Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan

  • jin
  • 11:54 2 Nîsan 2023
  • |
ENQERE - Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta kampanyaya hilbijartinê da. Meclisa Jinan, strana hilbijartinê ya bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” ku gotin û awazê wê ya Devrîm Demîr e jî da nasîn. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê bi çalakiyekê ragihand û strana hilbijartinê ya bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” da naskirin. Gotin û awazê stranê ya hunermend Devrîm Demîr e û ji hêla Komîna Tevna Jinê ve hatiye gotin. 
 
Gotinên strana hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk wiha ne: 
 
“Va ye em in, li vir in
 
Em ê bi jinê biguherîn in
 
Tovê azadiya xwe
 
Em ê bi destê xwe bireşîn in 
 
***
 
Bi tîrêjên roja pîroz 
 
Şax dide li nav axa me
 
Hêvîyên siberoja me
 
Ronî dikin vê riya me hêy 
 
*** 
 
Va ye em in em jin in 
 
Xwediyê fikrekî azad in 
 
Bendê ku ava bûne 
 
Li derdora xwe em radikin 
 
***
 
Em parêzvanên xwezayê ne
 
Xwediyê hilberînê ne
 
Avakerên jiyanê ne 
 
Û dildarê vê dozê ne hêy
 
***
 
Dîsa jin, dîsa jiyan 
 
Dîsa jin, dîsa azadî 
 
Belav dibe dengê me
 
Li heft parzemînên cîhanê 
 
***
 
Em ava dikin modêlek nû 
 
Li dora rastiya jinê 
 
Em davêjin tovê xwebûnê 
 
Em şîn dikin hêviya hebûne hêy”