WAN - Platforma Jinan a Wanê bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
Platforma Jinan a Wanê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da. Jinan, serlêdana xwe radestî Edliyeya Wanê kir. Piştî serlêdanê, li ber dadgehê daxuyaniyek hate dayin. Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Jinan a Wanê, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulderen Varli û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî, ji hêla Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Hatîce Bagci ve hat xwendin.
Hatice Bagci, diyar kir ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, lê di heman demê de aşkerakirina rastiyê, avakirina edaletê û avakirina şert û mercên jiyana bi rûmet a ji bo gel e. Hatîce Bagci, got ku aştî tenê bi îradeya jinan û azadiya gel mimkun e û wiha domand: “Îro, me serlêdana xwe ya fermî ji Wezareta Dadê re kir da ku em bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em hin pêşketinên di hevdîtinê de ku di demên dawî de di raya giştî de xuya bûne ji nêz ve dişopînin. Lêbelê, em dixwazin ku ev têkilî veguherînin pêvajoyeke diyaloga civakî ya bihêztir. Ji ber ku rola birêz Ocalan di xurtkirina bingeha civakî ya aştiyê li Tirkiyeyê de dîrokî û diyarker e. Wekî jin, em dizanin ku tecrîd ne tenê pratîkek takekesî ye; ew di heman demê de tê wateya tengkirina rêyên çareseriyên civakî û astengkirina kanalên siyaseta demokratîk. Îro, em daxwaz dikin ku bingehên diyalogê werin xurt kirin, aştî bibe mijara axaftinê û îradeya çareseriyên civakî ji nû ve were avakirin."
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.