MÊRDÎN - Girtiyê 30 salî Mehmet Bahattîn Oncu yê ku li Girtîgeha Bodrûm Tipa S'yê dimîne, berdana wî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin û berdana wî ji bo 6 mehan hate dirêjkirin.
Girtiyê 30 salî Mehmet Bahattîn Oncu yê ku li Girtîgeha Bodrûm Tipa S'yê dimîne, roja berdana wi di 13'ê Hezîranê de bû, berdana wî hate astengkirin. Lejneya Çavdêriyê ya Girtîgehê rapora "rewşa wî ne baş e, poşman nabe" da Oncu û berdana wî ji bo 6 mehan hate dirêjkirin. Oncu di 4'ê Hezîranê de derket pêşberî lejneyê û biryar di roja dîtir (5'ê Hezîranê) ji bo wî hate ragihandin.
Parêzerên Oncu, diyar kirin ku dê biryarê îtîraz bikin.
MEHMET BAHATTÎN KÎ YE?
Mehmet Bahattîn Oncu yê ku di meha Hezîrana sala 1995'an de hate girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezaya muebbetê hate dayîn. Oncu, li girtîgehên Dîlok, Amasya, Sîncan, Tekirdag maye û herê dawîn ji bo Girtîgeha Bodrûm Tipa S'yê hatibû sirgûnkirin.