COLEMÊRG - Keskîn Bayindir li Kongreya DEM Partiyê ya Colemêrge axivî û diyar kir ku li pêşiya Kurdan firsendeke dîrokî heye û got, "Em careke din ji hemû partî û saziyên siyasî yên Kurd dixwazin ku bersivê bidin banga Birêz Ocalan a ji bo kongreya neteweyî."
Kongreya Asayî ya 2’emîn a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Bi Civata Demokratîk Ber Civata Azad Ve”li salona dawetê ya li bajêr bi coşeke mezin pêk hat. Dema salona kongreyê bi alên DEM Partî û dirûşmên Kurdî-Tirkî hat xemilandin, tevî Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir, Cîgira Seroka Koma DEM'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Parlamenter Omer Ocalan, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevlî kongreyê bûn.
BERXWEDANA GEL
Di kongreya ku piştî deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, destpêkê Omer Ocalan axivî û wiha got: "Vî gelî hînî her kesî kir ku çawa li ber xwe bidin. Di vê pêvajoya nû de ku hê nû dest pê kiriye, ev gel wê careke din rola xwe bilîze. Divê em vê pêvajoyê baş bi rêxistin bikin û berxwedanê derbixin asta herî jor. Van xakan bi zarokên xwe yên herî bedew bedel dan. Em ê vê mîrateya mezin û hêviyên wan pêk bînin. Ji bo partî û tevgera me mezin bibe çi ji destê me bê em ê bikin. Birêz Ocalan jî diyar kir ku pêwîst e partî hêz û potansiyela xwe derxe holê. Ev kiras êdî li vî bedenî nayê. Gomlekê fireh û estetîk pêwîst e. Gelê Kurd wê xwe bi rengê herî xurt bi demokrasiyê îfade bike. Asîmîlasyon, sirgûn, koçberî, çi dibe bila bibe, vî gelî ew tecrûbe kir lê li ber xwe da. Em ê ti carî paş ve gavê neavêjin.”
‘AŞTIYA CIVAKÎ BI TÊKOŞÎNÊ PÊKAN E’
Piştre Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û wiha got: "Niha em deriyekî nû li aştiyê vedikin. Birêz Ocalan ji sala 1993'an û vir ve di nava lêgerîna vê de ye. Vê hewldanê êdî rê li ber vekiriye. Banga 27'ê Sibatê li hemû gelên Rojhilata Navîn e. Serdemeke nû ya têkoşînê wê dest pê bike û amûrên vê têkoşînê wê biguherin. Niha her kes xwedî roleke girîng e. Weke gel, ji bo bicihanîna pratîk a vê biryarê divê em têbikoşin. Divê em vê ji bîr nekin; aştî bi têkoşîn û rêxistinbûna civakî pêkan e. Divê em bi lez vê valatiyê çareser bikin û ji bo aştî bi awayekî adil pêk bê dengê xwe bilind bikin."
‘BI TÊKOŞÎNA GEL PÊVOJA DESTPÊ KIR’
Herî dawî Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir axivî û ev tişt anî ziman: “Piştî sala 2015'an dewletê plana hilweşandinê daniye pêşiya xwe. Hatibû plankirin ku di sala sedemîn a Tirkiyeyê de Kurd ji zimanên xwe nefret bikin û nasnameya xwe ya Kurdî qebûl nekin. Xwestin di sala 2023'an de bi vê yekê, di sala sedemîn de vê pirsgirêkê bi temamî çareser bikin. Lê belê bi berxwedana gel, saziyên me, tevgera Kurd û Rêberê me yê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re ev plan û proje hatin têkbirin. Divê ev bê zanîn; çi dibe bila bibe, çiqasî şer were meşandin jî, dawiya vê yekê aştî ye. Bila her kes baş bizanibe ku berxwedan û têkoşîna me îro ev pêvajo daye destpêkirin. Em ê li her derê û her demê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Dema ev tên kirin jî, divê em di nava xwe de aştiyê misoger bikin. Ev girîng û jiyanî ye. Birêz Ocalan jî got ji bo aştiyê divê pêşî Kurd di nava xwe de aştiyê pêk bînin."
PEYAMA JI BO KONGREYA NETEWEYÎ
Bayindir balkişand ser giringiya kongreya neteweyî û wiha axivî: “Niha em li destpêkê vegeriyan û ji bo pêkanîna vê yekitiyê em dixebitin. Niha hemû Kurdên li Sûriyeyê bûne yek û roj bi roj hêza wan zêde dibe. Em ji vê derê careke din bang li hemû partiyên siyasî û saziyên Kurd dikin ku bersivê bidin bangên Birêz Ocalan ên ji bo kongreya neteweyî. Em bira ne, divê em bibin yek û xaka xwe biparêzin. Di vê çarçoveyê de dor li me hatiye pêxistin û şerê sed salî tê kirin. Eger em yekitiya xwe xurt nekin, Kurd wê nikaribin bigihêjin mafên xwe. Niha li pêşiya me fersendeke dîrokî heye û divê em dest lê werdin. Malbatî, eşîrî û berjewendiyên şexsî wê me li ti cihî negirin. Civakeke parçebûyî ti carî nikare bi xurtî bisekine. Ji bo vê jî divê kongreyeke netewî bicive. Divê em ji bo vê bixebitin û mejî û hêza xwe jê re tercîh bikin."
Piştî axaftinan di hilbijartinên ku bi yek lîsteyê hatin kirin de Evîn Tan û Behçet Kanat wek hevserokên DEM Partiyê ya Colemêrg hatin hilbijartin. Kongre bi gerandina govendê û dirûşmeyên 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû.