EDENE - Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê, starta xebatên mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4’ê Çileyê de li Amedê were lidarxistin, da.
Platforma Saziyên Demokratîk, dê di 4’ê Çileyê de Qada Stasyonê ya li Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mitînga “Hêvî û azadiyê” li dar bixe. Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê jî têkildarî mitîngê li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê daxuyanî da.
‘EM LI AMEDÊ BÊN GEL HEV’
Hevserokê DEM Partiyê yê bajêr Seyfettîn Aydemîr di daxuyaniyê de got ku gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê hêviya aştî û çareseriya demokratîk di îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibîne. Aydemîr, anî ziman ku “Mafê hêviyê” ne tenê mafekî şexsî ye û nirxandinên DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi bîr xist. Aydemîr, da zanîn ku “mafê hêviyê” mafekî gerdûnî ye û divê demildest bê bicihanîna. Aydemîr, got ku ev yek dê pêşiya pêşeroja demokratîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn veke. Bi domdarî Aydemîr anî ziman ku mifteya neteweya demokratîk, komara demokratîk û xwişk-biratiya di navbera gelan de “mafê hêviyê” ye. Aydemîr, got ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û ji bo xwedîderketina li daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, banga tevlibûna mitînga 4’ê Çileyê ya li Amedê kir.
Aydemîr, da zanîn ku wan starta xebatên mitîngê dane.
