NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Manavgatê Niyazî Nefî Kaya di çarçoveya lêpirsîna li dijî şaredariyê de hate binçavkirin.
Der heqê Şaredariya Manavgat a Antalyayê ya CHP’î de bi îdiaya “nelirêtiyê” lêpirsîn hate destpêkirin. Şaredar Niyazî Nefî Kaya di çarçoveya lêpirsînê de hate binçavkirin. Hat zanîn ku ji bo 35 kesan biryaran binçavkirinê hatiye dayin.