Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin

  • jin
  • 17:02 8 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Hevdîtina jinan a di çarçoveya civînên gel ên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk de bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hat destnîşankirin ku li dijî tecrîdê têkoşîn bê kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk di çarçoveya civînên gel ên piştî hilbijartinan de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê civîna jinan hat lidarxistin. Rêveberên HDP’ê û gelek jin tev li civînê bûn. Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Çîçek Ariç axaftina destpêkê ya civînê kir. 
 
Ariç bal kişand ser têkoşîna jinan a di hilbijartinê û piştî hilbijartinê de û got jin her tim çareseriyê li pêş dixin. 
 
Piştî axaftina Ariç jinên beşdarî civînê bûn nirxandin û pêşniyaziyan kirin. Jinan diyar kir ku tevî hemû kêmasiyan jî dîsa rastiya gel a hêzdar li ser pêya ye. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ 
 
Jinan di nîqaş û nirxandinên civînê de bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û jinan destnîşan kir ku divê têkoşînek xurt li dijî tecrîdê bêk irin.