Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû

img

ÎZMÎR - Li Kurdistan û gelek deverên Tirkiyeyê mihrîcan, çalakî û bûyerên girîng di warê çand û hunerê de hatin lidarxistin, daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê û bidestxistina statuyeke qanûnî ji bo Kurdî li çar aliyê cîhanê deng veda.

Sala 2025’an, li Kurdistan û gelek deverên Tirkiyeyê dîmenên rengîn û hilberîna zêde di qada çand û hunerê de hebû. Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re bû salekî ku xwedîderketina zimanê Kurdî û çanda Kurdî zêde bû. Di vê salê de ku li çar aliyê Kurdistanê afirandinên mezin çêbûn, Kurdan bi berxwedaneke xurt çanda xwe ya ku tüne tê hesibandin, hebûna wê berdewam kir. Di vê salê de me kesayetiyên ku bi jiyana xwe têkoşîn û berxwedanê rêberî kirin, winda kirin. Di vê salê de jî astengî bi mohrkirina komeleyan, komkirina pirtûkan, sansur, binçavkirin û girtinan berdewam kir. Bi banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê re di çalakiyên çand û hunerî de azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin û ji gelek aliyan ve piştgirî ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re hat ragihandin.
 
Di sala 2025’an de ku dîmenên rengîn lê hatin dîtin, li Kurdistan, li Tirkiye û li gelek deverên Ewropayê mihrîcan, konser, şahî, pêşandanên fîlman, rojên pirtûkan û şano bi coş hatin lidarxistin. Li dijî polîtîkayên bişaftinê û înkarkirinê yên li ser çanda Kurdî, di sala 2025’an de ku gelek mihrîcan û şahî ji bo vejandina çanda gel hatin lidarxistin, li navçeya Gimgimê bi dirûşma "Bi jina azad, xweza û çandê ber bi civaka demokratîk ve" "Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Jinan" a 2 rojan û herwiha bi gelek mihrîcanên jinan re jinan berxwedana xwe nişan dan. Li gel 23'yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya ku bi dirûşma "Dêrsim jiyan e; dest nedin xwezayê, îradeyê, zimanê û baweriya min" hat lidarxistin, li Gimgimê jî mihrîcana baweriyan pêk hat. Li navçeya Basa ya Şirnexê, çalakîya Zêw a ku bi sedsalan e didome, bi sedan kesan re îsal jî bi coş hat lidarxistin ku xwarinên xwe li heman sofrê parve kirin û ji aliyê Şaredariya Erxenî ya Amedê ve jî 2'yemîn Şahîya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê hat lidarxistin. Herwiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî 3'yemîn Mihrîcana Muzîkê ya Orkêş li bajarê Hesekê bi temaya "Bi çanda komunal deng û awazên gelan vejîn dike", Mihrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya ku diyariyê 283 zarokên Kurd ên di şewata Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin, 10'emîn Mihrîcana Wêje û Hunerê ya Jinan a Konseya Çandê ya Kantona Cizîrê û Tevgera Çandê ya Jinan a Hîlala Zêrîn bi dirûşma "Hunera azad bi deng û rengê jinê" hat lidarxistin û gelek mihrîcanên din hatin lidarxistin. Herwiha li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê fûarên pirtûkan hatin lidarxistin. Fûara 9’emîn a Pirtûkan a Amedê jê 31 Kurdî, 200 weşanxane beşdar bûn, li Qamişlo jî Fûara Pirtûkan a Herekol a Navneteweyî ku 51 weşanxane, pirtûkxane û komele bi hezar û 314 pirtûkan beşdar bûn. Di fûarên hatin lidarxistin de gelek nivîskar û weşanxaneyan parastina mafê Kurdî ya bi temînata qanûnî kirin û her tim girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê anîn ziman.
 
Li bajarên cuda yên Ewropayê jî di mihrîcanên bi dirûşma "Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk" hatin lidarxistin de, di Mihrîcana Sakîne Cansiz a Jinan ya li Zurîhê de û di mihrîcana bi dirûşma "Bi Rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk" a boneya 76 saliya Abdullah Ocalan li navçeya Xelfetî ya Rihayê hat lidarxistin de azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin. Herwiha koma Ma Muzîkê Gerok Ma, li baxçeyê mala Abdullah Ocalan a li Amara de jî atolyeya zarokan lidarxist. Geşedanek din a girîng jî vegerandina navê Arbo yê gundekî Suryanan li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê, ku bi salan berê hatibû guhertin.
 
