EDENE - Li navçeya Ceyhanê jina bi navê Sebahat Atabey ji aliyê tiyê wê Eyup Atabey ve hate kuştin.
Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê jina bi navê Sebahat Atabey (33), di 25ê hezîranê ji aliye tiyê xwe ve rastî êrîşê hat.
Atabey ê ku li taxa Belediyevlerî ya Ceyhanê dijiya bûka xwe Sebahat Atabey (33) bi kêrê ve birîndar kir. Sebahat Atabey, rakirin Nexweşxaneya Ceyhanê. Tevî hemû hewldanan Sebahat Atabey îro serê sibê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Atabey ji bo otopsiye birin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.
Dê cenazeyê Sebahat Atabeyê, piştî otopsiye bibin navçeya Cizîrê ya Şirnexê û dê li vi bê definkirin.
Hate zanîn ku kujer Eyup Atabey, li Gumgumê hatiye binçavkirin.