QERS - Baroya Qersê, der heqê Prof. Dr. Tulay Dîken Allahverdî ku li Nexwşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Kafkasê ya Qersê dixebite, serlêdana sûc kir.
Baroya Qersê, bi hinceta ku li dijî gelên Kurd û Ereb nijadperestî û cihêkarî kiriye, giliyê Prof. Dr. Tulay Dîken Allahverdî kir ku li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Kafkasê ya Qersê wezîfedar e.
Di daxuyaniya baroyê de hate ragihandin ku parvekirinên bijîşka navborî di asta sorkirina dijminatî û kîna li hemberî gel de ye, ziyanê dide rûmeta mirovan û gefê li aştiya civakî dixwe.
Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi qasî ku li nava raya giştî belav bû, hate dîtin ku Prof. Dr. Tulay Dîken Allahverdî ya ku li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Kafkasê wezîfedar e, di parvekirinên xwe yên WhatsAppê de li hemberî gelên Kurd û Ereb gotinên cihêkar, biçûkxistinê û nefretê bi kar aniye."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev gotinên li pîvanên exlaqî yên pîşeyê bijîşkî û akademîsyeniyê nayên, nayê qebûlkirin.
Baroya Qersê bang li Rêveberiya Zanîngeha Kafkas û Desteya Hîndekariya Bilind kir ku pêvajoya disiplînê û îdarî bidin destpêkirin.
Baroyê da zanîn ku wan ji ber sûcê “Gel ji bo kîn û dijminatiyê sor kiriye û biçûk xistiye” li Serdozgeriya Komarê ya Qersê serlêdana sûc kirine.
