NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundewarê Dêrazorê di êrişa DAIŞ’ê de 4 endamên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyand ku i gundewarê Dêrazorê di êrişa DAIŞ’ê de 4 endamên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şaneyek terorîst a DAIŞ’ê li bajarokê Ebrîha yê rojhilatê Dêrazorê êrişek nemerdane pêk anî. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Di şer de 4 şervanên me şehîd bûn, terorîstek hat kuştin û yên din jî reviyan.
Hêzên me lêgerîna li yên reviyayê û mîsogerkirina ewlehiyê didomînin. Xwîna şehîdan sonda me ya domandina têkbirina bermahiyên DAIŞ’ê û qedandina terorê ye."