MÊRSÎN - Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku dê têkoşîna gelê Kurd bi pêşengtiya Abdullah Ocalan li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi ser keve.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Akdenîz a Mêrsînê 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li eywaneke dawetan a li bajar hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û partiyî tev li bûn. Li eywana kongreyê pankartên “Ên komuna wan nebe hevrêyên min nînin”, “Li dijî tundiya mêr-dewletê jin, jiyan, azadî”, “Israra di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye” û “Sosyalîzma netewe dewletê diparêze ber bi têkçûnê, sosyalîzma civaka demokratîk ber bi serkeftinê ve dibe” hatin daliqandin. Beşdaran, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş di kongreyê de got ku gelek derdor xwedî li pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin derdikevin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî didome. Bedriye Kuş, got: “Em dixwazin ku şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin û bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigire.”
'BI PÊŞENGTIYA OCALAN EM Ê BI SER KEVIN’
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan jî diyar kir ku divê dewlet berpirsyartiya xwe ya di pêvajoyê de bicih bîne û got: “Ev têkoşîn dê bi pêşengtiya birêz Abdullah Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi ser keve. Em jî dê tişta ji dest tê bikin û lez bidin pêvajoyê.”
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’
Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî got: “Serkeftina pêvajoyê dê were wateya êdî nekuştina zarokên mîna Ceylan Onkolê. Pêvajo, encama têkoşîna 50 salan a gelê Kurd û dostên wan e. Di vê pêvajoyê de em ji hêza xwe ya rêxistinkirî û sermizakerevan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawerin. Ji bo li ser maseyê destê birêz Ocalan xurtir bibe, em ê têkoşîna xwe xurtir bikin û rêxistiniya xwe bidomînin.”
Di kongreyê de Mehmet Şîrîn Eruncak û Aysel Karaduman weke Hevserokên DEM Partiyê ya Akdenîzê yên nû hatin hilbirtin.