AMED- Koma Bisîkleta Jinan a Amedê, bi armanca jin cihê xwe di trafîkê de bigirin û li dijî talan kirina xwezayê pedal zivirandin.
Koma Bisîkleta Jinan a Amedê ya di bunya Egîtîm Senê de hat avakirin, bi armanca jin cihê xwe di trafîkê de bigirin û li dijî talankirina xwezayê li ber Navenda Nînovayê kom bûn û heya Zeviyên Hevselê bisîklet ajotin.
Jinên ku bisîklet ajotin, diyar kirin ku ew li dijî talan kirina xwezayê pedalan dizivirîn in.