'Serlêdana jinan veguherî çalakiyek rengîn’
- jin
- 10:45 28/12/2018
Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir ku bi sedan jinan ji bo hilbijartina herêmî serî li wan daye û serlêdana jinan veguheriye çalakiyek rengîn.
Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir ku bi sedan jinan ji bo hilbijartina herêmî serî li wan daye û serlêdana jinan veguheriye çalakiyek rengîn.
Huseyîn Tîller ê ji ber kuştina Eylem Tîller tê darizandin, di danişînê de bi hinceta “Pirsgirêkên wê yên derûnî hebûn” xwest xwe biparêze û îdîa kir ku Eylem întîxar kiriye. Dadgehê, biryar da ku girtina Huseyîn Tîller berdewam bike.
Saziyên Jinan ên Stenbolê, karkerên Flormarê yên jin ku 226 rojin di çalakiya grevê de ne ziyaret kirin. Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecioglu jî tev li ziyaretê bû.
Li Tirkiyeyê ji 50 hezar û 292 keyayan tenê 674 jê jin in. Yek ji van keyayan jî keyaya ewil a navçeya Pulumiriyeyê Perîhan Pekîn e. Wê Pekîn ji bo hilbjartina herêmî ya 31'ê Adarê dîsa bibe namzet. Pekîn, diyar kir ku keyayên jin ji bo hilbijartinên nû wêrekiyê li gelek namzetên jin peyda dikin û divê jin di hemû merhaleyên rêveberiyên herêmî de cih bigirin.
Platforma Jinan a Edeneyê neşopandina dosya tacîzê ya li dijî Gamze A ku bi awayekî rêk û pêk jiya îtîraz kirin. Jinan, bertek nîşanî birşara dozger dan û gotin: "Çima guh nedan îfadeya mexdûr û çima guh dan îfadeya kesê bi şik."
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê ji bo jinên siyasetmedarên girtî kartên sersalê şandin û peyama piştevaniyê dan.
Li Amedê jin bi civînek organîzasyona DAKP hatin gel hev û mijara têkoşîna êrîşên li dijî jinan nîqaş kirin. Jinan tayînkirina qeyûmên şaredariyan wek “dagirkirin” nirxandin û vê peyamê dan: “Em ê bi hêz xwe rêxistin bikin. Ya em ê bibin yek ya jî em ê yek bi yek tune bibin.”
DAKP’ê bi sernavê “Jin bi hevre bi hêzên” berî Hevdîtina Jinên Tirkiyeyê hatin gelhev û li ser dê çawan têbikoşin nîqaş kirin.
Li Dersimê bi sedan sal e çanda kofiyan didome. Du wateyên kofiyan hene; yên bi reng remza xwezaya jina, yên reş jî li hemberî komkujiyan remza gazindê ye.
Doç. Dr. Melda Yaman bal kişand ser gotinên hikûmetê yên “Krîz tuneye” û got: “Li dijî krîzê têkoşîn dayîn, di hemê de li dijî desthilatdariya zilam jî têkoşîn dayîne.”
Li Dîlokê tekane jina hostaya sedef Nûrgul Turkmen, diyar kir ku her roja diçe sedefkarî paşve diçe û got: “Ji ber kriza aborî malzeme pir giran bûne. Em hewl didin li ser piyan bimînin.”
TJA, derbarê êrîşa bombeberana hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Mexmûr û Şengalê de daxuyanî da. TJA'yê bertek nîşanî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) da û got:"Êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê nîşaneya hedefgirtin a avakirina civakek azad e."
Jinên di forma “Krîz, Jin û Keda Jinê” ya KEÎG’ê de kom bûn, li ser pirsên “Krîzên derbas bûyî çi fêrî me kirin? Di vê krîzê de çi li benda me?” nîqaş kirin.
TJA’yê, diyar kir ku dê tu carî nekarin bi êrîş û binçav kirinan têkoşîna jinan a mafdar a li dijî tecrîdê bêdeng bikin û got: “Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê wê bidome."
Meclisa Jinan a HDP'ê, êrîşa polîsan a li dijî jinên bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin ketibûn grevê, şermezar kirin. Jinan anîn ziman ku tecrid li dijî demokrasî û çareseriyê ye û wiha gotin: "Em jin li dijî tecrîdê tu carî serî natewînin û emê têkoşînê bilintir bikin."