ŞIRNEX - Di rapora ÇED’ê ya ji hêla Wezareta Hawirdorê ve ji bo bendava tê plankirin li ser Çemê Hêzilê yê bajaroka Sêgirkê were çêkirin de, balkêş e ku qala zirara ku dê bendav bide xwezayê nehatiye kirin.
10’emîn Midûriyeta Herêmê ya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) plan dike ku li ser Çemê Hêzilê yê bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê bendavekî çêbike. Navê “Bendava Şenovayê” li bendavê hatiye kirin. Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê têkildarî projeya bendavê rapora “Hewcehî bi Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) nîne” amade kir. Tê plankirin ku bi çêkirina vê bendavê re dê ji navçeya Silopiyayê re av were birin û kanên xîz bên çêkirin. Herêma ku Heftborî ku dê bendav lê were çêkirin, yek ji herêmên bi xwezaya xwe herî xweşik a Şirnexê ye. Ev herêm, ji hêla xelkê wê derê ve ji bo geşt û ger û cihê bêhvedanê tê bikaranîn.
Bendava Şenovayê, Santrala Hîdroelektirîk (HES), avdana Deşta Silopiyayê, kanên amûran, tesîsa şikandin-şûştin-bijartinê û santrala betonê hazir jî di nav de weke projeyeke mezin dê bikeve meriyetê. Bi temamkirina bendavê re dê bi hezaran hektar erdên çandiniyê û çêregeh jê bandor bibin û kaniyên avê jî dê texrîb bibin.
GEF LI SER ÇANDINÎ Û SEWALKARIYÊ HEYE
Li gorî rapora ÇED’ê, hecma gola bendava ku tê plankirin were çêkirin 10 milyon metrekupên avê derbas dike. Wisa hatiye plankirin ku piştî çêkirina bendavê dê HES û pergalên avdana Deşta Silopiyayê jî bikevin meriyetê. Di nava projeyê de her wiha vekirina kanên kalker û kîlê, tesîsa çêkirina betonê hazir û tesîsên madenê jî bên vekirin.
JI BO CURBECURIYA BIYLOJÎK XETERE YE
Di rapora ÇED’ê ya hatiye amadekirin de yek bi yek hemû zeviyên çandiniyê, çêregeh, daristan, kanî, curbecuriya gîha û ajalan û berhemên xwezayî yên di bin parastinê de hatin qeydkirin. Lêbelê di raporê de aşkera dibe ku têkildarî bandora projeyê ya civakî û aborî ya li ser deverên çolter kêm hatiye nirxandin. Rewşa avên sererd û binerd ên li qada projeyê û li qada bandorê dimînin jî cih girt. Hate destnîşankirin ku hewzaya ku dê bendav û HES lê were avakirin, salên domdirêj ji bo avdana çandiniyê û ava vexwarinê weke rezerveke girîng were bikaranîn û pîvandina qelîte û birhê avê jî demkurt bin.
QADÊN ÇANDINIYÊ YÊN GEL DÊ BÊN ÎSTÎMLAQKIRIN
Di rapora ÇED’ê de hate diyarkirin ku beşeke mezin a qada projeyê milkê taybet e û dê pêvajoya îstîmlaqkirinê were destpêkirin. Lêbelê bi hûr û kûr nehatiye vegotin ka dê pêvajo çawa were birêvebirin û dê çi bi çavkaniyên debarê yên şêniyên gundan bibe. Di demên berê de jî ji ber projeyên din ên mîna vê projeyê, xelkê herêmê ji neçarî koçber bûbû, pirsgirêka debarê jiya bûn û bi vê projeyê re ev pirsgirêk dîsa ketin rojevê. Tê destnîşankirin ku ev proje hem ji hêla hevsengiya ekolojîk hem jî ji hêla pêşketina herêmê ve gefeke mezin di xwe de dihewîne. Her wiha, dê qadên xwedî statuya parastinê, qadên sîtê yên çandî û cihên çandiniyê yên qebîliyeta wan zêde jî bandoreke mezin ser çêbibe.
PLATFORMA EKOLOJIYÊ HIŞYAR KIR
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê bertek nîşanî rapora ÇED’ê da û got: “Cihê ku dê bendav lê were çêkirin, belkî jî ava herî xweşik a herêmê li wir e. Gelek kes bi boneya vê ava paqij diçin herêma Heftboriyê, ji turîzmê re vekiriye û bi dinyayê tê danasîn. Her wiha ji hêla daristanan ve jî cihekî gelek dewlemend e. Bi çêkirina bendavê re em ê çi winda bikin; êdî em ê nekarin behsa aveke paqij bikin. Bi çêkirina bendavê re dê cureyên din ên zindiyên li herêmê tune bibin. Ji bo bendavê dê bi hezaran dar bên birîn. Bi teqandina dînamîtan re dê hewayê wê bi temamî qirêjî û jehrî bibe. Xweşikiyên xwezayî yên herêmê dê di bin avê de bimînin. Curbecuriya biyolojîk a li herêmê bi xetereya tunebûnê ya jêneveger re rû bi rû tê hiştin.”
MA / Zeynep Durgut