Hunermend Julîde Kural jî, ji merasîma şewitandina çekan a 30 gerîlayên endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk a li Herêma Federal a Kurdistanê îlham wergirt û xebata vîdyoyê ya kolektîf a bi navê “Gotina Min Ji Bo Aştiyê Heye” li dar xist. Di vîdyoya banga aştiyê de malbatên kesên di pêvajoya pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan û dîmenên meşên ji bo aştiyê û kevokên spî cih girtin. Herwiha di “Mihrîca Fîlman a Navneteweyî ya li Dijî Şer” de ku bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya Spartakusê û bi piştgiriya gelek saziyan hat lidarxistin û li gelek bajaran bi temaşevanan beşdar bûn, bi rêya kurtefîlman temaya li dijî şer hatin nîşandan. Piştî mihrîcanê merasîma xelatdayînê hat lidarxistin û xelat dan xwediyên wan.
 
PERWERDEHIYÊ BERDEWAM KIR
 
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê komeleyên ziman û çandê hatin vekirin û bi rêya perwerdehiya li ser ziman û çanda Kurdî ya di van komeleyan de dihat dayîn, çanda Kurdî zindî û geş bû. Komeleya Çand û Hunerê ya Anavarza li Edeneyê, Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Konê (KON-DER) li navçeya Kulu ya Konyayê, Komeleya Ziman û Çandê ya Kurdî-Zana Ararat li Agiriyê, Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatolîa li Enqereyê, Ekîn Çand û Huner li navçeya Avcilar a Stenbolê, Komeleya Jiyan û Çanda Azad li Îzmîrê vekirina xwe ragihandin. Li gelek komeleyan jî xwendekar piştî perwerdeya xwe qedandin mezûn bûn. Li Wanê Kurdîgeh, li Amedê kesên ku ji kursên Kurdî, Suryanî û Ermenî mezûn bûn bawernameyên xwe wergirtin û Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ku di nava Akademiya MA Muzîkê de hat damezrandin jî îsal mezûnên xwe yên ewil da.
 
JI PIRTÛKÊ HETA MUZÎK Û FÎLMÊ 
 
Di qada çand û hunerê de gelek albûm, stran, fîlm, helbest, çîrok û pirtûkên çîrokan yên nû ku berxwedan û têkoşînê derdixînin pêş, derçûn. Li weşanxaneyên wekî Aram, Rûpel, Ava, Lîs, Avesta, Ar û Na gelek pirtûkên nû hatin weşandin.
 
Hunermenda Kurd Rotînda pirtûka xwe ya bi navê “Çîroka Zarokên Roj û Agir” ku tê de gotin, nîşe û çîrokên 50 berhemên wî cih digirin, weşand. Di warê muzîkê de jî salekî mişt bi afirandin bû. Hunergeha Welat a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên çand û hunerê dike, gelek stranên nû yên der barê têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxist. Bengî Agirî û Zelal Aslî ji bo kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd Alî Haydar Kaytan û Riza Altun strana "Du Çiya" derxist, Ferhat Tunç ji bo bîranîna 88’emîn salvegera bidarvekirina Seyîd Riza strana "Cîgêram", Koma Hevra bi dirûşma "Bibe deng ji zindanan re" strana "Zana" û albûma nû ya Awazê Çiya ya bi navê "Dara Jiyanê" ku ji 10 stranan pêk tê, gihiştin guhdaran. Şaxa 3'yemîn a Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê jî bi dirûşma "Her kesek xwediyê çîrokekî ye" Pêşbirka Çîrokan a Narîn Guran li dar xist.
 
Herwiha klîba strana "Mizgîn" ku gotin û muzîka wê ji aliyê Koma Hevra ve hatibû nivîsandin, li mala Abdullah Ocalan a li Amara hat kişandin. Stran di salvegera biryara darvekirinê ya ku di 29’ê Hezîrana 1999’an de derbarê Abdullah Ocalan de hatibû dayîn, hat weşandin. Li gel van, fîlmê "Heval Birako" yê Komuna Fîlman a Rojava ku kişandina kiribû, diyariyê rojnameger Nazim Daştan hat kirin. Derhêner Çayan Demîrel û Ayşe Çetînbaş rêwîtiya Kardeş Turkuler a 30 salan di muzîkê de li paş xwe hîştine, bi belgefîlma "Kardeş Turkuler 30 sal" ve vegot. Kovara Ozgur Halk a ku di sala 1990’an de dest bi weşanê kiribû, dê di 1’ê Çileya 2026’an de bi awayeke dîjîtal de dîsa bê weşandin.
 
