SÊRT - Selman Esmer ê ku 30 sal in girtî ye, herî dawî li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bakirkoyê girtî bû hat berdan.
Girtiyê nexweş ê bi navê Selman Esmer (54) ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bakirkoyê dihat ragirtin, serbest hat berdan. Tevî ku diviyabû Esmer di 22’ê Sibatê de bihata berdan jî, ji ber ku biryara 'poşmaniyê' qebûl nekir û nerazîbûna li dijî lêgerîna tazî ya bi zorê ya di dema veguhastina ji Girtîgeha Tîpa T a Afyonê di 15'ê Sibata 2020'an de wek hinceta serbest neberdanê hatibû nişandan.
Ji aliyê Rêveberiya Girtîgehê û Desteya Çavdêriyê ve ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Esmer hat navçeya Misircê Sêrt. Piştî ku derbasî Misircê bû, beriya biçe malê ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin.
SELMAN ESMER KÎ YE?
Di Tebaxa 1994'an de ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Aydinê ve bi hinceta ku hewl dide beşek ji axa di bin serweriya dewletê de ye ji rêveberiya dewletê veqetîne, cezayê muebbetê lê hat birîn. Esmer li girtîgehên Îzmîr, Yozgat, Mereş, Sêrt, Bandirma û herî dawî jî li girtîgeha Afyonê ma. Esmer bi nexweşiyên prostat û ulsera mîdeyê ye.