WAN - Nanpêj Taha Dagtekîn diyar kir ku ji ber bihabûna ard û nan, welatî berê xwe dane nanê kartû û ji ber zemê ew bi xwe jî nikarin kar bikin.
Krîza aborî ya ku li Tirkiye û Kurdistanê kûr dibe, welatiyan neçar dike ku daxwazên xwe yên bingehîn bi awayên cuda dabîn bikin. Welatiyên ku di dabînkirina nan de zehmetiyê dikişînin, ji ber bihayê nan bi zamên dawî bûye 12 TL, berê xwe dane nanê kartû yê 10 TL. Nanpêj Taha Dagtekîn bal kişand ser bihabûna ard û diyar kir ku bihayê nanê gel ê şaredariyê 8 TL ye, lê bi vî bihayî ew qezenc nakin û wiha axivî: "Ji ber ku bihayê nan zede ye, gel hîn bêtir berê xwe da nanê kartû. Ji ber şert û mercên aboriyê, gel bihayê nan zêde dibîne. Kesê ku ji bo kirîna nan tên, dema bihayê nan dibihîzin, gilî dike. Mînak, ji me re dibêjin nanekî bi vî gramajî çawa bi vî bihayî tê firotin û giliyê me dikin."
'EM ÊDÎ NIKARIN KAR BIKIN'
Dagtekîn anî ziman ku dema zem li ard tê kirin lê li nan nayê kirin ew qezenc nakin û wiha pê de çû: "Berê me qezenc dikir, lê niha ji ber zemên hatine kirin em êdî nikarin kar bikin. Ji ber ku zem li her tiştî hatiye kirin em qezenc nakin, dema wiha dibe bandorê li her kesî dike, wekî berê nîne û qezencek zêde tune ye."
'QEZENCA ME PIR KÊM E'
Firoşkarê ard Mistefa Yadîgar jî diyar kir ku di du salên dawî de di bihayê ard de guherîneke mezin çênebûye, zema hatiye kirin di navbera ji sedî 10 û 15'an de ye, lê ji ber ku hêza kirînê ya welatiyan kêm e, ew bertek nîşanî bihabûnê didin û wiha got: "Dema em li kelûpelên din ên xurekê dinêrin, her roj zem li wan tê kirin, lê ard du sal in naguhere. Bihayê kîsek ard par 900 TL bû, îsal derdora hezar lîreyî ye. Mesrefa ardên ku ji me re tên diguhere. Gelek cureyên ard hene; yên ji bo nanê pîde, nanê somun, nanê tendûrê, şîrînahî û beqlawayê hene. Bihayê hemûyan cuda ye. Yê herî erzan ê tendûrê ye, ji hezar lîreyî dest pê dike. Yên firinan ji hezar û 100 û hezar û 150 TL’yî dest pê dikin. Yên beqleweyê hîn bilindtir in. Qezenca me li gorî ji sedî 50’î, bi mesrefeke pir kêm e."
'HÊZA KIRÎNÊ YA MIROVAN ZORÊ LI WAN DIKE'
Yadîgar anî ziman ku li gorî kelûpelên din ên xurekê yên li bazarê, ard yê herî guncan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cudahî di navbera ji sedî 2 û 3’yan de ye. Ji ber ku di salek du salên dawî de zêde guherîn çênebûye, mirov hînî van reqaman bûn. Lê dîsa jî hinek hene ku bertek nîşan didin. Îro kîsekî ardê nanê tendûrê bibe 10 hezar TL hêza kirînê ya mirovan dê zorê li wan bike. Hêza kirînê ya her mirovî ne wekî hev e, qezenca wan jî ne yek e. Bazar li gorî kelûpelên din diguhere. Kîloyek goşt 800 TL ye, 2 kîlo fintiq hezar û 200 - hezar û 300 TL ye. Kîloyek beqlewe ji hezar û 200 TL’yî dest pê dike. Dema em bi van re didin ber hev, em bihayê hezar TL yê kîsek ard wekî bihayekî maqûl dibînin."
