NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta mafên jinan Şirîn Ebadî ragihand ku piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî Girtîgeha Evînê, îşkence û tundiya hêzên rejîma Îranê yên li dijî girtiyan zêde bûne.
Çalakvana mafên jinan Şirîn Ebadî ku Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû, têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên Girtîgeha Evînê ya piştî êrişa Îsraîlê, li ser hesabê xwe yê Telegramê agahî parve kir. Şirîn Ebadî, diyar kir ku piştî Îsraîlê êrişî ser Girtîgeha Evînê kir û girtî ji bo girtîgehên din hatin veguhestin, hêzên rejîma Îranê dest bi îşkencekirin û heqaretê li girtiyên siyasî kiriye.
Bi domdarî Şirîn Ebadî wiha got: “Di dema êrişa Îsraîlê ya li ser Girtîgeha Evînê de bi sedan gardiyanên girtîgehê bi ser girtiyan de girtine, îşkence û tundî li wan kiriye. Piştre di nava şert û mercên nemirovî de girtî li Girtîgeha Mezin a Tehranê hatine veguhestin.”
Hêjayî gotinê ye ku Girtîgeha Evînê yek ji girtîgehên herî mezin a Îranê ye û bi taybet jî ji bo girtiyên siyasî ye. Ev girtîgeh li Taxa Şehran a li bakurê Tehranê ye. Roja 24’ê Hezîranê Îsraîlê Girtîgeha Evînê bombebaran kiribû. Piştre girtiyên di wê girtîgehê de ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatibûn veguhestin.