AMED - Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku zimanê aştiyê hîn nehatiye avakirin û hîn jî partî hene ku daxwaza demokrasiyê ya bêyî Kurdan dikin.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bi sernavê "Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Doh heta Îro" panelek li dar xist. Civaknasê Siyasetê Prof. Dr. Dogû Ergîl, rojnamevan Rûşen Çakir, nivîskar Mumtazer Turkone û Koordînatora Navenda Lêkolînê ya SAMER'ê Yuksel Genç wekî axaftvan beşdarî panela ku li avahiya odeyê hat lidarxistin bûn. Nivîskar Şeyhmûs Dîken beriya panelê axivî û diyar kir ku 30 sal di ser nivîsandina pirtûka "Pirsgirêka Rojhilatê" re derbas bûne û got: "Pirsgirêka Rojhilatê bûye Pirsgirêka Kurd û hîn jî li benda çareseriyê ye. Em hêvî dikin ku pirsgirêk çareser bibe."
PIRSGIRÊKA KURD LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ DIXITIME
Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya got: "Ev rapor di salên 1990'î de, serdemeke ku bi kuştinên nediyar ve hatiye nîşankirin, hatiye amadekirin. Dema ku em îro lê dinêrin, em dikarin bibînin ku wê demê nîqaşkirina vê mijarê çiqas girîng û dijwar bû. Ev rapor di serdemeke wiha de derket holê ku pirsgirêk bi tevahî li ser bingeha ewlehiyê dihat nîqaşkirin û rêyeke din nedihat dîtin. Di pêvajoyeke wiha de ku tişt gihîştine rewşeke bêçare, ev rapor roleke pêşeng dilîze. Di vê pêvajoya ku tê de aştî tê nîqaşkirin de, divê ev yek bê zelalkirin."
Kaya got: "Mixabin, teşwîq li ser ewlehiyê ne. Dema ku herêm ji sedî 5 e, ev rêje li rojavayê ji sedî 60 e. Ev ji perspektîfeke ewlehiyê ya li ser pirsgirêka Kurd tê. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêvajoyeke diyalogê salek e dest pê kiriye. Siyaseteke li ser Sûrî heye ku pirsgirêka Kurd xwe disipêre wê. Mixabin, ew li wir her tim asê dibe. Pêvajoyek li wir pêş dikeve. Pêdivî ye ku ew pêvajo baş were fêmkirin û li gorî wê gav werin avêtin. Divê Tirkiye pirsgirêka mayîndebûna xwe ji holê rake û zimanekî hevpar a aştiyê biafirîne."
ZIMANÊ AŞTIYÊ
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, li ser pêvajoya berdewam axivî û got: "Li her derê ku em diçin, ji me tê pirsîn, 'Hûn bawer dikin?' Ji ber ku ev pirs ji hêla dewletê ve nayên bersivandin, gel baweriya xwe bi wan nayne. Li meclisê, partiyeke bi tevahî li ser ewlehiyê disekine, partiyeke din bi awayekî rûberî lê disekine û partiyeke din jî parêzvenaiy demokrasiyeke bêyî Kurdan dike. Rapor, bi berfirehî hatine nîqaşkirin. Sernavên hem bêhêvîker û hem jî hêvîdar hebûn. Bangên birêz Bahçelî heta niha hîn jî hene. Ev bang girîng û hêja ne. Gavên ku piştî daxuyaniya birêz Ocalan ji hêla PKK'ê ve hatine avêtin cihê hêviyê ne. Pêdivî ye ku pirsgirêka Kurd ji têgeha 'terorîzmê' were derxistin. Divê ev pêvajo bi pratîkên burokrasiya ewlehiyê re rû bi rû nemine. Zimanê aştiyê nayê avakirin. Di vî warî de israr heye."
Piştî axaftinan, panel dest pê kir.
