COLEMÊRG - Ji 7 welatiyên xwediyên erd ku piştî nîqaşa bi biraziyê Îsmet Olmez ê AKP’î re hatibûn binçavkirin 3 jê hatin girtin.
Li Colemêrgê ji 7 welatiyên ku biraziyê Îsmet Olmez ê AKP’î Rahmî Olmez re nîqaş kirin û di serdegirtina leşkeran a bi ser gundên Aşût û Çemkayê de hatibûn binçavkirin 3 jê hatin girtin. 3 welatiyên binçavkirî ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve hatin girtin. Li gorî agahiyan, Nezîr Ecer ê ku hate girtin îfadeya wî nehatiye girtin, rexmê tayînkirina parêzer jî dozger îfadeya ku bêyî parêzer dabû pê daye îmzekirin.
LI PÊŞIYA WALÎTIYÊ DAXUYANÎ
Piştî biryara girtinê, şêniyên Aşûtê li pêşiya Walîtiya Colemêrgê daxuyanî dan. Abdûrrahman Ecer ê ku daxuyanî xwend, diyar kir ku pêvajo bi tevahî bêhiqûqî hatiye rêvebirin. Ecer, destnîşan kir ku kesê îdiaya derbxarinê dike tu nîşaneyeke derbkirinê li ser laşê wî nehatiye dîtin û wiha pê de çû: “Bi telîmata hinek kesan li ser du gundên me operasyon hate kirin. 7 xizmên me hatin binçavkirin. Ev biryar ne hiqûqî û ne jî wijdanî ye. Bêyî delîl û biryara dozgeriyê gundên me hatin dorpêçkirin. Binçavkirin û biryar li gorî îfadeya hinek kesan pêk hat.”
Ecer, destnîşan kir ku dewlet û hiqûq ne ya kesan e û ev tişt got: “Ev ne rast in û ne biryareke hiqûqî ye. Xizmên me bêyî sûc hatin girtin. Dê nekarin bi rêya tundiyê me bitirsînin. Em ê heta dawiyê mafên xwe biparêzin û bi şûn de gav neavêjin. Kesên ku di bûyerê de îdiaya derbxarinê dike tu nîşaneyek lê nîne. Wî kesî lîste amade kiriye û daye polîsan. Em ê li dijî vê biryara nehiqûqî bisekinin."