ENQERE - Erdogan di koma AKP’ê de axivî û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd banga "hestiyarî" û "berpirsyartiyê" li partiyên siyasî yên li Meclisê kir.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê de axivî. Erdogan, diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke hestiyar de derbas dibe û got: “Ji bo pêvajoya bêterorbûna Tirkiyeyê ku giringiya wê ya stratejik hatiye famkirin, pêdivî bi hevkariyê û pêşxistina rihê hevkariyê heye. CHP jî di nav de hemû partiyên ku koma wan li Meclisê hene, di vê pêvajoyê de divê bi hestiyar û bi berpirsyarî tevbigerin."
Erdogan der barê pevçûna Îsraîl-Îranê de jî got: "Netanyahu, di sûcê qirkirinê de Hîtlerê zalim derbas kir. Em bi hêvî ne ku encama wan ne wekî hev be.” Erdogan, destnîşan kir ku Îran li hemberî Îsraîlê di pozîsyona xweparastina rewa de ye û got: “Li herêma me ji bilî aramî, aştî û îstîqararê em tiştekî naxwazin. Em li tevahiya Rojhilata Navîn hevkarî, îstîqrar û ewlehiyê dixwazin.”