KOMUNA BELGEFÎLMÊ YA GULISTAN TARA HAT DAMEZRANDIN
 
Yek ji geşedanên girîng ên sala 2025’an jî ew bû ku di 3’yê Adarê de Komuna Belgefîlmê ya Gulistan Tara damezrandina xwe îlan kir. Komun a ku ji bo bibîranîna têkoşîna rojnameger Gulistan Tara ya di êrişa SÎHA’yê de hat qetilkirin bide jiyandin, 8 sal in xebatên xwe didomîne. Komunê di 2’yê Nîsanê de rêze belgefîlma “Vejîna Kurd” a 90 beşî ku li ser dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd e, weşand. Piştî weşandina belgefîlma Komunê, hesabên medyaya dijîtal hatin girtin û sansur li ser komunê hat sepandin. Herwiha arşîva 30 salî ya televizyonên Kurdî yên ku Kurdan bi cîhanê dan nasîn, ku rexmê hemû qedexe û sînoran weşana xwe kiribûn, bi rêya platforma medyaya dijîtal a bi navê Kurd Archive ji gel re hat vekirin.
 
KOMA AMED PIŞTÎ SALAN LI KURDISTANÊ
 
Koma Amed, yek ji navên girîng ên muzîka Kurdî ku bi stranên xwe di bîranînan de cih girt, piştî 30 salan yekem car di 25’ê Cotmehê de li Amedê derket ser dikê. Koma ku di salên 1990’î de bi gotinên xwe yên polîtîk, avahiya xwe ya muzîkê ya orîjînal û melodiyên xwe yên pirdeng bûn dengê nifşekî, piştî salên dirêj ên sirgûn, qedexe û zextan, bi guhdarên xwe re civiya. Konsera ku lê soza xwedîderketina li pêvajoyê hat dayîn, piştî Newrozê veguherî yek ji çalakiyên herî girseyî yên Amedê. Bi sed hezar kesan di konserê de careke din damezrînerê komê Evdîlmelik Şêxbekir ê ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anîn.
 
VEDÎTINÊN KU DÊ RONAHÎ BIDIN DÎROKA MIROVAHIYÊ DERKETIN HOLÊ
 
Vedîtinên girîng ên ku îsal li Mezopotamya, dergûşa şaristaniyan hatin dîtin, ronahî dan dîrokê. Di kolanên Girê Mirazan ê li Rihayê de, peykerê mirovî yê bi mezinahiya rastîn ku di dîwarê odeyekê de hatiye bicihkirin û derbarê rîtuelên serdema Neolîtîk de hin nîşaneyên girîng dide, hat dîtin. Herwiha li Mendîk Tepe ya li Rihayê ku tê gotin ji Girê Miraza û Karahantepeyê kevintir e, der heqê jiyana civakî ya jinê ya serdema Neolîtîk de vedîtinên girîng hatin dîtin. Di kolanên arkeolojîk ên li Girê Başûr ê li Sêrtê, di goristaneke qraliyetê ya 4 hezar û 800 sal berê de, delîlên girîng ên li ser rîtuelên qurbankirina mirovan hatin dîtin.
 
PARADÎGMAYA AZADIYÊ BI ZIMANÊN CÎHANÊ
 
Berga yekem a pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Abdullah Ocalan ji aliyê Rojava Kommittéerna (Komîteya Rojava) ve li Swêdî û pirtûka Sosyolojiya Azadiyê jî ji aliyê Basilis Manolas ve bi Yewnanî hate wergerandin. Pêşgotina pirtûka ku bi Yewnanî hat wergerandin, ji aliyê civaknas û fîlozofê Îrlandî John Holloway ve hat nivîsandin. Herwiha pirtûka Sakîne Cansiz a ku yek ji damezrênerên Tevgera Azadiyê ya Kurd û yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Jinê, ya bi navê "Jiyana Min Her Tim Şer Bû (II Berg): Salên Zindanê" jî bi zimanê Spanî hat çapkirin.
 
