Hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin
- jin
- 10:00 11/2/2018
Xwişkên hev Semra û Mekiye Guzel yên hatin îxraç kirin, li gel 2 hevparên xwe yên ji pîşeyên cuda hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin û berhemên xwezayî yên bi keda destan difiroşin. Xwişkan, diyar kirin ku ev ne tenê xebateke aboriyê ye, di heman demê de bertek û sekna wan a li dijî polîtîkaya ku jinê ji jiyana civakî dûr dixe ye.