RIHA - Şîna endamê HPG'ê Mehmet Balî Polat ku hat ragihandin jiyana xwe ji dest daye, bi girseyî hat ziyartekirin.
Li gundê Karkutlu yê navçeya Birecikê ya Rihayê, ji bo endamê HPG'ê Mehmet Balî Polat (Agir Serhed) ku di 5'ê Kanûna 2023'an de li herêma Heftanînê ya Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn. Şîn bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Xakên Qedîm Winda Kirine (KATDER) ve û gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û biraziyê wî Alî Ocalan, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Gundiyên ku li ber deriyê gund pêşwaziya kesên ku tevlî şînê bûn kirin, bi dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin", "Bijî Rêber Apo" û tilîliyan ber bi mala şînê ve meşiyan.
Dayika Polat, Melîha Polat,ê, li mala şînê axivî û diyar kir ku kurê wê mirovekî fedakar bûye. Bav Osman Polat jî destnîşan kir ku divê êdî dawî li mirinan bê û bal kişand ser pêvajoya aştiyê.
Serdan piştî duayan bi dawî bû.
