WAN – Vanspor dê li Xarpêtê bi Elazigsporê re bilîze û ji ber gefên nîjadperest otelê rezervasyona Vansporê betal kir. Komên nîjadperest ên alîgirên Elazigsporê bi wesayîtên cenazeyan gefan dixwin.
Di Lîga 2’yemîn a Nesîne de nîv fînala play-offê de Vansporê li sahaya xwe tîma Elazigsporê 4-1 têk bir û avantajeke mezin bi destxist. Komên alîgir ên Elazigsporê gefên nîjadperest li rêvebir û gogbazên Vansporê dixwin. Komên alîgir bang kirin ku bila jin û zarok neyên maça rovanşê û herî dawî jî otelê rezervasyona Vansporê betal kir. Rêvebir û alîgirên Amedsporê bang kirin ku tîma Vansporê li bajarê wan bibe mêvan.
VANSPORÊ BERTEK NÎŞAN DA
Vansporê têkildarî geşedanan daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşanî gefên tên xwarin da û diyar kir ku daxuyaniyên tên dayîn pêşî li provokasyonan vedike û wiha hat gotin: “Bi van daxuyaniyan re sînorên pêşbirka sporê hatine derbaskirin û zimanekî ku provokasyone û bi ruhê futbolê re nakok e. Beriya maçê rêveberiya me ya bi pêşengiya serokê klûba me Birêz Erol Temel banga aramî û biratiyê kir û tîma Elazigsporê ji kêliya ku li bajarê me gav bi gav avêtine û pê ve asta herî bilind a mêvanperweriyê hatiye nîşandan Mala wan li otela herî baş hate danîn, tesîsên me hatin vekirin û heta peymana protokolê ya li standan jî ji bo wan ji nû ve hate sererastkirin. Di dema maçê de serokê me û rêveberên din derketin qadan û banga aramiyê li temaşevanan kirin . Hem li qadê hem jî li standan ji bo pêşî li her tengezariya gengaz were girtin hewldaneke mezin hate kirin.”
Di daxuyaniya Vansporê de hat gotin ku li hemberî wan helwesteke dijminane tê nişandan û wiha hat gotin: “Beriya rovanşa maçê, hewldana zexta psîkolojîk a tîma me bi zelalî eşkere dibe. Divê neyê jibîrkirin ku di maça dawî de ku li Elezîzê hate lîstin, otobusa tîma me hate kevirkirin, xebatkarên me yên antrenor û lîstikvan rastî êrîşê hatin, hin kes birîndar bûn û nêzî mirinê bûn. Ji bo wekhevkirina vê bûyera trajedîk bi çend kêşeyên îzolekirî yên îroyîn re ew e ku mirov tiştên ku qewimîne ji bîr neke û bi zanebûn tengezariyên biçûk ên di vê maçê de hatine jiyîn bi helwesteke dijminane ve tehşîr bike, ku ev jî nêzîkatiyeke xirab e. Em vî zimanî, vê helwestê şermezar dikin.”
Serokê Klûba Amedsporê Bûrç Baysal li ser hesabê xwe yê X’ê got, "Amedspor, Vanspor, Mûşspor, Batman Petrol... Em ekîbên ji heman erdnîgariyê, dengê heman kesan, kulûbên bira yên li dijî heman newekheviyan têdikoşin in. Betalkirina rezervasyona otelê ya bêheq a ji bo ekîba Vansporê ne tenê ji bo wan ji bo me hemûyan bêhurmetî ye. Li hemberî vê neheqiyê derî û dilê Amedsporê heta dawiyê ji Vansporê re vekiriye."
Her wiha niştecihên Wanê dixwazin rovanşa maçê li cihekî din were lîstin.