ŞIRNEX - Baroya Şirnexê, têkildarî Gulîzar Yildiz a hatibû qetilkirin daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo cezayê herî giran li kujer bê birîn dê têbikoşin.
Gulîzar Yildiz, di 22'ê Hezîranê de danê êvarê li restûranta ku lê dixebitî ji aliyê Remzî Kayaalp ve hate kuştin.
Baroyê li ber Edliyeya Şirnexê daxuyaniyek da. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî tev li daxuyaniyê bûn.
Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik got: "Kuştina Gulîzar Yildiz ne kêliyek e; encama mejiyekî ye ku bi salan e dewam dike û nayê cezakirin."
Findik, diyar kir ku ji bo cezayê herî giran li kujer bê birîn ew ê têkoşîna hiqûqî bimeşînin.