AMED - Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê bi boneya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê avakirina xwe ragihand.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê têkildarî 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê li avahiya xwe ya li navçeya Peyas a Amedê daxuyanî da û Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê ragihand. Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê Necla Korkmaz û Mazlûm Dogan tev li daxuyaniyê bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di daxuyaniyê de diyar kir ku civakeke azad zarokên azad bi xwe re tîne û got: “Ev şerê 52 salan berdewam dike bandorê li zarokan jî dike. Ji ber vê yekê me weke DEM Partiyê me got heke em ji zarokan dest pê nekin dê kêm bimîne.”
LI CÎHANÊ 160 MILYON ZAROK KIRINE KARKER
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî da zanîn ku di sala 23’yemîn a Roja Zarokan de li seranserî cîhanê 160 milyon zarokên karker hene ku di şert û mercên zor de tên xebitandin. Bêrîtan Guneş Altin, got: “Ji 160 milyon zarokan 79 milyon zarok di karên giran de dixebitin. Sedema vê jî xizanî, şer, dûrkirina zarokan a ji perwerdehiyê û pergala kapîtalîst a zarokan weke hêza kar a erzan dibîne ye. Li Tirkiyeyê jî 869 hezar zarok kirine karker. Ev ne tabloyeke rast e. Karkerên demsalî û zarokên li MESEM’an di nava van reqaman de nînin. Dema em van jî lê zêde bikin nêzî milyon û nîv, du milyon karkerên zarok hene. Ger em demsala havînê jî lê zêde bikin, ev hejmar digihe çar milyonan.”
LI BAJARÊN KURDAN XIZANIYA ZAROKAN ZÊDE YE
Bêrîtan Guneş Altin da zanîn ku li cîhanê ji her 10 zarokan yekî jê dikin karker, li Tirkiyeyê ev rêje ji 5 zarokan yek e û anî ziman ku di navbera salên 2013 û 2024’an de li Tirkiyeyê 742 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Bêrîtan Guneş Altin, bi lêv kir ku ji her 4 zarokan yek bi awayekî birçî diçe dibistane û anî ziman ku Şirnex, Mêrdîn û Amed di xizaniya zarokan de di rêza yekemîn de ne. Bêrîtan Guneş Altin da zanîn ku bajarên ku Kurd lê dijîn di xizaniya zarokan de di rêza yekemîn de ne û wiha domand: “Bi kedxwariyê, şer, newekheviyê li bajarên Kurdan zarok bêtir xizan dibin.” Bêrîtan Guneş Altin diyar kir ku ji bo zarokan di aştiyê de israr dikin û ji ber vê yeke komîsyona zarokan deklere dikin.
Piştre jî Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê Necla Korkmaz metna daxuyaniyê xwend. Necla Korkmaz, ji ewil hemû zarokên ku di çerxa kedxwariyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Komîsyona Zarokan a Navendî ya DEM Partiyê di vê qonaxa dîrokî ya veguherîna civakî de, bi prensîba ku zarok bibin kirdeya civakî dişopîne ku di hawirdorek azad, wekhev û bê îstismar de bijîn û beşdarî hemî warên jiyana hevpar bibin.
ARMANCÊN KOMÎSYONÊ
Di vê çarçoveyê de, Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê ku me îro damezrandina wê îlan kir, armanc dike ku mafên bingehîn ên zarokan ên wekî jiyan, perwerde, tenduristî, edalet, beşdarbûn, stargeh û ewlehiyê biparêze û mekanîzmayên qanûnî û civakî ji bo jiholêrakirina her cûre îhmalkirin, îstîsmar, tundî û îstismara li dijî zarokan ava bike û xurt bike.
Bi taybetî jî em ê ji bo zarokên ku mafê wan ê jiyanê ji wan hatiye standin, rastî her cûre îhmal, îşkence û tundiyê hatine, xizan bûne û kirine karker, îstismar kirine, kirine penaber, ji azadiya xwe mehrûm bûne, ji ber cudakariya rastî cihekariya sîstematîk hatine û îradeya wan hatiye paşguhkirin û bêrêzî lê hatiye kirin, em ê bi zarokan re ji bo avakirina jiyaneke aştî lê hebe û civakeke demokratîk têbikoşin.”