Li Amedê jinekê xwe kuşt
- jin
- 13:10 20/1/2021
Di korîdora nexweşxaneyeke taybet de, jinekê xwe kuşt.
Şaredarê Kaniya Xezalan Mehmet Yalçinkaya yê AKP’î, di weşana televîzyonekê de ji bo rexneyên li hemberî xwe ev tişt got: “Weke jinan kurtepistî nabe.”
Denîz Demîrtaşoglû ku jiyana li bajêr û kodên civakiyî yên tên ferzkirin red kiriye, ji xwe re li gund erdek kirî û çewlikek ava kiriye. Demîrtaşoglû, xwest jin bi hêza xwe bawer bin.
Rukiye Ay ku ji ber tahdeya sîstematîk bi giranî birîndar bûbû, bang li dewletê kir ku cezayên giran bê birîn û ji jinan re jî got: "Netirsin, dengê xwe bilind bikin."
Parêzera feminîst Fatoş Hacivelîoglû, diyar kir ku ji ber mekanîzmayeke çalak tune ye jin di navbera "mirin an jî kuştinê" de hatine asêkirin û got: "Di TCK'ê de jî xweparastin awayekî bêcezatiyê ye."
Aktîvîsta TJA’yê Sûna Kaymaz, diyar kir ku wan di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzên” de, li Stenbolê bi 5 hezar jinan re hatin gelhev û got: “Bersiva me ya li dijî hemû êrîşan diyare; berxwedan e.”
Komeleya Jinan a Starê, rapora sala 2020'an aşkere kir. Rêveberên komeleyê anîn ziman ku 24 jinan serî li komeleya wan dane û jinên serî li wan dane herî zêde bi tundiya derûnî re rû bi rû mane.
Îtîraza ji bo girtina Melek Îpek a ku Ramazan Îpekê bi awayekê pergalî tundî li wê û zarokên wê dikir, parastina çewherî bikar anîbû û kuştibû, ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Antalyayê ve hat redkirin.
Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir di biryara hêceta Leyla Guven de ku “civaka dayiksalarî” ku wek sûcê “nefretê” htiye nîşandan xwedî lê derdikevin û ew jî wek hevkarê vî sûcî xwe îxbar dikin û got. “Niha jî dixwazin şikestina sêyemîn a zayendê pêk bînin.”
Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum, diyar kir ku 102 nexweşxaneyên cemaweriyê bi awayekî fîîlî kurtaj qedexe ye û xwest ku derbarê sedemên qedexeya kurtajê de lêkolîn bên kirin û bi armanca ku xizmeta kurtajê ya li gorî daxwazê bergirî bên girtin lêkolîna meclisê xwest.
Li Qersê mêrê bi navê Y.A. yê xwest hevjîna xwe bikuje hat binçavkirin.
Serokê Partiya Pêşerojê ya Erdexanê Celîl Toprak, bi sûcdariya tundî li hevjîna xwe kir, hat girtin.
Midûriyeta Jinan a Şaredariya Silopiyê, li dijî destavêjî û tahdeya li jin û zarokan tê kirin, li tax û gundan mal bi mal digere û jinan serwext dike.
Biryara 12 sal û 5 meh cezayê girtîgehê ya ji bo Kadîr Şeker ê ku xwestibû Ozgur Dûran ê tundî li Ayşe D. dikir asteng bike û bibû sedema mirina wî, hatibû dayîn li Dadgeha Edlî ya Herêmê hat betalkirin.
Jinên stenbolî anîn ziman ku pêwendiya tahdeya li jinan tê kirin û cinayetên diqewimin bi tecrîda li Îmraliyê re heye û gotin: "Kuştina jinan jî perçeyek tecrîdê ye. Divê bandorên wan baş bên vegotin."