WAN - Nivîskar Mahmut Çelebî di panela Komkujiya Zîlanê de ku li Erdîşê hat lidarxistin axivî û got: "Armanca komkujiyê înkar û tunekirina kurdan bû."
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê û Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) bi boneya 95'emîn salvegera Komkujiya Zîlanê panelek li dar xistin. Panel li avahiya ARSÎSA ya li navçeya Erdîşê hat lidarxistin û ji hêla Kadîr Kiliç ve hat birêvebirin. Nivîskar Mehmet Siddik Varli û Mahmût Çelebî jî axivîn. Piştî deqeyek bêdengiyê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane, Dayika Aştiyê Muzzeyen Butunê helbestên ku wê nivîsandine xwendin.
Nivîskar Varli behsa serhildanên kurdan di dîroka komarê de kir û got: "Piştî ku serhildana Şêx Seîd hat tepeserkirin, gelek kes çûn Sûriyeyê û li wir Xoybûnê ava kirin. Ev kes paşê vegeriyan û ji bo Serhildana Çiyayê Araratê amadekarî kirin. Îhsan Nûrî Paşa fermandarekî mezin bû. Wî ji bo vê serhildanê her amadekariyek kir, heta rojname jî çap kir. Cihê herî guncaw ji bo destpêkirina vî şerî Çiyayê Araratê, ango Gilîdax, wekî ku di nav gel de tê zanîn, bû. Îhsan Nûrî Paşa şer da destpêkirin û çû çiyayan. Leşkerên tirk êrişeke dijwar dan destpêkirin. Wan jî xwe li hember êrişan parast. Li gorî wan, Gilîdax baregeh bû û wan li wir hikûmet ava kir. Zimanê têkoşînê kurdî bû. Armanc ew bû ku bi derbasbûna ji Sîpanê ber bi Bedlîsê û ji Bedlîsê ber bi Amedê ve, hemû Kurdistanê azad bikin."
Varli diyar kir ku piştî vê serhildanê li Geliyê Zîlanê komkujiyek pêk hatiye û got: "Wan dixwest Zîlanê bi tevahî dagir bikin. Pêşî êriş kirin, lê bi ser neketin. Lê di 13'ê Tîrmehê de, bi hêzeke mezin êrişî herêmên wekî Adax Heyv, Newala Milkê û Newala Fedê kirin. Wan xelkê 40 gundan kom kirin û li wir hemû qetil kirin. Yên ku sax man sirgûnî deverên din kirin. Heywan û tiştên hêja yên li gund mayî hatin desteserkirin."
'ARMANC QIRKIRINA KURDAN BÛ'
Nivîskar Çelebî jî diyar kir ku bi hezaran kes li Zîlanê hatine qetilkirin û got: "Divê em vê qirkirinê ji bîr nekin ku di dîroka Kurdistan û Erdîşê de rojeke tarî bû. Piştî qirkirinê, Geliyê Zîlanê hat dorpêçkirin û yên sax man hatin komkirin. Piraniya wan hatin kuştin û gelek jî hatin sirgûnkirin. Kesên li Zîlanê qirkirin kirin nehatine darizandin ji ber ku wan qanûnek taybetî derxistibû. Armanca Komkiujiya Zîlanê înkar û tunekirina kurdan bû. Gelek gundên şewitî man wêran û gelê Kirgiz anîn gundên ku qirkirin lê hat kirin. Dewletê paşê bikaranîna zimanê kurdî qedexe kir. Navên gund û bajaran hatin guhertin. Dibistanên asîmîlasyonê hatin avakirin. Divê kurd van bûyeran ji bîr nekin."