Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin

  • jin
  • 09:06 26 Îlon 2025
  • |
AMED - Dayika Rojîn Kabaîşê, Aygul Kabaîşê diyar kir ku ji bo tiştê bi serê keça wê de hatine neyên serê tu kesên din, ew ê dest ji bûyerê bernedin û xwest ku kiryar bên dîtin û cezakirin. 
 
Salek di ser mirina biguman a xwendekara pola yekem a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîşê re derbas bû. Rojîn Kabaîş ku di 24'ê Îlonê de bi bavê xwe re ji mala xwe ya li Amedê ber bi Wanê ve bi rê ket, piştî di 27'ê Îlona 2024'an de ji wargeha xwe ya li Wanê derket careke din venegeriya. Piştî lêgerînê, cenazeyê Rojîn Kabaîşê di 15'ê Cotmeha 2024'an de li Taxa Molla Kasimê li peravên Gola Wanê hat dîtin. Tevî salekê jî, di dosyeya lêpirsînê ya der barê mirina Rojîn Kabaîşê de tu pêşveçûn çênebûye. DNA'ya ku li ser cenazeyê Rojîn Kabaîşê hat tespîtkirin ku wekî ya du mêran e û lekeya xwînê ya li ser atlêtê wê hat tespîtkirin ku ya jinekê ye, hê nehatine aşkerakirin ku aîdê kê ne. Hê jî li ser dosyeyê biryara nepenîtiyê didome. Ligel vê malbat, tevî Baroya Wanê û Baroya Amedê têkoşîna xwe ya hiqûqî didomîne. 
 
PIŞTÎ 24 SAETAN HAYA MALBATÊ JÊ KIRIN
 
Dayika Rojîn Kabaîşê, Aygul Kabaîş ku li ser mirina biguman a keça xwe axivî, diyar kir ku roja piştî windabûna Rojînê, polîsan gazî wê kiriye û jê re gotine ku keça wê venegeriyaye wargehê. Aygul Kabaîşê got ku piştî telefonê ew çûne Wanê. Aygul Kabaîşê got: "Piştî 24 saetan haya me pêxistin û em çûn Wanê. 24 saeta derbas bûye hê haya me pêxistin. Di wê demê de çi ji destê wan bihata dikarîbûn bikin." 
 
18 ROJAN LI PERAVÊ GOLA WANÊ MA
 
Aygul Kabaîşê diyar kir ku ew 18 rojan li peravên Gola Wanê li keça wê geriyane û got: "Rojîn neketiye avê. Divê nebêjin, 'Ew ketiye nav avê û xeniqiye.' Çi bûye, li dibistanê bûye, tiliya wargehê jî tê de ye."
 
BANG LI HEVALÊN WÊ YÊN ODEYÊ KIR
 
Aygul Kabaîşê bilêv kir ku keça wê roja ku ew winda bûye bi dîmen lêgeriyaye û kêfa wê li cih bûye û got: "Hevala odeyê ya Rojînê telefonî wê dike û dibêje, 'Tu li ku yî?' Rojîn dibêje, 'Ez li ber marketê me.' Paşê, Rojîn dîsa telefonî wê dike û dibêje, 'Dema ku tu hatî şarjê min bîne.' Hevala wê ya odeyê şarjê girtiye û çûye. Di çenteyê Rojînê de şarj tunebû. Du heb hebûn."
 
Dayik Aygul Kabaîş bang hevala odeyê ya keça xwe kir û got: "Te şarjê wê bir, tu çi dizanî bibêje. Çima vedişêrî? Tu îro veşêrî, sibê tu yê nikaribî veşêrî. Rojîn jî wekî te bû."
 
Aygul Kabaîşê destnîşan kir ku ew hem ji wargehê û hem jî zanîngehê bi gilî ne û got: "Wargeh dibêje, 'Em heta saet 23:00'yan malbatan agahdar nakin.' Divê we paşê wan agahdar bikira. Çima hûn roja din saet 12:00an wan agahdar dikin? Em ê heta sax bin em ê gilîdar bin. Bila Xwedê heqê ji wan re nehêle. Em dixwazin kujer werin dîtin û cezakirin."
 
'ROJÎN NE EW KES BÛ KU XWE BIKUJE'
 
Aygul Kabaîş li ser îdiayên ku keça wê xwe kuştiye bertek nîşan da û got: "Rojîn ne ew bû ku xwe bikuje. Ew ji avê ditirsiya. Rojînê qet întihar nekiriye. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin. Heya em sax bin em ê dest ji vê dozê bernedin. Em dixwazin ku ew her tiştî ji me re bibêjin, her tiştî aşkera bikin. Ev yek bi serê Rojînê hat, lê em naxwazin bê serê keseke din. Em qebûl nakin. Salek derbas bû. Çawa kezeba me şewitî, bila ya wan jî bişewite. Heya kujer bên dîtin em ê bitêkoşin. Çima ev tişt anîn serê Rojînê? Derûniya me hemûyan xera bûye, em dermanan bi kar tînin. Me ew emanetî wargehê û mamosteyan kir. Çima xwedî lê derneketin? Em dixwazin kiryar bên dîtin û cezakirin." 
 
MA / Rûkiye Payiz Adiguzel
 

Sernavên din

16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'
09:13 Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin
09:07 'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'
09:06 Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
09:04 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2025'AN
08:34 Elyakut piştî 32 salan hate berdan
24/09/2025
20:19 Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyeyê hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin
20:13 Ji bo beşdariya li meşa ji bo Rojîn Kabaîşê bang
18:39 Hêzên hikûmeta demkî li Hamayê xanî û dikan talan kirin
18:26 Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin
18:12 Civîna komisyonê bi dawî bû: Em ê raporeke xurt berpêşî meclisê bikin
17:45 Bi girseyî serdana şîna Adem Kûrtay hat kirin
17:38 Îbrahîm Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:26 MKG’ê bertek nîşanî gefên li rojnamegerên jin hatine xwarin da
16:03 Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin
15:41 Şînên Ertaş, Işik û Oztan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:40 YSK’ê ji bo kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara domandinê da
14:56 Ayşegul Dogan: Daxwaza civakê gavên şênber e
14:05 YSK dê ji bo kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive
14:02 Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin
12:46 Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin
12:04 Girtiyê nexweş Kaya sewqî girtîgeheke din kirin
11:59 Danişîna doza Demîrtaş hate taloqkirin
11:32 Gleditsch: Divê şert û mercên Ocalan baş bikin
Budgen: Hewceye ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
11:15 Kurtulmuş: Em ê li ser amadekariyên sererastkirinên yasayî bisekinin
10:32 Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin
10:29 AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir
10:07 Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir