tonguç Salmanoglû got ku bi ser erdhejan re 2 sal derbas bûne lê hêj jî binpêkirinên mafan û mexdûriyet berdewam in. Salmanoglû, da zanîn ku hêj bi milyonan kes nikarin pêdiviyên xwe bicih bînin û pirsgirêka xaniyan dijîn.
ÎSKENDERÛN
Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê jî li pêşiya avahiya xwe kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Hevseroka Şaxê Ayten Kilinç got ku hêj rayedarên cemaweriyê yên berpirsyartiya wan heye nehatine darizandin û got: “Divê binpêkirinên heyî bi dawî bibin û berpirsyar bên darizandin. Dê têkoşîna me bidome.”
EDENE
Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî li avahiya şaxê daxuyanî da. Ji rêveberên şaxê Yaşar Gokoglû, da zanîn ku mexdûrên erdhejê hêj pêdiviyên xwe cîbicî nakin, di konbajaran de dimînin, projeyên xaniyan ên mayinde nehatin temamkirin û gelek malbat mexdûriyeteke mezin dijîn.
Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê jî daxuyanî da û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî bi tevlibûna rêxistinên civaka sivîl li avahiya xwe daxuyanî da. Rêveberê şaxê Ahmet Çîçek diyar kir ku hêj jî mexdûrên erdhejê pêdiviyên xwe yên weke xanî, tenduristî û perwerdeyê cîbicî nakin û xwest mexdûriyetên heyî ji holê bên rakirin.
ENQERE
Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Di 2’yemîn sala Erdheja 6’ê Sibatê de binpêkirinên mafan û mexdûriyet didomin” hate daliqandin. Endamê Komîsyona Ekolojiyê yê ÎHD’ê Tanju Gunduzalp di daxuyaniyê de daneyên erdhejê parve kir. Gunduzalp, da zanîn ku zêdetirî 2 milyon welatî pirsgirêka xaniyan dijîn û bi milyonan kes jî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêşwazî biki.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî got ku sedema encama giran a erdhejên Mereşê bêberpirsyartî û nekontrolkirin bû. Kuçukbalaban, diyar kir ku divê berpirsyar bên darizandin û polîtîkaya necezakirinê bê bidawîkirin.
DÎLOK
Şaxa ÎHD’a Dîlokê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Endam û rêveberên DEM Partî, DBP, Hewldana 78’iyan a Dîlokê, OHD û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Ji rêveberên şaxê Hurşît Besle di daxuyaniyê de got ku wan encama polîtîkayên ku polîtîkayên rantê ji xwe re esas digirin di erdhejên Mereşê de dîtin.
Di daxuyaniyê de piştre jî ev gavên divê bên avêtin, bendewarî û pêşniyar hatin rêzkirin:
“* Divê rayedarên cemaweriyê, mitehit û berpirsyarên venihêrînê yên sersariya wan di karesatê de heye bi awayekî adilane bên darizandin û bên cezakirin.
* Divê gel, civaka sivîl û kesên pispor beşdarî pêvajoyên biryardayinê, belavkirina çavkaniyan û jinûveavakirinê bibin û bi eşkereyî bê meşandin.
* Hewceye şert û mercên hewînê yên li pêbawer û li gorî rûmeta mirovahiyê ji mexdûrên erdhejê re bên amadekirin û çareseriyên mayinde bikevin meriyetê.
* Ji bo pêşîlêgirtina ziyanên di dema rakirina kavilan de, hewceye standartên navneteweyî bên dabînkirin.
* Divê qadên çandiniyê, mêrg û qadên daristanan ji bo jinûveavakirinê neyên bikaranîn.
* Perwerdeya karesatê û bernameyên kêmkirina xetereyê divê bên zêdekirin û bi taybet jî kapasîteya rêveberiyên herêmî bê mezinkirin.
* Ji ber travmayên hatine jiyîn, divê xizmetên piştgiriya psîkososyal bêpere bên dayin.
* Divê piştî pêvajoyên karesatan pêdiviyên taybet ên jin, zarok, astengdar û û hwd. bên pêşwazîkirin û polîtîkayên wekheviya zayendê esas digirin bên esasgirtin.
* Ji bo kêmkirina bandora guherînên avhewayê, divê polîtîkayên rêvebirina xetereyên karesata bên pêşxistin, planên hawirdorê yên demdirêj bên amadekirin û modêlên bajarvaniyê yên ji bo karesatan xwegir bikevin meriyetê.”