ŞEXSIYETÊN GIRÎNG JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Di sala bihurî de, hunermendên ku xizmetên girîng ji çand û hunerê re kirine, jiyana xwe ji dest dan. Şanoger Bave Teyar di nobedê de ku li dijî êrişên komên paramîlîter ên li ser Bendava Tişrînê de, jiyana xwe ji dest da. Bi gelek çalakiyên ji bo bibîranîna Teyar hatin lidarxistin, têkoşîna wî hat jiyîn. Helbestvan Fadil Ozturk, dengbêja jin a Kurd a Êzidî Eda Mehdo, hunermend Volkan Konak, Edîp Akbayram û Kahtali Miçê, nivîskar û wergêra sosyalîst Sevîm Bellî, muzîkjenê Îranî Çîsta Garîb Gorganî û hunermendê Kurd Reşîd Sofî di sala 2024'an de jiyana xwe ji dest dan. Herwiha gora Ayşe Şan, yek ji navên girîng ên muzîka Kurdî, piştî 29 salan li gorî wesiyeta wê, li ser axa ku lê ji dayik bûbû, li Goristana Yenîkoy a Amedê hat definkirin.
 
ZEXT, QEDEXE Û SANSUR
 
Di sala 2025’an de jî zext, sansur û qedexe bûn yek ji mijarên sereke yên di warê çand û hunerê de. Îsal jî di xebatên çand û hunerê de polîtîkayên zext û bişaftinê li Kurdistan û Tirkiyeyê domand. Gelek pirtûk dîsa bi biryarên komkirinê hatin desteserkirin û firotina van pirtûkan hat qedexekirin. Qedexe û astengî tenê bi pirtûkan sînordar nema, nexasim êrişên li dijî ziman û çanda Kurdî berdewam kirin. Mohrkirina deriyê Komeleya Ziman û Çandê ya Avesta ya li Îzmîrê, girtina xwendekarê lîseyê ji ber ku vîdyoya govendê ya bi Kurdî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kiriye, li Stenbolê malbateke ku ji geştê vedigeriya ji ber ku Kurdî guhdarî dikir ji aliyê polêsan ve hat derbkirin, Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber dirûşma reklama Kurdî ya "Koma Me Bona We" ya ku berê bi nivîskî erê kiribû, ceza li Amedsporê birî, ji aliyê Walîtiya Dêrsimê ve astengkirina koma muzîk û folklorê ya Ermenî Veradardz ku dixwest beşdarî Mihrîcana Dêrsimê bibe, li Koleja TED Diyarbakirê di çarçoveya çalakiya Roja Zimanê Tirkî ya 26’ê Îlonê de fermana Karamanoglû Mehmet a “Ji bilî Tirkî zimanekî din nayê bikaranîn” hat xwendin û ferzkirina yekzimanî rû dan. Herwiha Kovara Lemanê ji ber xêzkirina karîkaturekî bû hedefa komên nîjadperest û paşverû û êriş li avahiya kovarê hat kirin. Di lêpirsîna ku piştî hedefan hat destpêkirin de, hin xebatkarên kovarê hatin girtin.
 
LI HER DERÊ BANGA STATUYA QANÛNÎ JI BO KURDÎ BILIND BÛ
 
Ji bo naskirina statuya qanûnî ya Kurdî, ku bi salan di bin zextên mezin de bû û dihat xwestin bê jibîrkirin, li Kurdistan û gelek deverên Tirkiyeyê gelek çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di Roja Zimanê Dayikê ya 21’ê Sibatê û Roja Zimanê Kurdî ya 15’ê Gulanê de Kurdên ku li çar aliyê cîhanê derketin kolanan, bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê û temînata bi statuyeke qanûnî ji bo Kurdî dengê xwe bilind kirin. Li Amedê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî ku di nav de 750 sazî, platform, înîsiyatîf, partî û komên cuda, hene bi dirûşma “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî", di 18'ê Mijdarê de deklarasyona “Daxwazên Kurdan ji bo Zimanê Kurdî” ragihandin. Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re jî bi milyonan kesan li her qadê anîn ziman ku ji bo aştiyeke birûmet divê statuya qanûnî ya Kurdî bê misogerkirin.
 
MA / Ugurcan Boztaş

Sernavên din

10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome