DÊRSIM - Îdareya Taybet a Pêrtagê, projeya GES’ê ya li navçeyê ku hêj pêvajoya yasayî temam nebûbû hatibû çêkirin, mohr kir. Şêniyên herêmê xwestin proje bi temamî were betalkirin û gotin: “Heke GES temam bibe dê ji bo me jiyana gund bi dawî bibe.”
Şîrketa Anonîm a Xizmetên Danûstandinê ya Ozenê, li gundê Sefkarê yê navçeya Pêrtagê ya Dêrsimê tevî nerazîbûnên şêniyên gund jî, piştî biryara “Hewcehî bi Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) nîne” li cihekî pir nêzî gund dest bi çêkirina Santrala Enerjiya Rojê (GES) kiribû. Îdareya Taybet a Bajêr jî di 23’yê Kanûna 2025’an de lêkolîn kir û diyar kir ku GES li dijî mewzûatê hatiye çêkirin, bêyî pêvajoya yasayî temam bibe hatiye avakirin û bi vê boneyê jî GES mohr kir. Xelkê Sefkarê ku ji destpêkê ve li dijî projeyê derdikeve û bi çalakiyên cur bi cur xwestin dengê xwe bidin bihîstin, piştgirî dan biryara mohrkirinê û xwestin proje bi temamî were betalkirin.
Zeynep Ozê diyar kir ku ew li gundê xwe tu projeyeke GES’ê naxwazin û got: “Xelkê vê derê, debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dike. Ji ber GES’ê ava me qut bû û ji ber ku rê hatine girtin, em nikarin biçin nav zeviyên xwe. Hêj ji destpêkê ve me jê re got ku vê projeyê naxwazin. Lê kesekî li me guhdar nekir. Xelkê vê derê tevek jî xizan in û bi zor û zehmet debara xwe dikin. Belkî jî bi berhemên xwe tiştek bo malên xwe kiribûna. Lêbelê dê niha nekarin wê jî bikin. Em dixwazin ev proje bi temamî were betalkirin.”
'EM NEKARIN LI VIR BIJÎN’
Aydin Çem jî bi lêv kir ku qada GES lê hatiye çêkirin qada daristanê ye û di dema çêkirina projeyê de ev dar hatine texrîbkirin. Çem, da zanîn ku ji ber cihê GES lê hatiye çêkirin dê zirar bigihije xwezayê, mêrgan û sewalkariyê û wiha dom kir: “Em naxwazin GES were çêkirin. Ev der, pêşeroja me ye. Me sewalkarî kir û di nava xwezayê de mezin bûn. Lê wekî hûn jî dibînin, qada daristanê winda bûye û li şûna wê hin tiştên ji cam û hesinan lê bicih kirine. Ev jî zirarê dide me û hawirdora me. Heke GES temam bibe, ji bo me dê jiyana gund bi dawî bibe. Em ê nekarin tu tiştekî hilberînin. Lewma dê nekarîn li vir bijîn.”
'TU BIKE DÊ YASA LI PEY TE WERE’
Ji welatiyan Fîkret Kemal Ulgu jî got ku demekî dirêj li cihekî cuda jiya û piştî teqawid bûyî vegeriyaye gundê xwe û ev tişt anî ziman: “Em hatin gundê xwe lê li gundê me GES danîne. Em debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Ji ber vê projeyê jî kesek nikare sewalkariyê bike. Heke çandinî nebe ev mirov dê debara xwe bi çi bikin? Pezê xwe dibin çêregehê lê GES heye. Ji ber GES’ê dê avhewaya vê derê biguhere. Zeviyên li dora GES’ê ji ber guherîna germahiyê dê şîn nebin. Ma dema çêregeh tune bûn em ê çi bikin? Em nikarin li metropolan bijîn. Heta duh bi hinceta ‘terorê’ gundên me vala dikirin. Niha jî ‘teroreke’ yasayî li me ferz dikin. Bêyî daxwaza mirovan vê dikin. Bêyî destûra min li nava zeviya min didanin. Mîna di fîlmê Kemal Sunal de, dibêjin ‘tu here bike dê yasa li pey te were.’ Em dixwazin ev GES were betalkirin û kesek mexdûr nebe.”
BERHEM DI NAVA ZEVIYÊ DE MAN
Hidir Gul ku debara xwe bi sewalkariyê dike jî got: “Ji roja ewil ve ye em li dijî vê projeyê derdikevin. Lê guh nedan me û çêkirin. Ez debara xwe bi sewalkariyê dikim. Dixwazim pezê xwe biçêrînim lê GES rê nade. Ji ber ku wesayîta dirûnê nikarin derbasî nava zeviyê bibin, min nekarî dirûnê bikim. Heke wiha bidome em ê nekarin saleke din çandiniyê bikin. Gelo sibe dusibe dê zarokên me çi bikin?”
MA / Şîrvan Şîlan Çîl
